47 malbatên sûdmend li bajarê Hesekê ji belavkirina şîr
/0 Comments/in Geşepêdan, Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by neruda



belavlkirina şirê zarokan li ser malbatên penaber ji Efrîn Şehbayê
/0 Comments/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by nerudaPeydakirina şîrê zarokan di dema kirîzên mirovî de mijareke girîng e û pêwîstiya wê bi baldariyeke taybet heye, ji ber ku bêtirî xwe bandorê li ser tenduristî û mezinbuna zarokan dike. Rewşa dijwar a ku koçber jiyan dikin, bandorek neyînî li karîna dayikan di peydakirina pêdiviyên bingehîn ên xwarinê yên zarokên xwe dike. Di vê derbarê de Heyva Sor a Kurd dest bi belavkirina şîrê zarokan li malbatên koçber ên Şehbayê û Helebê yên di nava bajarê Reqa û Tebqayê de kir da ku hemû bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire nava xwe.
çalakiyeke taybet bi zarokên telasîmiyayê
/0 Comments/in Çîrok, Geşepêdan, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by nerudaPêşbaziyên perwerdehî û kêfxweşiyê, şanoya lîstokan û diyarî ji bo xurtkirina baweriyê, ruhê beşdariyê, hevkarî û tevlîbûna bi zarokan re, di nava ahengeke taybet de ji bo zarokên telasîmiyayê ku tîma piştgiriya psîkolojîk bi koordîne û hevkariya tîma artêst li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telsîmiyayê pêkanîn .
xebatên klinîka mobîl li bajarê Hesekê bedewam dike
/0 Comments/in Awarte, Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by nerudaBi belavbûna nexweşiyên demsalî yên zîvîstanê û bi şopandindina rewşa tendurstî a koçbran re , tîmên me yên bijîşkî bi rîya kilînkên gerok ,serdana navendên wargehî yên koçberên Şehba û Efrî li bajarê Hesekê berdewam dikin û lênerîna tendurstî di nav de nexweşiyên hundirîn,zarok û jin herwiha derman û hîşmendîya tendurstî pêşkêş dikin.
berdewabyîna belavkirina ava vexwarinê li bajarê Hesekê
/0 Comments/in Beşê WASH, Tenduristî/by nerudaBi berdewambuyîna aloziya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê re, bi koordîneya komînan Heyva Sor a Kurd xebatên belavkirina ava vexwarinê li şêniyan berdewam dike, ev yek piştî ku tîma WASH ewlehî û kalîteya avê bi rêya alaveke şopandina asta klorê misoger dike da ku rewşa tenduristiya sûdmendan biparêze.
Bi rêya klînîkên gerok xizmeta tenduristî ya sereke ji koçberan re tê dayîn
/0 Comments/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by nerudaDi şert û mercên penaberiyê yên dijwar û sermaya heyî de, rewşa tendurstî ya penaberan xerabtir dibeû li gel van astengiyan kilînkên Heyva Sor a Kurd ên gerok li bajarên Reqa û Tepqayê peydakirina lênerîna tendurstî berdewam dike ku di nav de beşên hundirîn,zarok,jin ,hişmendiya tendurstî û xizmetên lezgîn hene û rojane 150 nexweş sûdê ji van kilînkan digrin.
Belavkirina pêdiviyên bingehîn li 144 malbatên koçber li Hesekê
/0 Comments/in Awarte, Tenduristî/by nerudaJi bilî xizmetên tenduristiyê ku ji koçberên #Şehba û #Til_Rifatê re têne pêşkêşkirin, Rêxistina #Heyva_Sor_a_kurd dest bi pêşkêşkirina alîkariyê dike . Îro piştî wegirtina hejmarên malbatên ku li bajarê Hesekê dimînin, tîmên me pêdiviyên bingehîn ên wekî pambirzên zarokan, şîrê zarokan, pakêtên paqijiyê li 144 malbatên koçber belav kirin.
Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933