Zûnaskirina penceşêra pêsîrê yek ji girîngtirîn karûbarên meha Pembe ye

 

Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.

Çalakiyên meha Pembehî

Bi boneya #meha_Pembehî Meha Çotmehê,nexweşxaneya Onkolojî , şewat û Telasîmiyayê ya girêdayê #Heyva_SoraKurd li bajarê Qamişlo pêşwazîkirina hemû nexweşan di beşa zûnaskirina #pençeşêra_pêsîrê de bi awayekî berfireh radighîne, ku bi riya teknîkên îkografî û mamografî , ji hêla ekîbeke bijîşkî ya pispor ve nexweş tên muayene kirin. Her wiha kampaneyke hişmendiya tendurstî ya berfireh li hemû xalên Heyva Sor a Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê despê kiriye û ji hêla tîmên perwerdeya tenduristiyê ve tê bicihkirin û li ser girîngiya zû naskirina penceşêrê welatî têne perwerdekirin.
Zû naskirina penceşêra pêsîrê yeke ji gavên herî giringe di kêmkirina rêjeya mirinê û zêdebûna derfeta dermanbuyînê di dema naskirina nexweşiyê di despêka wê de ye

Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.

” Em ji bo nexweşên penceşêrê û telasîmiyayê bibin alîkar “

https://www.youtube.com/watch?v=NgMvX8IsKx0
 
Bi armanca peydakirina pêdiviyên bijîşkî yên zêdebuyî û bi taybet ji bo nexweşên penceşêrê û zarokên telasîmiyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Heyva Sor a Kurd despêkirina rêbazeke piştgiriya civakî ji bo nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmiyayê û şewatê a li bajarê Qamişlo radighîne.
Piştgiriya civakî, ku sindoqên xwebexş yên li saziyên sivîl û civaka herêmî yên li nava bajar û bajarokan, di nav xwe de vedihewîne. Derfetê dide ku mirov bi berdewamî alîkariyê pêşkêşbike , û bi rêka vê alîkariyê lênerîna tenduristî û dermanên pêwîst, tevî dozên kîmawî, dê ji nexweşan re bên peydakirin.
Piştgirîya we tevkarîyê li dermankirina hejmareke mezin ya nexweşan dike û dîsa hêvîyê diafirîne.
 
 

Roja Xwekujiyê ya Cîhanî û xelekên hişmendiyê

Roja Cîhanî ya Xwekujiyê,dehê Meha Îlonê her sal tê pîrozkirin, buneyeke girîng e ji bo hişyarkirina pirsgirêkên derûnî û peydakirina rêyên rêgirtina li ber xwekuştinê ye. Di çarçoveya vê buneyê de Heyva Sor a Kurd rêzeçalakî li dar dixe ku girîngiya piştgiriya civakî û hişmendiya civakê der barê metirsiyên xwekuştinê de destnîşan dike bi rêya lidarxistina dewreyên hişmendiyê di bin durişmeya “Guhertina danû standina Li ser Xwekuştinê” ku di dirêjahiya 5 rojan de li pey hev jin û mêrên temen 18 salî û jo de , li gelek deverên wekî Til Temir, Şedadê, Ebû Xeşeb, Ebû Qelqel, Minbic, bajarê Reqa, El-Curniya, Girkê Legê, kampa El-Hol û kampa Waşkanî ku xizmetên piştgiriya derûnî di navendên tenduristiyê yên HSK de hene. Ev bune derfeteke bo baştir kirina têgihîştina me li ser sedemên xwekuştinê, ku beşdarî avakirina civakeke hevgirtî dibe ku bikare rastî zehmetiyên derûnî were, ji ber ku dabînkirina zanyarî û alîkariya pêwîst dikare cudahiyeke rastîn di jiyana gelek kesan de çêbike û bi vî awayî bi awayekî karîger beşdarî kirina rêjeyên xwekujiyê bibe.

Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Li bajarokê Ebû Qelqel

Noqteyên bijîşkî roleke girîng di xurtkirina pakbûna lênihêrîna tenduristiyê û pêşxistina kalîteya jiyanê de dilîzin , di nav de Navenda Lênihêrîna Tenduristiyê ya #Heyva_Sor_a_Kurd li bajarokê Ebû Qelqel ku tekane navenda herêmê ye , alîkariya lezgîn, dermankirina bingehîn, lênerîna dewrî pêşkêşî malbatan dike , ji bilî gelek xizmetên tenduristî yên din wek hişyariya tenduristiyê ji bo rêgirtin û kêmkirina belavbûna nexweşiyan û piştgiriya derûnî.

Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Tenduristyeke çêtir ji bo her kesî! 🌟 Navenda Heyva Sor a Kurd xizmetên pizîşkî yên berfireh pêşkêşî civaka Minbicê dike.
Pirrengiya berfireh! 🩺 Ji klînîkên jineolojî û navxweyî bigire heya klînîkên zarokan, navend ji bo her temenî lênerîna tenduristiyê ya awarte pêşkêş dike!
Dermankirin û gihîştina hêsan! 💊 ku pêşkêşkirina dermanên pêwîst hêsantir buye .
Piştgiriya lezgîn! 🚑 24 demjimêran beşê embulansan dixebite da ku lênihêrîna lezgîn li her dem, li her deverê peyda bike!
Naskirina rast a nexweşyan! 🧪 Laboratoriya navendê muayeneyên bijîjkî yên rast peyda dike da ku tenduristiya civakê misoger bike!
Zêdebûna hişmendiya tenduristî! 📚 Tîma perwerdehiya tenduristiyê ji bo pêşîgirtina nexweşiyan û pêşxistina tenduristiyê dixebite!
Parastina pişkolocîk! 💬 Bi pisporên tenduristiya derûnî re, kesên ku pêşberî zextê tên piştgiryê dibînin û kalîteya jiyana wan baştir dikin!
Cihek pêbawer! 🤝 Navend ne tenê klînîkek e, lê cîhek e ku tenduristiya civakê pêş dixe û hewl dide hewcedariyên her kesî peyda bike!
 
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Gelinin hedefi

Navenda Tenduristî li bajarokê Şedadê

 

Saziyên bijîjkî di peydakirina lênihêrîna tenduristî ji civakan re rolek girîng dilîzin.
Bi taybetî li herêmên ku xizmetên bingehîn li wan peyda nabin.
Di vî warî de, Rêxistina Heyva Sor a Kurd erkekî xurt nîşan dide ji bo pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û tenduristiyê ji nişteciyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi giranî li cihên dûr, di vî alî de navenda lênerîna tendurstî ya sereke li bajarokê Şedadî mînakek e, ji ber ku ew gelek xizmetan pêşkêşî dike, di nav de kilîmkên hundirîn , Jin û zarok, bi qasî 50 sudmendî her roj serdana navendê dikin.
Heman demê de navend ji bo rûbirûbûna kêşeyên tenduristiyê yên demsalî yên wekî nexweşiyên roviyan û sîngê û zikçûnê, ku di havînê de zêde dibin mijûl dibe.
Wekî din, navend xizmetên liberatorê û ambulansê, dermanên pêwîst ji nexweşan re ji dermanxaniya xwe peyda dike, ku ev xebatên domdar ji bo peydakirin xizmetên tenduristî û gihiştina wan bi qasî ku pêkan be ji gelek sûdmendan re.
Navenda Tenduristiyê ya Seretayî ya li gundê Şedadê

Heyva Sor a Kurd kampanyeke berfireh ya pêşxistina civakê pêk tîne

Bi armanca piştgirtina bersivdayîna lezgîn û lênerîna bijîşkî û peydakirina pêdiviyên kesên ku ji karesatên xwezayî û krîzan bandor dibin , bi piştgiriya rêxistina ” Medico international ” û hevkariya çend desteyên herêmî ,Heyva Sor a Kurd dest bi kampanyeke berfireh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakur û Rojavayê Sûriyê kirye.
Kampanya ku perwerdeyên Berevanya sivîl û Isafa yekem pêşkêş dike , bi armanca kêmkirina ziyanên mirovî û madî, derfetê dide zêdeyî 10 hezar kes ku çawa ji bo rûbirûbûna karîset û krîzên xwezayî plan bikin û amade bikin û bandorên wan sivik bikin , herwiha di xebatên lêgerîn, valakirin û rizgarkirinê de çawa bibin alîkar, û alîkariya bijîşkî a pêwîst di kêliyên zordar de peyda bikin.
 
https://youtu.be/7FrP_h8oF2s

Heyva Sor a Kurd xizmetên xwe pêşkêşî herêmên herî dûr jî dike

Ji ber ku peydakirina xizmet û lênihêrîna tenduristî û pizîşkî ya berdest e xaleke serekeye, taybet li deverên herî dûr jî, klînîkên Navenda Heyva Sor a Kurd (hundirîn – jin – zarok- rewşên awerte) li kampa Ebû Xeşeb ku li gundewarê bakurê rojavayê Dêrezorê dikeve ,xizmetên xwe pêşkêş dikin. ji bilî peydakirina dermanan ji dermanxaneyê û pêşkêkêşkırına hışyarıya tenduristiyê ji hêla ekîba wê , her wıha ambûlans ji bo her acîlekî di amadebaşiyê de ne.