li ser girîngiya şîrdana xwezayî perwerde berdewam e


sala 2022an de li bajarê Tel Temrê û gundewarê wê gehiştî bû nêzî 20,000 haletên nexweşiya leşmanya yê ê, ji ber qirêjıya ava çemê Xabûrê ew jî jı ber qutkırına avê jı alıyê dewlet tırk , ji bilî nezanîna xelkê bı gırtına tedbîrên li dijî leşmaniya yê û çawanıya dermankirin wê.
Navenda Heyva Sor a Kurd di encama xebatên tîma perwerdehiya tenduristiyê û gera xwe ya li malan ya di nava salekê de, îsal bû sedem ku ev belayê hew derbıkeve, ji xwe Heyva Sor a Kurd di sala borî de gelek xızmet der barê peydakırına dermanan û îlackırın pêşkêş kir.
û ji ber ku hinan serî li dermanên kevneşopî û nebatî yên ku nexweşıyan aloztir kır, tîmên bijîşkî şîret dikin ku van adetên şaş dubare nekin, û berê xwe bıdıne navendê jıb o derman û îlackırın eger reşeke vê nexweşıyê carek dın derkeve hole.
Xizmetên Heyva Sor a Kurd li herêmên dûr ên Tebqayê dewam dikin
Gihîştina deverên dûr û gundewarî, bi taybetî yên ku rastî gelek qeyranan hatine, di nav de nebûna xizmetguzariyên pizîşkî ji ber dûrbûna wan ji navendên bajaran, yek ji mezintirîn kelemên ku rastî pêşkêşkırına lênerîna tenduristiyê ye.
Ev e ya ku Heyva Sor a Kurd ji sala 2016an ve hişt ku xizmetguzariyan pêşkêşî van deveran bike ku di nav lîsteya pêşanî û armancan wê de bû, ku bi sedan gundên dûr hatine armanckirin û xizmetguzariyên lênêrîna tenduristiyê yên seretayî pêşkêşî wan tê kirin, û yên ji bo jin û zarokan bi rêya gelek klînîkên gerok ku pê re bûn. ji aliyê ambûlans û tîmên pizîşkî ve ev yek bi rêya bernameyên sabît pêk tê, û yek ji wan deverên armanckirî gundewarê Tebqayê bû, ku tîma klînîka gerok – ku niha ji aliyê Medico International Swîsra ve tê piştgirîkirin – serdana çend gundan dike, ku hinek ji wan nêzîkî 65 km dûrî navenda bajêr e, jı xwe ev xebat berdewame dı demekê de ku xelkên wan Herêman pey tu xızmetên pızîşkî bûn.
Heyva Sor a Kurd berî 5 salan xaleke pizîşkî li gundên navçeya Şêrawa vekir, xizmetên ambulansê bi rêya tîmeke hemşîreyan ji bo şeş gundên (Burc El-Qas – Zuuk El-Kebir – Kalota – Meyasa – Zar ‘anitah – Başemri) pêşkêşdıke,tu nêzî (4900) welatî sûdê jı werdıgrın , Ev xızmet tê pêşkêşkırın dı vê herêmê de dı demekê de ku tu navendek lênêrînê û ambulansê li wê peyda nabe.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933