metirsiyên tenduristî û tedbîrên pêşîgirtinê li nuqteyên pêşwaziyê

Kombuyîna hejmarên mezin ji penaberan di xalên pêşwaziyê yên sereke de ,derfeteke mezin dide nexweşiyên belavbuyî yên weke zikçûn ,gurîbun,mîkitok , zerik ,kurmik û Laşmaniya û her wekî din ji nexweşiyan ku bi awayeke mestir û zûtir belavbibin ku ev yek dibe sedema metirsiyên tendurstî di vê rewşa dijwar de . Di vê çarçoveyê de tîmên hişmendiya tendurstî bi tîmên WASh ê re turkên paqijiyê bi hin têbîneyên paqijiê re belav kirin , lê hîn jî pêwîstiyeke mezin bi alavên paqijiyê û tamîrkirina kanalîzasyonê heye.

 

Tîmê WASH ji bo pêşwaziya penaberan nirxandinên destpêkê dike

Ji ber girîngiya sektora av û paqijiyê di dema qeyranan de, tîma Heyva Sor a Kurd a WASH ji bo penaberên #Heleb û #Şehbayê nirxandina yekem depstpê kirin. Di van nirxandinan de destwerdanên awarte di bersivdayîna mirovî di nav sektora avê û paqijiyê de hatin diyarkirin. Di nava tedbîran de têstên ji bo şopandina kalîteya avê, tespîtkirina pêdiviyên paqijiyê hebûn ,Her wiha agahî û lîste bi rêxistinên hevkar û Ofîsa Karûbarên Rêxistinan re hatin parvekirin bi armanca kêmkirina êşa penaberan û lezgînbuyîna pêkanîna mudaxaleyan.

Ji bo alîkriya gelê Şehbayê hun dikarin serdana vê lînkê bikin

Hûn jî dikarin bi Miletên me yên Koçberbûne ji Şehba (Til rifat) û Helebê alîkarbin di riya Hevkarên me li Europa ser vî lînkî

https://l.facebook.com/l.php?u=https%3A%2F%2Flinktr.ee%2Fheyvasor%3Ffbclid%3DIwZXh0bgNhZW0CMTEAAR3HPfD8H7nRlGldGCK1w0TpKqu6Ki84c3Z4MSeKLfOeRz8U1aTHLDs4mUg_aem_qt1bX3X9fNHJ5IUzPMVteQ&h=AT39yQDDTSk0tgLtzLXdeIr8BQU5TPvriVVZmtWOkoWPrlguxRYqTSeMbnZLIDHCWrzUvuQP11KPhjpIVoSYrl-1e8pwsnfyy4MVLTW34t_FL8CwL4jIWMbqla_FL0CZPKm8&__tn__=%2CmH-R&c[0]=AT3BViRmWgOsuFsW9JeRP7oQlnBn7aFVWMy7zAt6NyE_u3fsvr5DvuQ-s0eELAr4VsGBWOZhDos5LFCNHkubh7haB3VRyVMwyC9Uw3L_3azOx-FHapXY2hrG8XvJwCP74yHEWG6_Qx4gft-jnOTVohAIeGxS8DBipphrfHE5GTDeRuYwV84k9Pb1VKF6YqTCN22rhzA8dvnBpugN7VYYtcQXPA

Ji ber zêdebûna hejmara penaberan gelek zehmeî derdikevin

Ji bo pêşwazîkirina şêniyên ku derbasî noqteyên pêşwazîkirinê li bajarê Reqayê dibin, Tîmên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe ji bo danîna konên demkî didomînin. Lê belê ev hewldan ji ber zêdebûna hejmara penaberan û asta bilind a pêwîstiyê, rastî zehmetiyên mezin tên û ev hewldan ji bo bicihanîna pêwîstiyên her kesî têrê nake.

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê
Bajarê Helebê, gundewarê wê û herêma Şehbayê rastî kirîzeke mirovî ya mezin tê, ku di bûyerên leşkerî yên dawî li wan herêman ,ev kirîz dijwartir dibe. Ev yek jî bû sedem ku bi hezaran malbat tevî hejmareke zêde ji zarok, jin û extiyaran, di şert û mercên dijwar ên bêcihûwariyê û sermayê bi rojan rû bi rû dimînin.
Ji aliyê xwe ve û ji bilî amadebûna me ji bo peydakirina lênerîna tenduristiyê ya pêwîst di dema û heta gihaştina herêmên bi ewle li herêmên Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina alîkariyan ji şiyanan re, em bang li gelê xwe yê li hundir û derve dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin, ji ber ku hevgirtina di demên aloziyan de tiştê ku mirovahiya me nîşan dide û nirxên hevkarî û biratiyê di navbera me de zêde dike
Em hêviya aştiyê ji hemû gelê xwe yê li tevahî Sûriyeyê re dikin.

Rojek sax ji dermankirina Feysel li nexweşxaneya Onkolojî , Şewat û Telasîmiya

Feysel ê 19 salî, ev nêzî salekê ye ku li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiyayê y a Girêdayî Heyva Sor a Kurd xizmeta bijîşkî distîne. Piştî ku wî ev tecrube jiyan kir, xwest ku em rojekê sax ji dermankirina wî wek beşekî ji jiyana wî ya rojane bibînin. Ne tenê ji bo balê bikişîne ser zehmetiyên ku rastî wan tên, herweha ji bo ku bala dê û bavan bikşîne ser lêpirsîna zû û destwerdana lezgîn, ku ji bo başkirina tenduristî û jiyana zarokên telasîmiyayê girîng e. parvekirina Fêsel ji serpêhatiya wî re bangeke lezgîn e di warê pêşkêşkirina lênerîna tenduristî û piştgiriya pêwîst ji van zarokan û malbatên wan re. Hêjaye gotinê ku nexweşxane xwînê rojên Duşem û pêncşeman digre.
 
 
https://www.youtube.com/watch?v=Zfw-iYljqmA&t=14s

Bi rasthatina zivistanê re nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên bêhnê zêde dibin.

 
Navendên Heyva Sor a Kurd li kampên koçberan li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam in li ser pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û xurtkirina mijarên perwerdehiya tenduristiyê yên girêdayî nexweşiyên demsalî û yên vegirtinê.
Ji bilî xizmetên lezgîn û peydakirina dermanan ku pêşkêşî sûdmendan dike .
Ev hewldan dê bibin alîkar ku êşa gelek kesan sivik bike, pêşî li nexweşiyan bigire heya radeyek mezin, û lênihêrîna tenduristî ya pêwîst di dema xwe de peyda bike.