Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê
Bajarê Helebê, gundewarê wê û herêma Şehbayê rastî kirîzeke mirovî ya mezin tê, ku di bûyerên leşkerî yên dawî li wan herêman ,ev kirîz dijwartir dibe. Ev yek jî bû sedem ku bi hezaran malbat tevî hejmareke zêde ji zarok, jin û extiyaran, di şert û mercên dijwar ên bêcihûwariyê û sermayê bi rojan rû bi rû dimînin.
Ji aliyê xwe ve û ji bilî amadebûna me ji bo peydakirina lênerîna tenduristiyê ya pêwîst di dema û heta gihaştina herêmên bi ewle li herêmên Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina alîkariyan ji şiyanan re, em bang li gelê xwe yê li hundir û derve dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin, ji ber ku hevgirtina di demên aloziyan de tiştê ku mirovahiya me nîşan dide û nirxên hevkarî û biratiyê di navbera me de zêde dike
Em hêviya aştiyê ji hemû gelê xwe yê li tevahî Sûriyeyê re dikin.

Rojek sax ji dermankirina Feysel li nexweşxaneya Onkolojî , Şewat û Telasîmiya

Feysel ê 19 salî, ev nêzî salekê ye ku li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiyayê y a Girêdayî Heyva Sor a Kurd xizmeta bijîşkî distîne. Piştî ku wî ev tecrube jiyan kir, xwest ku em rojekê sax ji dermankirina wî wek beşekî ji jiyana wî ya rojane bibînin. Ne tenê ji bo balê bikişîne ser zehmetiyên ku rastî wan tên, herweha ji bo ku bala dê û bavan bikşîne ser lêpirsîna zû û destwerdana lezgîn, ku ji bo başkirina tenduristî û jiyana zarokên telasîmiyayê girîng e. parvekirina Fêsel ji serpêhatiya wî re bangeke lezgîn e di warê pêşkêşkirina lênerîna tenduristî û piştgiriya pêwîst ji van zarokan û malbatên wan re. Hêjaye gotinê ku nexweşxane xwînê rojên Duşem û pêncşeman digre.
 
 
https://www.youtube.com/watch?v=Zfw-iYljqmA&t=14s

Bi rasthatina zivistanê re nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên bêhnê zêde dibin.

 
Navendên Heyva Sor a Kurd li kampên koçberan li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam in li ser pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û xurtkirina mijarên perwerdehiya tenduristiyê yên girêdayî nexweşiyên demsalî û yên vegirtinê.
Ji bilî xizmetên lezgîn û peydakirina dermanan ku pêşkêşî sûdmendan dike .
Ev hewldan dê bibin alîkar ku êşa gelek kesan sivik bike, pêşî li nexweşiyan bigire heya radeyek mezin, û lênihêrîna tenduristî ya pêwîst di dema xwe de peyda bike.
 

Belavkirina avê li taxên bajarê Hesekê didomîne

Berdewamkirina qutbuyîna avê ji stasyona Elok buye sedema berwamkirina kişandina Şêniyên Bajarê hesekê ji êş û azarên peydekirina avê re. Ji bo bersivdayîna vê aloziyê û sivikkirina vê êşê, Heyva Sor a Kurd bi koordîneya bi komînanan re li gorî tabloyeke navan û bi miqdarekî ji her malekê re belavkirina avê li taxên bajêr didomîne.
 

Kampanyek xêrxwaziyê piştgiriyê dide zarokên telasîmiyayê

Wek kampaniyek xêrxwaziyê ku armanca wê piştgiriya zarokên telasîmiyayê bû,  komek ciwanên kurd li wîlayeta Vancouver, li Kanada, komek ji pêlîstok û dermanên pêwîst pêşkêşî Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasemiyê ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo kirin.
Ev çalakî nirxên dayîn û hevgirtinê nîşan dide, bi taybetî ji bo koma civakê ya herî hewcedar, mîna zarokên bi nexweşiyên kronîk ên wek nexweşiya telasemiyê, ji ber pirsgirêkên tenduristî û pskolojîk ên ku ew rojane pêre rû bi rû dimînin, pêşkêşkirina pêlîstok û dermanan ji bo van zarokan di rojên dijwar de cihê rihetiyê ye û dibe alîkar ku rewşa tenduristî û derûnî ya wan baştir bibe.
 

Navenda Tenduristiyê ya Sereke ya Şedadê pêşkêşkirina xizmetguzariyê didomîne

Bi klînkên hundirîn , zarok û jinan û beşê lezgîn, Heyva Sor a Kurd li Şedadê pêşkêşkirina xizmetên awarte û lênerîna tendurstî a sereke didomîne , ku her beşek rojane nêzî pêncî nexweşî pêşwaz dike, muayeneyên bijîşkî tên kirin û li gorî vê yekê hin rewş ji bo wan enelyiz tên çêkirin. Li gorî vê yekê dermanên guncaw ji dermanxaneya navendê tên dinivîsin, ev yek jî tevkarîyê li peydakirina lênihêrîna tenduristî ya berfireh dike.
Berdewambuyîna pêşkêşkirina van xizmetan tevkariyeke giring Ji bo başkirina tenduristiya gel, xurtkirina kalîteya jiyanê û bilindkirina hişmendiya tenduristiyê li herêmê dike, bi taybet cihên dûrî navendên bajaran.
 

Tîmên perwerdeya tenduristiyê li ser girîngiya zû naskirina pençeşêra pêsîrê rûniştinên hişmendiyê didomînin

Êkîpên perwerdiya tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd bi taybetî di meha Cotmehê de ku bi navê “Meha Pembe” tê naskirin, di hişyarkirina pençeşêra pêsîrê de rolek girîng dilîzin.
Bi organîzekirina çalakî û semîneran, ev êkîp hewl didin ku zanyariyan li ser girîngiya tespîtkirina zû û pêşîlêgirtina vê nexweşiyê zêde bikin.
Jinên li kampan û civakên herêmî ji van hewldanan sûd werdigirin, encama wê jî avakirina civakek saxlemtir û ewletir ji vê nexweşıyê.
ev çalakî ne tenê semînerên hişyariyê ye, lê di heman demê de jî serdanên malan jî hene, ku piştrast dikin jib o ku ku agahdarî bigihîje beşa herî berfireh ji civakê.
Hişyariya de barê penceşêra pêsîrê dikare jiyana gelek kesan biparêze , û dihêle hêza civakê lı dıjî vê metirsiya tenduristî xortir bibe.

Bi dilopek xwînê hûn dikarin jiyanek xilas bikin

Bexşîna xwînê kareke mirovahî ya hêja ye ku jiyana gelek nexweşan rizgar dike, taybet nexweşên telasîmiyayê yên ku ji bo domandina jiyana xwe bi veguheztina xwînê ya birêkûpêk ve girêdayî ne.
Nexweş ji kêmbûna domdar a hemoglobînê, proteînek ku alîkariya veguheztina oksîjenê di laş de dike, dikişînin, ku ji bo domandina jiyana wan bexşîna xwînê hewce dike.
Li Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê ya Heyva Sor a Kurd her ku diçe hejmara nexweşan zêde dibe, pêwîstiya bexşên xwînê gelekî zêde dibe. Ji ber vê yekê em daxwazê ​​ji civakê dikin ku beşdarî vê xebata xêrxwaz bibin, ji ber ku bexşîna xwînê ne tenê alîkarî ye, lê erkek exlaqî û berpirsiyarî ye li hember kesên din. Bi dilopek xwînê hûn dikarin jiyanek xilas bikin.

“Em ji bo nexweşên Penceşêr û Telasîmiyayê bibin alîkar” projeyeke civakî mirovahî ye

Alîkarî, yek ji karên mirovî yê herî pîroz e ku di piştgiriya saziyên tenduristiyê de dibe alîkar , bi taybet di warê lênerîna nexweşên kanserê de. Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiya ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo jî ,ji bo nexweşên ji hemû herêman stargeha hêvî û navnîşana dermankirinê ye. Lê ji bo peydakirina lênihêrîna pêwîst ,pêwîstî bi çavkaniyên madî yên mezin heye. Lewra alîkariya nexweşxaneyê, dermanên bi bandor peyda dike ,gihaştina hejmara herî mezin a ji nexweşan berfirh dike û hişmendî û girîngiya şopandin û dermankirina ji nexweşiya penceşêrê pêşdixe , ku bi awayekî erênî li ser civakê bi tevahî nîşan dide.

Zûnaskirina penceşêra pêsîrê yek ji girîngtirîn karûbarên meha Pembe ye

 

Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.