Bêtirî 29,712 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala lênerîna tendurstî li kampa Ebû Xeşeb di sala 2024an de û di nav de:

Bêtirî 29,907 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala lênerîna tendurstî li kampa Serê Kaniyê di sala 2024an de û di nav de:

Bêtirî 66,087 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala Heyva Sor a Kurd a lênerîna tendurstî li kampa Waşokanî di sala 2024an de û di nav de:

Bêtirî 120,099 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di herdu xalên Heyva Sor a Kurd ên lênerîna tendurstî l kampa Holê dî sala 2024 û di nav de:

Bêtirî 120,099 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di herdu xalên Heyva Sor a Kurd ên lênerîna tendurstî l kampa Holê dî sala 2024 û di nav de:
قد يكون تصميم جرافيكس لـ ‏‏شخصين‏ و‏نص‏‏
 
 
 

spasname

SPASNAME

 

Spas ji bo Heyva Sor a Kurdistanê e.V. ji bo alîkariya Lezgîn ji bo miletê me. hun jî dikarin alîkar bin 👇
Thanks to Heyva Sor a Kurdistanê e.V. for the urgent support to our displaced people. you also can support 👇
شكرا ل هيفا سور كوردستان على دعم اهلنا النازحين من الشهباء و حلب
👇بامكانكم ايضاً المساعدة

Ji ber zêdebûna hejmara penaberan gelek zehmeî derdikevin

Ji bo pêşwazîkirina şêniyên ku derbasî noqteyên pêşwazîkirinê li bajarê Reqayê dibin, Tîmên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe ji bo danîna konên demkî didomînin. Lê belê ev hewldan ji ber zêdebûna hejmara penaberan û asta bilind a pêwîstiyê, rastî zehmetiyên mezin tên û ev hewldan ji bo bicihanîna pêwîstiyên her kesî têrê nake.

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê
Bajarê Helebê, gundewarê wê û herêma Şehbayê rastî kirîzeke mirovî ya mezin tê, ku di bûyerên leşkerî yên dawî li wan herêman ,ev kirîz dijwartir dibe. Ev yek jî bû sedem ku bi hezaran malbat tevî hejmareke zêde ji zarok, jin û extiyaran, di şert û mercên dijwar ên bêcihûwariyê û sermayê bi rojan rû bi rû dimînin.
Ji aliyê xwe ve û ji bilî amadebûna me ji bo peydakirina lênerîna tenduristiyê ya pêwîst di dema û heta gihaştina herêmên bi ewle li herêmên Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina alîkariyan ji şiyanan re, em bang li gelê xwe yê li hundir û derve dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin, ji ber ku hevgirtina di demên aloziyan de tiştê ku mirovahiya me nîşan dide û nirxên hevkarî û biratiyê di navbera me de zêde dike
Em hêviya aştiyê ji hemû gelê xwe yê li tevahî Sûriyeyê re dikin.

Desteya Hundirîn ,Heyva Sor a Kurd Spas dike

Desteya Hundirîn a kantona Gizîrê spasnameyekê ji Rêxistina Heyva Sor a Kurd re pêşkêş dike, li ser karûbarên wê yên tenduristî û mirovî li herêmê, taybet li ser xebatên pewerdekirina civakê di warê berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn ku endamên Desteyê jî tê de derbas bûne.

Rapora Heyva Sor a Kurd li ser êrîşên dewleta Turkiyê û ziyanên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê – Cotmeha 2024

rapora êrîşan çotmeha 2024

Rapora encamên projeya hevgirtina civakî

 

Beriya çend mehan Rêxistina Heyva Sor a Kurd dest bi rêbazeke piştgirî û hevgirtina civakî kir  ku tê de qutiyên alîkariyê li saziyên sivîl, dikan, xwaringeh û cihên din ên ku rasterast têkiliya wan bi civakê re hene danî , bi armanca piştgiriya nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê da ku bikaribin nexweşên penceşêr û telasîmiyayê ji hemû herêman werbigrin û wan derman bikin.

 Projeya hevgirtina civakî bi alîkariya aliyên mêvandar hatiye pêkanîn , lewra komîteya projeyê heta niha nêzî 70 sindoqên alîkariyê li hemû bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kiriye , ji ber wê jî yekem pêvajoya vekirina qutiyan ji  1/9/2024 heta 4/9/2024 bi rêya mekanîzmeyeke vekirinê yekbuyî li hemû herêman hat pêkanîn û miqdarên pereyên ku hatine danhev 67,026,000 lêreya Surî û  12,940 $  dolarê Emrîkî û 49 Ewro bû.

Ev xebata civakî ya mirovahî dê  alîkariya nexweşxaneyê bike ku nexweşan werbigire û dermanên kîmyawî û yên wekî din ji wan re peyda bike, ku ev alîkarî  60 %  ji hewcedariyên nexweşxaneyê derdora mehekê ji derman û pêdiviyên bijîşkî yên din peyda dike.

Tişta ku proje wek pêngavek destpêkê bi dest xist, destkeftiyek girîng e hêjayî pesindayînê ye, ji ber ku nîşan daye ku tevî hemû zehmetî û şert û mercan, bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin bigihîjin armancan. Berdewamkirina hewldanan û lêgerîna ji bo başkirina pêdiviyên mayî, girîngîya civakê di dagirtina valahiyên tenduristî de radixe ber çavan û şopeke serkeftî ya mirovahî dihêle.