Yekemîn navend taybet ji bo Lebatên Pîşesazî (pirotêza ) li Bakur û Rojhilatê Suriyê .
/0 Comments/in Geşepêdan, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Rapor, Tenduristî/by SozdarNavenda Minbicê mînakeke zindî ye di lênerîna tenduristiyê ya seretayî de
/0 Comments/in Geşepêdan, Rapor, Tenduristî/by Sozdar
Xizmetên lênerîna tenduristî ya seretayî li gor hewcedariyên kes, malbat û civakan ji bo çareserkirin û refahiya tenduristî di milê laşî, derûnî û civakî yên berfireh bi hev ve girêdayî ye, ku lênerîna kesan bi giştî û bi hemû hewcedariyên tenduristiyê di hemû jiyanê de, ne bi komek nexweşiyên taybetî re sînorkirî ye
Lênêrîna tenduristiyê ya seretayî wergirtina kesan ji miqatebûna berfireh re misoger dike, di nav de şêwirdarî, pêşîlêgirtin, dermankirin, nûavakirin û lênihêrîna nazik, ya ku di çareserkirina sedem û metirsiyên sereke yên tenduristî û paşketinên wê di dema niha de, mijûlbûna bi zehmetiyên ku di pêşrojê derkevin tehdîd dike, her wiha kêmkirina pejirandinên nexweşxaneyan û bidestxistina armancên pêşketina domdar ên têkildarî tenduristî û vegirtina tenduristiya gerdûnî.
Heyva Sor a Kurd li ser bingeha van têgehên tenduristiyê yên bingehîn ên girêdayî vê sektorê û li gorî hewcedariyên heyî, beşeke mezin ji xizmetên xwe ji bo peydakirina lênihêrîna seretayî bi kar tîne, bi riya 45 xalên tendurstî li bajar, kamp, nexweşxane û klînîkên gerok li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêya beşên (hişmendiya tenduristî – klînîkên navxweyî, jin û zarok – ji daykbûna xwezayî – leşmaniya – laboratuwar û analîz – klînîkên derûnî yên seretayî yan piştgiriya derûnî – ambûlans û lezgîn)
Navenda Minbicê jî dibe mînakeke zindî,ku zêdî 3 salan lênerîna tenduristiyê ya seretayî ji gelê Minbicê û gundewarê wê re pêşkêş dike. Xanim Malik Qassem – seroka tîmê – hin berhemên vê navendê kurt kir û anî ziman:
- Şopandina nexweşiyan wek belavbûna Koronayê (bi rêya odeya Teryac)
- Şopandina rewşên civakî bi rêya serdanên sûdmendan bo navendê (xizaniya ku dibe sedema reşên nexweşya kêmxwarinê)
- Şopandina nexweşiyên dûm dirêj.
- Şopandina şert û mercên jîngehê yên ku dibin sedema nexweşiyên girseyî, wek îshal ku ji ber qirêjiya avê çêdibe
Li welatên pêşkeftî navendên bi vî rengî xizmetên refahî yên tenduristiyê didin, lê ji ber rewşên me yên awarte yên niha, ev navend lênihêrîna tenduristî berfirehtir pêşkêş dikin, û ev e ya ku me bi erkên zêdetir bar dike.
پاڵپشتی کردنی کەرتی تەندروستی لە هەرێمی کوردستان
/0 Comments/in Geşepêdan, Tenduristî/by Sozdarلە چوارچێوەی هەڵمەتی پاڵپشتی کردنی کەرتی تەندروستی لە هەرێمی کوردستان لە لایەن رێکخراوی مانگی سوری کوردییەوە، لقی رێکخراوەکە هەستا بە دابینکردن و دابەشکردنی هەندێک پێداویستی پزیشکی بۆ خۆپارێزی لە ڤایرۆسی کۆرۆنا بەسەر نەخۆشخانە و سەنتەرە تەندروستییەکانی شاری سلێمانی و ناوچەکانی دەوروبەری، هەڵمەتەکە بەردەوامە.
Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933