Kampanya belavkirina broşuran li kantona Qamişlo

Di berdewamiya kampanya (Jîyanê nekuje, xwe biparêze) broşurên hişyariyê li herêma Qamişlo (Dêrik – Girkê Likê – Terbesbe – Amûde )hatin belavkirin ku li ser girîngiya zû naskirina penceşêra pêsîrê çawa dermankirina wê hêsan dike û rê li ber belavbûna wê dema zû naskirinê de digire .






Kampanya belavkirina broşuran li Kantona Hesekê

Di çarçoveya kampanya (Jîyanê nekuje.. xwe biparêze) belavkirina broşuran li bajarên Til Temir – Dirbêsiyê – Şedadê yên girêdayî Kantona Hesekê .





Kampanya belavkirina broşuran li herêma Firatê

Di çarçoveya çalakiyên Meha Pembehî ya cîhanî ji bo Pêşîlêgirtina ji Penceşêra pêsîrê û kampanya (Jîyanê nekuje.. xwe biparêze) endamên jin ên Heyva Sor a Kurd li herêma Firatê (Minbic – Reqa – Tebqa – Kobanê ) broşurên li ser penceşêra pêsîrê û girîngiya zû naskirina wê belav kirin.





Berdewamiya kampanya “Jîyanê nekuje, xwe biparêze”

Navenda me ya ku li taxa xerbî (Navenda Benka Xwînê ya Berê) di roja xwe ya duyemîn de pêşwazîkirina jinan ji bo zû naskirina penceşêra pêsîrê berdewam dike ku di nava kampanya ( Jîyanê nekuje .. xwe biparêze) ji saet 8ê sibehê de heya 6ê êvarî dimîne.





Navenda me ji bo zû naskirina penceşêra pêsîrê xizmetên xwe tîrdike

Di çarçoveya kampanya (Jîyanê nekuje.. xwe biparêze) Navenda Heyva Sor a Kurd ji bo zû naskirina penceşêra pêsîrê xizmeta xwe tîrdike û sê rojan li pey hev ji saet 8ê sibehê de heya 6ê êvarî ,ji roja Şemîyê 15/10 heya Duşemê 17/10 ,ku armanc jê wergirtina hejmara herî zêde ji jinan û dayîna derfetê ji bo jinên kedkar, danê êvarê serdana navendê bikin.




Kampanya kolera li Dêrazorê

Ji ber belavbûna nexweşiya kolera li Dêrazorê û wek temamkirina bernameya perwerdeya tenduristiyê ya kolera, tîmên me ji bo sûdmendan kampanyak hişyariyê li dar xistin û broşûr belavkirin ,ku li ser hişyariya nexwşiyê , nîşan, rêbazên pêşîlêgirtin û dermankirin wê rû dan.


Jîyanê nekuje.. xwe biparêze

Bi boneya meha pembehî ya cîhanî û di çarçoveya çalakiyên kampanya (Jîyanê nekuje.. xwe biparêze) bernameya perwerdeya tenduristiyê semînerên ji bo hemû tîmên perwerdeya tenduristiyê û sûdmendan li hemû navendên Heyva Sor a Kurd li ser zû naskirina penceşêra pêsîrê û çawnîya venêrîna xweyî û pêşîlêgirtina wê .



Navenda Qamişlo ya Pêşîgirtina Penceşêra Pêsîrê (Mamograf)

Klînîka Qamişlo ku ji yekemîn navendên tenduristiyê yên sereke yên Heyva Sor a Kurd e ku ketiye sala xwe ya dehemîn, gelek beşan dihewîne ,yek ji wan beşan zû naskirina Penceşêra Pêsîrê (Mamograf) ku beriya sê salan dest bi xizmetê kir , her wiha ne qezencî wek hemû xizmetên.
Û ji ber ku em derbasî meha Pembehî ya Hişmendiya Penceşêra Pêsîrê dibin, navenda ku li taxa xerbî (Navenda Benka Xwînê ya Berê) xizmetên xwe yên bijîşkî û hişmendî zêde dike , ku dibe beşek ji gelek çalakiyên kampaniya (Jîyanê nekuje.xwe biparêze) ku ji aliyê Komîteya Jin ve di seranserî mehê de li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Kampanya temsekirina tankên avê li hemû navendên Heyva Sor a Kurd

Di çarçoveya bergirtina nexweşya Kolera ji bo pêşvebirin û pêşxistina beşê tenduristiyê û avakirina derdoreke ewle ji kar re, beşê av û paqijî (WASH) ya Heyva Sor a Kurd kampanya temsekirina tankên avê li hemû navenda despê kir.
ev çalakî ji roja duşemê 26.09.2022`an de ji navendên Kantona Hesekê destpêkir ji ber ku ava bajar li ser ava sarîca ye , û dê berdewam bike ta hemû navend bên kontrolkirin ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê belavkirîne , ew jî xelekeke ji gelek çalakiyîn ku wê bên lidarxistin ji bo bergirtina nexweşiyê.