Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê
Bajarê Helebê, gundewarê wê û herêma Şehbayê rastî kirîzeke mirovî ya mezin tê, ku di bûyerên leşkerî yên dawî li wan herêman ,ev kirîz dijwartir dibe. Ev yek jî bû sedem ku bi hezaran malbat tevî hejmareke zêde ji zarok, jin û extiyaran, di şert û mercên dijwar ên bêcihûwariyê û sermayê bi rojan rû bi rû dimînin.
Ji aliyê xwe ve û ji bilî amadebûna me ji bo peydakirina lênerîna tenduristiyê ya pêwîst di dema û heta gihaştina herêmên bi ewle li herêmên Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina alîkariyan ji şiyanan re, em bang li gelê xwe yê li hundir û derve dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin, ji ber ku hevgirtina di demên aloziyan de tiştê ku mirovahiya me nîşan dide û nirxên hevkarî û biratiyê di navbera me de zêde dike
Em hêviya aştiyê ji hemû gelê xwe yê li tevahî Sûriyeyê re dikin.

Desteya Hundirîn ,Heyva Sor a Kurd Spas dike

Desteya Hundirîn a kantona Gizîrê spasnameyekê ji Rêxistina Heyva Sor a Kurd re pêşkêş dike, li ser karûbarên wê yên tenduristî û mirovî li herêmê, taybet li ser xebatên pewerdekirina civakê di warê berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn ku endamên Desteyê jî tê de derbas bûne.

Berdewamkirina perwerdeyê Berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn

Ji bo piştgiriya bersivdayîna lezgîn û lênihêrîna bijîşkî û peydakirina pêdiviyên gel ên ji ber karîsetên xwezayî bandor dibin , rêxistina Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Medico International û hevkariya gelek desteyên herêmî kampaniya xwe ya berfireh ji bo pêşkêşkirina perwerdeyê Berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomîne û Bi vê yekê hejmara kesên ku tevlî perwerdeya alîkariya yekemîn bûne  3987  kesin û 1068 kes ji perwerdeyên berevaniya sivîl .

Kampaniya ku armanca wê perwerdekirina zêdetirî 10,000 kesî li ser piştgiriya bingehîn a jiyanê, pilansazî û amadekirina ji bo rûdana karîsetan û krîzên xwezayî û sivikkirina bandorên wan, alîkariya di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, valakirin û pêşkêşkirina alîkariya pêwîst a tibî di kêliyên zordar de bi armanca kêmkirina ziyanên canî û madî, wê heta dawiya Cotmeha 2025’an dewam bike.

Li herêma Sebah El Xêrê navenda rewşên awarte û lezgîn hat vekirin

Di çarçoveya berdewamiya hewldanên ji bo baştirkirina xizmetên pizîşkî û tenduristiyê, vekirina navendek nû ya lezgîn ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve li devera Sebah El-Xêr, gaveke girîng e ji bo bihêzkirina bersiva pizîşkî ya bilez li deverên ku pêwîstıya wan bı van xizmetên heya.
Ev navend li cihekî stratejîk e ku xizmeta herêmên Hesekê, Reqa û Dêrezorê dike, ku gihîştina xelkên van deveran hêsan dike û di rewşên awarte de alîkariya pizîşkî ya pêwîst ji wan re peyda dike.
Amadekirina navenda lezgîn bi ambûlansekê re berpisîyariya rêxistinê ya ji bo peydakirina lênihêrîna bi lez ji mexdûrên qezayên trafîkê û rewşên acil re nîşan dide, ku jiyana wan diparêze û dema gihiştına wan bo nexweşxaneyan kêmtir dike.
Ev gav girîngiya hevkariyê heyva sor a kurd bi civakên xwecihî re nîşan dide ji bo peydakirin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û baştirkirina kalîteya jiyanê ji bo niştecihên li deverên ku herî zêde pêwîstıya wan bı wan xızmetan hene.

Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.

Vekirina navenda rewşên awarete û lezgîn li Dêra Zorê

 

Sîstema hawarçûnê li deverên dûr, stûneke bingehîn e ji bo peydakirina lênihêrîna bijîşkî ya lezgîn û rizgarkirina jîyanê di rewşên awarte de ye. armanc Heyva Sor a Kurd ku van xizmetan li gorî berfirehiya erdnîgariya heyî li BRS bighîne her derê ,da ku herêmên dûr bigire nava xwe .Bi vekirina navenda rewşên awarte û lezgîn li Dêrazorê re Heyva Sor a Kurd dest bi pêşkêşkirina xizmetên veguhastina nexweşan ji bo nexweşxaneyên Dêrazorê, Reqa û Hesekê kir, ji bilî hêsankirina vegera nexweşan li gundên xwe piştî dermankirinê. Ev yek jî, berpirsyartiya ji bo başkirina bersivdana awarte ya li van deran nîşan dide.

Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Tenduristyeke çêtir ji bo her kesî! 🌟 Navenda Heyva Sor a Kurd xizmetên pizîşkî yên berfireh pêşkêşî civaka Minbicê dike.
Pirrengiya berfireh! 🩺 Ji klînîkên jineolojî û navxweyî bigire heya klînîkên zarokan, navend ji bo her temenî lênerîna tenduristiyê ya awarte pêşkêş dike!
Dermankirin û gihîştina hêsan! 💊 ku pêşkêşkirina dermanên pêwîst hêsantir buye .
Piştgiriya lezgîn! 🚑 24 demjimêran beşê embulansan dixebite da ku lênihêrîna lezgîn li her dem, li her deverê peyda bike!
Naskirina rast a nexweşyan! 🧪 Laboratoriya navendê muayeneyên bijîjkî yên rast peyda dike da ku tenduristiya civakê misoger bike!
Zêdebûna hişmendiya tenduristî! 📚 Tîma perwerdehiya tenduristiyê ji bo pêşîgirtina nexweşiyan û pêşxistina tenduristiyê dixebite!
Parastina pişkolocîk! 💬 Bi pisporên tenduristiya derûnî re, kesên ku pêşberî zextê tên piştgiryê dibînin û kalîteya jiyana wan baştir dikin!
Cihek pêbawer! 🤝 Navend ne tenê klînîkek e, lê cîhek e ku tenduristiya civakê pêş dixe û hewl dide hewcedariyên her kesî peyda bike!
 
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Gelinin hedefi

Navenda rewşên awarte û Lezgîn li Reqayê

 

Sîstema ambûlans û hawarçûnê ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Reqayê wek kevirê bingehîn tê dîtin di bersivdayîna lezgîn û rêkarên pijîşkî yên pêwîst ji bo rizgarkirina jiyanê ji destpêka rizgarkirina bajar û gundewarên wê di sala 2018an de. Ku di vê demê de gelek astengî hat kişandin , lê xizmet bê rawestandin xebitî û ev yek bû alîkar ji bo pakirina asta lênihêrîna tenduristî û pêşkêşkirina xebatên wê ji hemîyan re. Rola ku ev pergal dilîze ne tenê di peydakirina dermankirina demikî de ye, lê di heman demê de li ser bilindkirina hişmendiya civakê û astên amadekariyê ji bo rûbirûbûna rewşa awarte dixebit.

Navenda Tenduristî li bajarokê Şedadê

 

Saziyên bijîjkî di peydakirina lênihêrîna tenduristî ji civakan re rolek girîng dilîzin.
Bi taybetî li herêmên ku xizmetên bingehîn li wan peyda nabin.
Di vî warî de, Rêxistina Heyva Sor a Kurd erkekî xurt nîşan dide ji bo pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û tenduristiyê ji nişteciyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi giranî li cihên dûr, di vî alî de navenda lênerîna tendurstî ya sereke li bajarokê Şedadî mînakek e, ji ber ku ew gelek xizmetan pêşkêşî dike, di nav de kilîmkên hundirîn , Jin û zarok, bi qasî 50 sudmendî her roj serdana navendê dikin.
Heman demê de navend ji bo rûbirûbûna kêşeyên tenduristiyê yên demsalî yên wekî nexweşiyên roviyan û sîngê û zikçûnê, ku di havînê de zêde dibin mijûl dibe.
Wekî din, navend xizmetên liberatorê û ambulansê, dermanên pêwîst ji nexweşan re ji dermanxaniya xwe peyda dike, ku ev xebatên domdar ji bo peydakirin xizmetên tenduristî û gihiştina wan bi qasî ku pêkan be ji gelek sûdmendan re.
Navenda Tenduristiyê ya Seretayî ya li gundê Şedadê

Heyva Sor a Kurd kampanyeke berfireh ya pêşxistina civakê pêk tîne

Bi armanca piştgirtina bersivdayîna lezgîn û lênerîna bijîşkî û peydakirina pêdiviyên kesên ku ji karesatên xwezayî û krîzan bandor dibin , bi piştgiriya rêxistina ” Medico international ” û hevkariya çend desteyên herêmî ,Heyva Sor a Kurd dest bi kampanyeke berfireh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakur û Rojavayê Sûriyê kirye.
Kampanya ku perwerdeyên Berevanya sivîl û Isafa yekem pêşkêş dike , bi armanca kêmkirina ziyanên mirovî û madî, derfetê dide zêdeyî 10 hezar kes ku çawa ji bo rûbirûbûna karîset û krîzên xwezayî plan bikin û amade bikin û bandorên wan sivik bikin , herwiha di xebatên lêgerîn, valakirin û rizgarkirinê de çawa bibin alîkar, û alîkariya bijîşkî a pêwîst di kêliyên zordar de peyda bikin.
 
https://youtu.be/7FrP_h8oF2s