Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

Di krîzên mirovahî de, girîngiya xebatên komî û hevgirtina civakî tê nîşandan, ev yek jî Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de di kampanyayên xwe yên mirovî de ji bo alîkariya koçberên ji Lubnanê tên, pêk tîne.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd di bin silogana “Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin” li bajar û bajarokên sereke yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên alîkariyê vedan û xebata xwe didomîne ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji kesên ku neçar bûne dev ji malên xwe berdin û xwe li cihên ewleh bigrin , herwiha pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û lênerîna tenduristî ji bo wan, ev hewldan ruhê hevkarî û hezkirênê ku kampaniyê pê bang dike dide nîşandan .

Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

Di krîzên mirovahî de, girîngiya xebatên komî û hevgirtina civakî tê nîşandan, ev yek jî Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de di kampanyayên xwe yên mirovî de ji bo alîkariya koçberên ji Lubnanê tên, pêk tîne.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd di bin silogana “Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin” li bajar û bajarokên sereke yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên alîkariyê vedan û xebata xwe didomîne ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji kesên ku neçar bûne dev ji malên xwe berdin û xwe li cihên ewleh bigrin , herwiha pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û lênerîna tenduristî ji bo wan, ev hewldan ruhê hevkarî û hezkirênê ku kampaniyê pê bang dike dide nîşandan .

Çalakiyên meha Pembehî

Bi boneya #meha_Pembehî Meha Çotmehê,nexweşxaneya Onkolojî , şewat û Telasîmiyayê ya girêdayê #Heyva_SoraKurd li bajarê Qamişlo pêşwazîkirina hemû nexweşan di beşa zûnaskirina #pençeşêra_pêsîrê de bi awayekî berfireh radighîne, ku bi riya teknîkên îkografî û mamografî , ji hêla ekîbeke bijîşkî ya pispor ve nexweş tên muayene kirin. Her wiha kampaneyke hişmendiya tendurstî ya berfireh li hemû xalên Heyva Sor a Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê despê kiriye û ji hêla tîmên perwerdeya tenduristiyê ve tê bicihkirin û li ser girîngiya zû naskirina penceşêrê welatî têne perwerdekirin.
Zû naskirina penceşêra pêsîrê yeke ji gavên herî giringe di kêmkirina rêjeya mirinê û zêdebûna derfeta dermanbuyînê di dema naskirina nexweşiyê di despêka wê de ye

kampanyeke nû ji bo peydakirina ava paqij a vexwarinê ji gelê bajarê Hesekê re

Di dema ku bajarê Hesekê kirîzan jiyan dike , xebatên Heyva Sor a Kurd wek mînaka xebatên mirovahî yên girîng derdikevin pêş. Ku rêxistin li hemberî rewşa heyî, bi hevkariya Medico Swîsre ji bo ava paqij a vexwarinê ji şêniyan re peyda bike, gelekî dixebite. Ev hewldan di demeke xerab de tê ku bajar tê re derbas dib ji ber qutbûyîneke giran a avê û ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya gel dike û ji ber kêmbûna avê ji stasyona Aloûk rewşa jiyanî dijwartir dike. Ev hemleyên berdewam giringiya hevkariya civakê û koordîneya di navbera civakan û rêxistinên mirovî de nîşan dide da ku pirsgirêkên derdikevin holê çareser bikin.

Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.

” Em ji bo nexweşên penceşêrê û telasîmiyayê bibin alîkar “

https://www.youtube.com/watch?v=NgMvX8IsKx0
 
Bi armanca peydakirina pêdiviyên bijîşkî yên zêdebuyî û bi taybet ji bo nexweşên penceşêrê û zarokên telasîmiyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Heyva Sor a Kurd despêkirina rêbazeke piştgiriya civakî ji bo nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmiyayê û şewatê a li bajarê Qamişlo radighîne.
Piştgiriya civakî, ku sindoqên xwebexş yên li saziyên sivîl û civaka herêmî yên li nava bajar û bajarokan, di nav xwe de vedihewîne. Derfetê dide ku mirov bi berdewamî alîkariyê pêşkêşbike , û bi rêka vê alîkariyê lênerîna tenduristî û dermanên pêwîst, tevî dozên kîmawî, dê ji nexweşan re bên peydakirin.
Piştgirîya we tevkarîyê li dermankirina hejmareke mezin ya nexweşan dike û dîsa hêvîyê diafirîne.
 
 

Rola klînîkên hundirîn di peydakirina lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê de

 

 

Klînîkên hundirîn di navendên Heyva Sor a Kurd de rolek girîng dilîzin, ku lênerîna tenduristî ya bingehîn peyda dikin û dibin alîkar di pêşxistina tenduristiya niştecihan û penaberan li hundur û derveyî kampan.

Li kampa Waşokanî ya penaberan, ku dikeve rojavayê bajarê Hesekê, klînîka hundirîn ya li navenda lênihêrîna tenduristî ya Heyva Sor a Kurd xizmetên xwe yên wekî muayene, teşxîsa echo, teşxîsa laboratorîk, şopandina nexweşên bi nexweşiyên kronîk, nirxandin û şandina nexweşiyên infeksiyonel, û pêşkêşkirina rênimayiyên bijîjkî, derûnî û yên din ji bo hemû kesan pêşkêşdike û di navbera 30-40 sûdmendî her rojê wedigire .

Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Li bajarokê Ebû Qelqel

Noqteyên bijîşkî roleke girîng di xurtkirina pakbûna lênihêrîna tenduristiyê û pêşxistina kalîteya jiyanê de dilîzin , di nav de Navenda Lênihêrîna Tenduristiyê ya #Heyva_Sor_a_Kurd li bajarokê Ebû Qelqel ku tekane navenda herêmê ye , alîkariya lezgîn, dermankirina bingehîn, lênerîna dewrî pêşkêşî malbatan dike , ji bilî gelek xizmetên tenduristî yên din wek hişyariya tenduristiyê ji bo rêgirtin û kêmkirina belavbûna nexweşiyan û piştgiriya derûnî.

Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Tenduristyeke çêtir ji bo her kesî! 🌟 Navenda Heyva Sor a Kurd xizmetên pizîşkî yên berfireh pêşkêşî civaka Minbicê dike.
Pirrengiya berfireh! 🩺 Ji klînîkên jineolojî û navxweyî bigire heya klînîkên zarokan, navend ji bo her temenî lênerîna tenduristiyê ya awarte pêşkêş dike!
Dermankirin û gihîştina hêsan! 💊 ku pêşkêşkirina dermanên pêwîst hêsantir buye .
Piştgiriya lezgîn! 🚑 24 demjimêran beşê embulansan dixebite da ku lênihêrîna lezgîn li her dem, li her deverê peyda bike!
Naskirina rast a nexweşyan! 🧪 Laboratoriya navendê muayeneyên bijîjkî yên rast peyda dike da ku tenduristiya civakê misoger bike!
Zêdebûna hişmendiya tenduristî! 📚 Tîma perwerdehiya tenduristiyê ji bo pêşîgirtina nexweşiyan û pêşxistina tenduristiyê dixebite!
Parastina pişkolocîk! 💬 Bi pisporên tenduristiya derûnî re, kesên ku pêşberî zextê tên piştgiryê dibînin û kalîteya jiyana wan baştir dikin!
Cihek pêbawer! 🤝 Navend ne tenê klînîkek e, lê cîhek e ku tenduristiya civakê pêş dixe û hewl dide hewcedariyên her kesî peyda bike!
 
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Gelinin hedefi

AV Jİ BO HEZARÊN PENABERAN Lİ KAMPÊN SHEHBA TÊ PEYDAKİRİN

 

Heyva Sor a Kurd bi piştgirî û hevkariya  Area Metropolitana de Barcelona (AMB)  û Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus  însiyatîfeke girîng ji bo avakirina du bîrên ku bi sîstema enerjiya rojê hatine amadekirin, pêk anî.

Armancên vê projeyê ew e ku çareseriyên domdar peyda bike da ku bigihîjin ava vexwarinê ya paqij li nêzî kampên Serdam û Berxdan û noqteyên bijîşkî li herêma Şehbayê ku ev herêm dibe şahidê aloziyeke mezin ji welatiyên koçber û bi taybet ji gelê Efrînê ji ber xirabûna rewşa mirovî .

 

Zehmetiyên ku rastî şêniyên Şehbayê tên gelek in, ji ber ku ev herêm di gelek rewşên tenduristî û hawîrdorî de bi bandor bûye, ji destpêka derketina pandemîka COVID-19 û heta erdheja ku sala borî li bakur û rojavayê Sûriyeyê rû da. Ji ber vê yekê peydakirina ava vexwarinê ya paqij pêwîstiyeke lezgîn e ji bo tenduristiya civaka herêmî û gaveke girîng e ji bo xurtkirina binesaziya bingehîn û başkirina rewşa jiyana rojane ya kesên koçber bûne, ji bilî kêmkirina bikaranîna cenetoran bi rêya bikaranîna sîstemên enerjiya rojê.