Alîkariya 400 malbatên koçber li bajarê Kobanê
Di nava pêleke mezin a koçberiyê de ku di destpêka Çileya 2024’an de dest pê kir, bi deh hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê ji bo lêgerîna ewlehî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cihên xwe koçberbûn. Xebatên Heyva Sor a Kurd di van rewşên mirovî yên zehmet de wekî aktorekî sereke di pêşkêşkirina piştevanî û alîkariyê de destnîşan dike, ji ber ku ev hewldan piştgiriyeke mezin ji Heyva Sor a Kurdistanê werdigirin.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd xizmetên lezgîn ên tenduristî û alîkariyê li hemû deverên ku koçber bûne pêşkêşkir û herî dawî pêdiviyên 400 malbatên koçber li bajarê Kobanê ji şîrê zaokan, hefad û cilên mezin û zarokan peyda kir û hin barê li ser wan sivik kir.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!