Lênihêrîna dayik û zaroka wê Pêşiyê xizmeta me ye

Gihîştina  xwarindaneke  pêwîst  û girîng ji  zarokan re yek ji pirsgirêkên herî mezin ên tenduristiyê ye   niha li Bakurê Sûriyeyê tê jiyan kirin li cihê ku zarokên kêmxwarin li gorî hevsalên xwe kêmtir xweparastin in û ji ber vê yekê jî ji nexweşiyan re vekirî tirin

Zêdirî 232 miliyon zarok li cîhanê bi kêmxwarnbuyînê re rû bi rû dimînin ku dibe sedema bingehîn ji mirina nîvê zarokên temenê wan kêmî 5 salan e.(li gorî rêxistina bijîşkên bê sînor)

Li gorî karê me yê berdewam di pêşkêşkirina  xizmeta tendurstî ya seretayî  û navîn de, pirogramê kêmxwarinbuyîna zarokan û miqatebûna jinên ducanî  û zarokên nû ji dayîk buyî  cihê herî bingehîn digrin.

Bi riya hejmarek ji xizmetan wek miqatebuna tendurstî ji dayik û zaroka wê di dema ducaniyê û piştî wê wek hişiyarbuyîna tendurstî derbarê jidayikbuna xwezayî , şîrê xwezayî , şopandina jinan , jidayikbuyîn  û pêşkêşkirina xwarin ,derman û hwd ji pêwîstiyan taybet di kampên penaberan .

Çîroka Melak û dayika wê yek ji sedan çîrokên serkeftinê ye ku di nava xalên  me yên tendurstî  de   çêbûne ku her tim armanca me tenduristiyeke baştir  ji  jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn.

 

Yekemîn navend taybet ji bo Lebatên Pîşesazî (pirotêza ) li Bakur û Rojhilatê Suriyê .

Amadekariyên cejne li kampa Newroz

Ji bo ku kêvxweşiyek têkeve dilê wan û kenek li ser ruyê wan bê nîgarkirin, bi nêzbûna cejna Remedanê şekir li ser 1000 malbatî hat belavkirin ku ji Serê Kaniyê di payiza 2019an de li kampa Newroz penaber bûne, û bi hêviya kêfxweşiya lidarxistina cejneke din li malên xwe.          

   

Qurbanî û metrsiyên bermahiyên şer li Şehbayê

Êşa koçberên Efrînê û xelkên herêmên Şehba û rûbirûbûna wan ji metirsiya bermahiyên şer berdewam e, heta niha tîmên me yên pişîşkî li herêmên Şehba zêdetirî /104/ bûyerên di navbera qurbanî û birîndaran de tomar kirine. di encama teqîna bermahiyên şer û bombeyên teqemenî de. Duh, li gundên herêmên Şehbayê, mayînek ji malbateke koçber ên Efrînê teqiya û di encamê de bav û du zarokên wan bi giranî birîndar bûn. Bav tiliyên destê xwe winda kirin, laşê zarokan bi îşaretên ku jiyana wan dişopînin hatin nîşankirin.
 
 
 
 
 

 

Çalakiyên hemleya rakirina Şideta li ser jinê

Şideta li ser jin û zarokên keç binpêkirina mafê mirovan a herî zêde li cîhanê tê kirin, di raporên herî dawî de ên ku hatine ragihandin, herî kêm yek ji sê jinan kêmanî carekê ji hevjînê xwe an jî ne hevparê xwe rastî şîdeta fîzîkî ya zayendî hatine.
Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd hemleya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan ku di 25/11’an de dest pê kir û di 10/12’an de li her du kampên Erîşa – Hol û bajarê Reqayê bi dawî bû, da ku tekez bibe civak nikaribe pêş bikeve û mezin bibe eger nîvê din tundûtûjî, bêrolkirin û astengdar be.
#Kurdish_red_crescent

” Bi alîkariya we hevî dibin insiyativ û çalakî “

Kampaniya ” Bi alîkariya we hevî dibin insiyativ û çalakî “bi armanca danheva fitreyên Remezanê da ku bibe alîkarî û derman ji bo malbatên xizan û nexweşên Korona, wê sib Sêşem 27-4-2021 li hemû navendên Heyva Sor A kurd li Bakur û Rojhilatê suriyê destpê dike.
Hun dikarin alîkariyê di riya van navendên li bajaran pêşkêş bikin:
Dêrik 0935049199
Hesekê 0998595512
Girkê Legê 0932896703
Raqa 0930065429
Tirbespî 0996691516
Minbij 0993517095
Qamişlo 0932155217
Tapqa 0988528262
Amûdê 0992217252
Kobanê 0987186194
Dirbêsiyê 0994328443
Şehba 0994415651
Til Temir 0993834058
Heleb 0994415651

Alîkariyek ji rengekî dî li kampa newroz hat pêşkêşkirin

Bi alîkariya Heyva Sor a Kurd , Roja Sor a Kurd ku navenda wê li Swêdê dimîne bi gavin xweş alÎkarî ji bo Kampa Newroz a ku derdora 320 malbatî ji Serê Kaniyê û Efrînê lê dimînin pêşkêşkir, û 320 kerton ji xwarina taştê pêk tê li wan belav kir.

8ê Adarê cejna jinên Heyva Sor a Kurd e

Wek ku tevahiya cîhan bi roja 8 ê Adarê roja Jinê ya cÎhanî pîrozdike, cureyek ji rêzgrtin ji bo wê ,destkefteyên wê û keda wê di hemû beşan de ku herî dawî xwe di qada şerê Korona de tesbît kir û di çeperên şerê vayrosê yên pêş de cihê xwe digirt wek karmendên tendurstî, hemşîre, afrîner, çalakvanên civakê û nemûneyên herî balkêş û ektîv ku di hewldanên bersivdayina pandemîkê de aktîf bûn, û giringiya navendîbûna wan û barê astengdariyên wan, di eniya pêş a Koved-19 de derket holê.
Ofîsa Jin û piştgirina dirûnî ev roj pîrozkirin û hemû jinên di heyva Sor a Kurd de kardikin bêtirî 500 jin, bi rêya serdaneke taybet ji hemû noqteyan re diyariyên sembolîk pêşkêş kirin, û Ji bo ku yek ji van serdanan taybettir be, nexweşên penceşêra pêsîrê li Navenda Vekolînkirina Shêrpenceya Pêsîrê ya Destpêkê li bajarê Qamişlo ku şerê wê ji cûreyek cûda bû, hatin cem hev û cejna wan jî hat pîrozkirin.
Silav ji afirênerên jiyanê re
Heyva Sor aKurd

Bi sedema mayîna çar zarok li Til Rifetê birîndarbûn

Roja Navneteweyî ya Zarokan di sala 1954-an de wekî minasebeta cîhanî ku her sal di 20ê Çiriya Paşîn de tê pîroz kirin ji bo zêdekirina girêdana navneteweyî, hişyarkirina zarokên cîhanê, û xweşkirina rewşa wan hate ragihandin.
Gava ku piraniya zarokên Sûrî mafên wan ên herî bingehîn tune, ji bilî bermahiyên fîzîkî û derûnî yên şer ku ew her roj hîn dibin.
Tam vê sibehê, mayinek ku di navbera zeviyên zeytûnê de li Tal Rifaat hatibû çandin, bi çar zarokan re ji yek malbatê, di navbera 9 û 14 salî de teqiya.
Çar zarok birîndar bûn ku dikarin ji bo jiyana wan bi wan re bimînin
Hêjayî gotinê ye ku serjimêriya qurbaniyên bermayîyên şer li deverên Şehba gihîşt /81/ heya îro.

Valahiyeke heval ji bo zarokan li campa Waşokanî hat vekirin

 

Ji ber ku zarok mebesta me ya sereke ne û ew di destpêka xizmetên me yên tendurstî û dirûnî de ne , em di heyva sor de hewl didin ku “roja zaroan ya cîhanî” wek hemû rojan derbas nebe.

Lewra tîma parastinê ya HSK û qomÎteya parastina zarokan li bakûr û Rojhilatî Suriyê lêkolîn li ser rewşan zarokên kampa Waşokanı çêkirin û di  roja zarokan ya cîhanî de ”valahiyeke heval” ji bo wan hat vekirin da ku wan pêtir tevlî civakê bikin û temenên berî dibistanê amade bikin .

Valahiya bi navê ” Muhamad ” û  ” Sara ” wateya zerokên di bin zerarên şer de dide ,û ew bi goşeke mezin hat vekirin û gelek çalaklî ji bo zarokan hatin çêkirin  di riya wê re  kêfxweşiya wan xwiya kir .