Hejmareke mezin ji jidayibûnan li nexweşxaneya HSK li Reqayê

 

Di dîroka 1-10-2018’an de beşek ji Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê hate nûkirin û ji bo pêşkêşkirina  xizmetê di warê jin, jidayikbûn û tenduristiya zarokan hate vekirin, ku girngtrîn di Beşên (jidayikbûna Xwezayî û Qeyserî, beşê dayîngehên bebekan, beşê radestkirina tenduristiyê ya sereke di nava klînîkên hundirîn, zarokan  û jinan de û her wiha beşê peydakirina piştgiriya derûnî û çanda tenduristî.

Ji dema vekirina nexweşxanieyê heya niha hejmara jidayîkbûnê gihaştiye

beşên Qeyserî 8246

Jidayîkbûnên Xwezayî  23 876

 

Tendirustiya we histûbariya me ye

Ji ber dûrbûna gelek gundan ji bajaran û ji navendên tendirustî ,Di 13/6/2021 HSK bi hevahengîyê bi Komîteya Tenduristî li Kantona Qamishlo û komîteyên girêdayî wê di encûmenan de dest bi kampanya “Tendirustiya we histûbariya me ye” û deh rojan domkir ,di vê kampanyê de Kilînkên gerok û ambulance li 89 gundên kantona Qamişlo û 6 gundên kantona Hesekê digeriyan û xizmetên tendirustî di beşên ( hundirin, jin,zarok, belavkirina derman û çandkirina tendirustî) hatin pêşkêşkirin, hejmara sûdmendên vê kampaynê gihaşta:15,555.
Di heman demê de lêkolîn li ser rewşa gundan û hewcedariyên wan çekirin,

Xala tendurstî li kampa Serê Kaniyê

Xala tendurstî ya kampa Serê Kaniyê li bajarê Heseke xala dawîn e ku Heyva Sor a Kurd vekiriye, ji bo peydakirina xizmeta lezgîn û tenduristiyê ya sereke (klînîkên hundirîn, jinan û zarokan, beşê lezgîn, dermanxane û hişiyariya tenduristî) ji bo nêzî 11 hezar koçber ji bajarê Serêkaniyê di hundirê kampê de.
 
 

پاڵپشتی کردنی کەرتی تەندروستی لە هەرێمی کوردستان

لە چوارچێوەی هەڵمەتی پاڵپشتی کردنی کەرتی تەندروستی لە هەرێمی کوردستان لە لایەن رێکخراوی مانگی سوری کوردییەوە، لقی رێکخراوەکە هەستا بە دابینکردن و دابەشکردنی هەندێک پێداویستی پزیشکی بۆ خۆپارێزی لە ڤایرۆسی کۆرۆنا بەسەر نەخۆشخانە و سەنتەرە تەندروستییەکانی شاری سلێمانی و ناوچەکانی دەوروبەری، هەڵمەتەکە بەردەوامە.

 

Navend û nexweşxaneyên Kovîd19

Bi belavbûna vayrûsa Kovîd-19 re bersiva me ya tendurstî ne tenê hejmarên germ yên girêdayî odeya emeliyatan, navendên rewşên awarte û lezgîn ji bo nexweşên Korona , konên tecrîda nexweşan li ber hemû navendên tendurstî yan jî kampaniyên perwerdekirnê bûn , hewcedariya navend û nexweşxaneyên taybet ji bo Kovîd 19 bû erkeke li ser milê me ku em di demeke tîpîk de wan ava bikin da ku di ruyê nexweşiyê de bisekinin.
Karmendên Heyva Sor a Kurd (200) bijîşk, musêf û hemşîreyên ku di nav van navend û nexweşxaneyan de dixebitin perwerdeyên dewrî dibînin da ku kiwalîta xizmetê bilind bikin û ji çavkaniyên berdest sûd bigrin û hejmara rewşên rehtbûyî zêde bikin.