Çalakiyên meha Pembehî


Di dema ku bajarê Hesekê kirîzan jiyan dike , xebatên Heyva Sor a Kurd wek mînaka xebatên mirovahî yên girîng derdikevin pêş. Ku rêxistin li hemberî rewşa heyî, bi hevkariya Medico Swîsre ji bo ava paqij a vexwarinê ji şêniyan re peyda bike, gelekî dixebite. Ev hewldan di demeke xerab de tê ku bajar tê re derbas dib ji ber qutbûyîneke giran a avê û ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya gel dike û ji ber kêmbûna avê ji stasyona Aloûk rewşa jiyanî dijwartir dike. Ev hemleyên berdewam giringiya hevkariya civakê û koordîneya di navbera civakan û rêxistinên mirovî de nîşan dide da ku pirsgirêkên derdikevin holê çareser bikin.
Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933