Alîkariya 400 malbatên koçber li bajarê Kobanê
Pêşbaziyên perwerdehî û kêfxweşiyê, şanoya lîstokan û diyarî ji bo xurtkirina baweriyê, ruhê beşdariyê, hevkarî û tevlîbûna bi zarokan re, di nava ahengeke taybet de ji bo zarokên telasîmiyayê ku tîma piştgiriya psîkolojîk bi koordîne û hevkariya tîma artêst li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telsîmiyayê pêkanîn .
Beriya çend mehan Rêxistina Heyva Sor a Kurd dest bi rêbazeke piştgirî û hevgirtina civakî kir ku tê de qutiyên alîkariyê li saziyên sivîl, dikan, xwaringeh û cihên din ên ku rasterast têkiliya wan bi civakê re hene danî , bi armanca piştgiriya nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê da ku bikaribin nexweşên penceşêr û telasîmiyayê ji hemû herêman werbigrin û wan derman bikin.
Projeya hevgirtina civakî bi alîkariya aliyên mêvandar hatiye pêkanîn , lewra komîteya projeyê heta niha nêzî 70 sindoqên alîkariyê li hemû bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kiriye , ji ber wê jî yekem pêvajoya vekirina qutiyan ji 1/9/2024 heta 4/9/2024 bi rêya mekanîzmeyeke vekirinê yekbuyî li hemû herêman hat pêkanîn û miqdarên pereyên ku hatine danhev 67,026,000 lêreya Surî û 12,940 $ dolarê Emrîkî û 49 Ewro bû.
Ev xebata civakî ya mirovahî dê alîkariya nexweşxaneyê bike ku nexweşan werbigire û dermanên kîmyawî û yên wekî din ji wan re peyda bike, ku ev alîkarî 60 % ji hewcedariyên nexweşxaneyê derdora mehekê ji derman û pêdiviyên bijîşkî yên din peyda dike.
Tişta ku proje wek pêngavek destpêkê bi dest xist, destkeftiyek girîng e hêjayî pesindayînê ye, ji ber ku nîşan daye ku tevî hemû zehmetî û şert û mercan, bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin bigihîjin armancan. Berdewamkirina hewldanan û lêgerîna ji bo başkirina pêdiviyên mayî, girîngîya civakê di dagirtina valahiyên tenduristî de radixe ber çavan û şopeke serkeftî ya mirovahî dihêle.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933