Bang ji bo raya giştî
/0 Comments/in Rapor/by SozdarJi bo raya giştî , civaka sivîl û rêxistinên mirovî
Em Rêxistina Heyva Sor a Kurd êrîşên hawayî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ku bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û ji bilî xerakirina nexweşxaneya zarokan a bajarê Kobanê di heman boneya roja cîhanî ya zarokan ku daxwaza parastin û tendiristî û aştîyê ji hemû zarokên cîhanê re dike û li dijî prensîpên tendiristîya cîhanî û mafên mirovan tevdigere û em daxwazê ji hemû rêxistinên mafên mirov û bi taybetî rêxistina mafên zarokan dikin ku li ser van kirdarên nemirovane birawestin.
Laşmanya û dermankirina wê li navendên Heyva Sor a Kurd
/0 Comments/in Rapor, Tenduristî/by SozdarDi van demên dawîn de gelek axaftin li ser belavbûna laşmanyayê di nav koçberên sûriyê de li hemî teminan bêtirî deverekî penaber bûyî hene, ew nexweşiyeke çerm e ku bandorê li hemû komên temam dike û di forma nodûleya sor de xuya dike, ku dibe sedema birînên ulseratî heta çend santîmetre di firehiyê de û tevî dermankirinên cuda jî mehên dirêj dewam dike.
Mirov bi nexweşiya laşmanya dikeve bi riya pêvidana mêşa qûmê de ,ev dûvdehol di hundirê mêşa mê de dijî û li xwe zêde dike û pirjimariyê dike û li piraniya deveran tê dîtin ku ev mêş dişibe kêzikeke biçûk 1-3 milîme û ya herî çalake di jîngehên nemdar de, di mehên herî germ de û bi şevdahatê ta berbanga sibê û ev dûvdahol tê veguhestin ji lawiran ber bi mêşa qûmê ve piştre ber bi mirovn ve û mirov jî dikarin parazîtê di navbera hev de bi veguheztina xwînê yan jî bi derziyên hevbeş veguhêzin, Sedema sereke ji vê nexwşiyê re hebûna çalên zuha û çiravên gemar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber rêgirtina li ber derbasbûna ava ji çemên Dîcle û Firatê, ji bilî kêmbûna ava paqij li hin herêmane.
Cûreyên laşmaniya cuda hene lê yên herî zêde tên dîtin ev in:
Çermî: laşmanya di navbera du hefteyan ta çend mehan birdewam dike û dibe sedema birînin çerm.
Hinavî:piştî nîşan bide vedana mêşê bi du ta şeş mehan jî vegirtina êşê çêdibe ,û yek ji nîşanên herî girîng :
Kêmbûna giraniyê – qelsî, westandin– mezinbûna kezebê – mezinbûna fatereşkê – hebûna hin kulbûnan – werimandina girêjiyên lemfê – xwînrijandin – taya ku çend hefte an jî mehan dewam dike.
Deqanûk û dermanên ku pêşî li laşmaniya bigrin tune ne, lê rêyên rêgirtina li ber nexweşiyê û kêmkirina metirsiya peydabûna wê hene, li vir hinek şîret hene.
_Cilûbergên ku çermê we dinixumîne lixwebikin , bijîjk şîreta li me dikin ku em pantolonên û kirasên dirêj û goreyên bilind li xwe bikin.
_Dermanên kêzikan li udiyên razanê bireşînin.
_ Li qatên jor razin ji bir mêşa qûmê nêzî erdê difire.
_ Bikaranîna perwane û baweşînkan.
Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û wek xizmetên Heyva Sor a Kurd nexweş vedigerin navendên tenduristiyê yên sereke beşê dermankirina Laşmanyayê , li wir derman tên pêşkêş kirin an jî têne dayîn ta ku nexweş bi temamî baş bibe, her wiha kampanyên hişmendiyê li ser rêbazên rêgirtina li ber nexweşiyê, û meriv çawa bi nexweşiyê re mijûl dibe û xizmetên tendirûstiyê ji wan re pêşkêş bikin û hin çalakiyên din wekî torên mêşê ji aliyê tîmên me yên perwerdeya tenduristiyê li kamp û bajaran belavdikin.
Çîrokeke nû ya serkeftinê li Navenda Protêzîkê
/0 Comments/in Çîrok, Rapor/by SozdarXweşbûna dîtna dilxweşiya zarokêkî ku karibe tevgera xwe vegerîne, bi danîna lingekî protezîk, da ku ew zarok karibe çalakiyên xwe yên rojane bi rehetî pêk bîne, ji bilî wê jî piştgiriya wî bike û xwebaweriya wî zêde bike ,û bi hevalên xwe re beşdarî perwerdeyê bibe,ku kêm hêzbûna wî bibe hêzeke herî xurt.
Navenda Protêza ya Heyva Sor a Kurd li ser peydakirina lingan ji bo kesên ku parçeyin ji laşên wan winda bûne yan jî ji zikmakî ve rewşên wan hene, weke ku rewşa Rawend ê 4 salî hatîya wergirtin di 7 /4/2022 de ku ji dayikbûnê ve hestiyê ling û hevparê çokê li gel wî tune bû , lê niha jiyana xwe bi hesanî û normal derbas dike…
Yekemîn navend taybet ji bo Lebatên Pîşesazî (pirotêza ) li Bakur û Rojhilatê Suriyê .
/0 Comments/in Geşepêdan, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Rapor, Tenduristî/by SozdarNavenda Minbicê mînakeke zindî ye di lênerîna tenduristiyê ya seretayî de
/0 Comments/in Geşepêdan, Rapor, Tenduristî/by Sozdar
Xizmetên lênerîna tenduristî ya seretayî li gor hewcedariyên kes, malbat û civakan ji bo çareserkirin û refahiya tenduristî di milê laşî, derûnî û civakî yên berfireh bi hev ve girêdayî ye, ku lênerîna kesan bi giştî û bi hemû hewcedariyên tenduristiyê di hemû jiyanê de, ne bi komek nexweşiyên taybetî re sînorkirî ye
Lênêrîna tenduristiyê ya seretayî wergirtina kesan ji miqatebûna berfireh re misoger dike, di nav de şêwirdarî, pêşîlêgirtin, dermankirin, nûavakirin û lênihêrîna nazik, ya ku di çareserkirina sedem û metirsiyên sereke yên tenduristî û paşketinên wê di dema niha de, mijûlbûna bi zehmetiyên ku di pêşrojê derkevin tehdîd dike, her wiha kêmkirina pejirandinên nexweşxaneyan û bidestxistina armancên pêşketina domdar ên têkildarî tenduristî û vegirtina tenduristiya gerdûnî.
Heyva Sor a Kurd li ser bingeha van têgehên tenduristiyê yên bingehîn ên girêdayî vê sektorê û li gorî hewcedariyên heyî, beşeke mezin ji xizmetên xwe ji bo peydakirina lênihêrîna seretayî bi kar tîne, bi riya 45 xalên tendurstî li bajar, kamp, nexweşxane û klînîkên gerok li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêya beşên (hişmendiya tenduristî – klînîkên navxweyî, jin û zarok – ji daykbûna xwezayî – leşmaniya – laboratuwar û analîz – klînîkên derûnî yên seretayî yan piştgiriya derûnî – ambûlans û lezgîn)
Navenda Minbicê jî dibe mînakeke zindî,ku zêdî 3 salan lênerîna tenduristiyê ya seretayî ji gelê Minbicê û gundewarê wê re pêşkêş dike. Xanim Malik Qassem – seroka tîmê – hin berhemên vê navendê kurt kir û anî ziman:
- Şopandina nexweşiyan wek belavbûna Koronayê (bi rêya odeya Teryac)
- Şopandina rewşên civakî bi rêya serdanên sûdmendan bo navendê (xizaniya ku dibe sedema reşên nexweşya kêmxwarinê)
- Şopandina nexweşiyên dûm dirêj.
- Şopandina şert û mercên jîngehê yên ku dibin sedema nexweşiyên girseyî, wek îshal ku ji ber qirêjiya avê çêdibe
Li welatên pêşkeftî navendên bi vî rengî xizmetên refahî yên tenduristiyê didin, lê ji ber rewşên me yên awarte yên niha, ev navend lênihêrîna tenduristî berfirehtir pêşkêş dikin, û ev e ya ku me bi erkên zêdetir bar dike.
8ê Adarê cejna jinên Heyva Sor a Kurd e
/0 Comments/in Parastin, Rapor/by Sozdar
Topebarane li ser xelkên Efrîn li Şehbayê berdewame
/0 Comments/in Awarte, Rapor/by SozdarIroj careke din, Artêșa turk û hevalbendên wê jı giopên îslamî, êrîș anîn Ser herêma Șehbayê, ya ku piraniya xwe penaberbune jı ber dagirkerên Efrin, di encam de du zarok bi temen 8 û 12 salî jıyana xwe jı dest Dan, herwiha 6 kes ku bêturê xwe jı yek malbatê ne birîndar bûn, Ev êrîșên berdewam jı hêla dewleta tirk û hevkarên wê, binpêkirineke mezine jı mav û zagonên insaniyetê ne.
#Topebarane_li_ser_xelkên_Efrîn_li_Şehbayê_berdewame
karê Heyva Sor akurd di 2020an de
/0 Comments/in Rapor/by Sozdar
2020 Salake awarte li ser karê me di beşê tendurstî de bû, bi belavbûna vayrosa Kovîd-19 re me di Heyva Sor aKurd de cihek giring û fireh da bergirtina nexweşiyê di riya çend mekenîzman, girngtirînê wê birêvebirina rewşan di riya amadekirina navendan (3navend) beşên di (5nexweşxaneyan )de û nexweşxaneyeke taybet bi navê Covîd-19 li bajarê Hesekê, hejmara textan gihaşt zêdetirî 5000 textî di nava wan de hejmareke taybet ji bo rewşên giran,odeya emeliyatan ji bo girtina rewşan li ser hejmarên germ, tîmên tevgera awarte û lezgîn Û tîmên hişmendiya tendurstî.
û ji bo lênêrîna tenduristiyê ya seretayî û navîn hin nuqteyên nû li (Tal Hajar / Bajarê Hesaekê – Kampa Washokanî – Kampa Sere Kaniyê – Hamrat Al-Ghanam / Bajarê El-Raqqa) me vekir, ji bilî sê navendên nû ji bo rewşên awarte û lezgîn li bajarên (Hesekê – Dêrik – Raqqa)hatin vekirin.
Her wiha karê me di hemû beşên din de berdewam dikir wek beşên WASH ,parastin, alîkarî û stargehî.
Gelek pirojeyên pêşxistinî jî me destpê kir wek pirjeyên Ronîkirina rê li bajarê Qamişlo, avêtina guncan a çopên bijîşkî, navenda lebatên pîşesazî û dermankirina fîzîkî Û hwd.
Hejmara giştî ya sûdmendên ji xizmetên Heyva Sor a Kurd di sala 2020 de gihîşt (1,649,826).
Navend û nexweşxaneyên Kovîd19
/0 Comments/in Awarte, Rapor, Tenduristî/by Sozdar
Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933