Alî Îmad û lingê pîşesazî

“Alî Îmad” zarokê 14 salî birayê 2 kur û sê xwişkan ku di 2012an de dema êrîşên terorîstan li ser Serê Kaniyê lingê xwe winda kir.
Îro careke din penaber dibe û li kampa Waşokanî hemû hêviyên xwe careke din wunda dike.
Ji bo ku ew hêvî belav nebin navenda Heyva Sor aKurd ya (lebatên pîşesazî) bi ponserya Heyva sor a Kurdistanê (lingek pîşesazî) ji Alî re amade û pêşkêş kirin, bi hêvyek mezin ku tu zarok bê hêvî nemîne.

Daxwynî ji bo raya giştÎ

Grûpa tendurstiyê ya Heyva sor a Kurd beşê Cezîrê ku di dîroka 23 – 1 -2018 gihaşte Efrînê derdora 26 rojan di kar de man û di dîroka 19-2-2018 de vegeryan û ev daxwyanî ji bo raya giştî dan :

“Ji 20-1-2018 de Dewleta Tırk û hevalbendên wê ku dı bın navê artêşa azad de kardkın, êrîşek mezın dan ser Herêma Efrînê, Heta nıha evêrîş berdewame ku têde hemû cureyên çekên kıran hatıne bı kar anîn û çekên qedexe kırî jî hatıne bı kar anîn.
Jı 23-1 gıropa me jı Cezîrê gıhaşt Efrîn û lı kêleka hevalên me yên Efrînê me kar kır, û em bun şahıdê gelek kırıyar û komkujıyên Hovane ku ne çuda bun jı kırıyarên dı hatın kırın jı hêla Daışê de û gelek çarnan kırıyıanên Daışê derbasdıkır,
Herêmên ku me lê kar kır û em bun şahıd ser van kırıyaran evın :
Bılbılê, Şıyê,Cındêrıs,Şêrawa,VavÎn,Kolko,Raco û hemû herêmên Sînor,
û Şahıdıya serpêhatıyên ku me dîtın lı van deveran evın :
-dı 23-1 de Êrış hate ser nuqta me ya lı Gondê KOLKO ku tenê jı bo alîkarıya tendurıstÎ hatıbu avakırın
-dı 24-1 de lı Cındêrısê cıhê me hat hedefgırtın û Ambulansa me rastî êrîşekê hat Û dı encamê de Derb xwar
-dı 5-2 Nuqta me ya Raco Rastî êrîşeke mezın hat ku bêtır jı 20 rocketan hatın ser.

Dı 24- 1 Bendava avê ya meydankê hat hedefgırtın
Dı 6- 2 Pumbên avê yên lı Herêma metîna hatın Hedefgırtın û derbe xwarın, ev jÎ metırsıyek mezın bu ku av jı ser sedhezaran kes were qutkırın,

Dı 2-2 de lı Herêma raco 5 kes gıhaştın nuqta me ku lı ser wan dıhate xweyakırın ku bı Madek Kîmawı hatıne hedef gırtın
Dı 16 -2 de şeş kes ku lı ser wan dıhat xwya kırın ku hatıne hedefgırtın bı Madeyek KımawÎ û ev yek hate tesbîtkırın dı encama lêkolînan de ,ku xaza Chlorîn ya qedexe hatıye bı kar anÎn……

Ev Kıryar û bı dehan Komkujıyên lı dıjî sıvîlên Efrînê û Penaberên ku hatıbûn Efrînê Rojana dıhatın kırın û rojane Mafê mırovan dı hat bınpêkırın ,

ku heta 18-2-2018
Hejmara Şehîdsên sıvÎl gıhaşt 88 kesan dı nav wan de 22 zarok û 17 jın
Û hejmara bırîndarên sıvÎl gıhaşt 290 bırîndarî ku dı nav wan de 39 zarok û 44 jın

Ev komkujÎ hemû hatıne gırtın dı dokumentên me de û em bı hêvîne ku Sazıyên Sıvîl û sazıyên ne Hıkumî û sazıyên Mırovî hemû tevlî kampanıya me bıbın û em dengê xwe bıgînın alıyên têkıldar ku ev êrîş were sekınandın û kes û alıyên Socdar werın Cezakırın.

Heyva Sor a Kurd
Qamışlo
20-2-2018

Heyva sor a kurd alÎkariyên tendurstî pêşkêşî 42,000 penaberî li kampa Erîşa dİke

 

 

Endamên heyva sor a kurd her roj ji seat 8an ta 4an alîKariyên tendurstî  pêşkêşî  penaberên kampa Erîşa ya girêdayî bajarê Hesekê dikin.

kamp  derdora 42 hezar penaberî  dihewîne û piraniya wan ji bajarê Dêra zorê ne.

Li kampê  Sê kilînkên girêdayî  nexweşiyên  ( jin -zarok- hundr(în) hene û ew kilînk her roj derdora 500 nexweşî dermandike  her wiha klînkek gerok her roj li kampê digere û nexweşiyên jinan derman dikin  .

 Endamên  heyva sor a kurd li her du xalên pêşwaziyê (Ebu Xeşeb -Maliha)   alîkariyên tendurstî pêşkêşî  penaberan dikin û bi nêzîkbûna  werzê zivistanî  Bangê  li saziyên navnetwî  dikin ku alîkariya wan bikin .