li hemberî hemî zehmetîyan alîkariya heyva sor a kurdî berdewame

Nevegera  penaberên kampan  ji warên  xwe re heta niha, wan  neçar dike ku  bi rewşen cûda re hîn bibin çi di demsala havînê yan  zivistanî de be , tiştê ku me dikşîne berdewam kirina piştgirîya kampên penapêran û pêşkêş kirina xizmetên tenduristî , alîkarî û Hişmendî ji bû wan ku tîmen me yên hişiyarbuyîna tendurstî li kampa Waşokanî  (Tûr mêş) yên ku wan ji pêşiyan diparêze û di dema havînê de belavdibin ,herwiha hişiyarkirina ji van mijaran û çawaniya parastina bi hevkariya rêxistinên Rojava û Akted

Kampaniya bergirtina belavbûna spiyan li Şehbayê

Spiyên seriyan yek ji nexweşiyên çermî ên herî belavbuyî di nav zarokan de ku metirsiyeke zêde li gel wan û malbatên wan ji ber zehmetiyên têkbuyîna wan de derdikeve.
Ji bo bergirtina vê vegirtinê tîmên me yên tendurstî li Şehbayê derman li zarkên dibistanan belavkirin li kampên (Berxwedan –Serdem – Efrîn – Şehba û Ewde) her wiha dayîna awaya bikaranîna wan dermanan û xweparêza jê û nîşanên wê. 
 
 

Belavbûna nexweşiya Laşmaiya û xizmetên derbarê wê

Di van çend mehên derbasbûyî de Bi belavbûna nexweşiya Laşmaniya re li her du kampên Hol û Waşokanî û bajarê Til Temîrê, tîmên perwerdeya tenduristiyê hemleyên xwe yên hişmendiya endurstî zêde kirin û bi rêya pênasekirina nexweşiyê û çawaniya dermankirina wê û parastina jê  ,her wiha hişiyarkirina nexweşan ji bo hebûna dermankirinê li noqteyên Heyva Sor a Kurd

 

Çi vakslêdana Covid19 a herî baş e?

“vakslêdana herî baş ya ku herî pêş tu destbigre”

Li dibistanê Çawa emê xwe ji vayrosa Kovîd19 biparêzin

 

 Ji ber ku dibistan hjmarên mezin ji şagirtan dicivîne û gelek caran şagirt dibe cihê belavbûna Vayrosa Koronayê ,gerek em bi hev re li mal û dibistanê wan fêrî rêbazên tendurst ên rast bikin da ku ew xwe û derdora xwe ji nexweşiyê biparêzin.