Navenda rewşên awarte û lezgîn li Rqayê
Wekî gaveke din di nav hejmarek ji xizmetên tenduristî de ku em bi rêya gelek navendan li bajarê Reqayê pêşkêş dikin, navendeke taybet bi rewşên awarte û lezgîn di 1 ê Nîsana 2022 an de hate vekirin da ku em soza berdewamkirina berfirehiya gihaştina gelek kesan û bilindkirina asta xizmetê pêk bînin.
Di navendê de 4 ambulans û karmendek bijîşkî ji 12 paramedîkan û 12 ajokarên ambulansê hene da ku bersivê bidin rewşên awarte ku tê payîn di nava bajar û gundewarê wê de bi koordîneya odeya operasyonên navendî ku birêvebirina xebatên hemû navendên rewşên awarte û lezgîn yên Heyva Sor a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.