belavlkirina şirê zarokan li ser malbatên penaber ji Efrîn Şehbayê

Peydakirina şîrê zarokan di dema kirîzên mirovî de mijareke girîng e û pêwîstiya wê bi baldariyeke taybet heye, ji ber ku bêtirî xwe bandorê li ser tenduristî û mezinbuna zarokan dike. Rewşa dijwar a ku koçber jiyan dikin, bandorek neyînî li karîna dayikan di peydakirina pêdiviyên bingehîn ên xwarinê yên zarokên xwe dike. Di vê derbarê de Heyva Sor a Kurd dest bi belavkirina şîrê zarokan li malbatên koçber ên Şehbayê û Helebê yên di nava bajarê Reqa û Tebqayê de kir da ku hemû bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire nava xwe.

 

xebatên klinîka mobîl li bajarê Hesekê bedewam dike

Bi belavbûna nexweşiyên demsalî yên zîvîstanê û bi şopandindina rewşa tendurstî a koçbran re , tîmên me yên bijîşkî bi rîya kilînkên gerok ,serdana navendên wargehî yên koçberên Şehba û Efrî li bajarê Hesekê berdewam dikin û lênerîna tendurstî di nav de nexweşiyên hundirîn,zarok û jin herwiha derman û hîşmendîya tendurstî pêşkêş dikin.

 

Bi rêya klînîkên gerok xizmeta tenduristî ya sereke ji koçberan re tê dayîn

Di şert û mercên penaberiyê yên dijwar û sermaya heyî de, rewşa tendurstî ya penaberan xerabtir dibeû li gel van astengiyan kilînkên Heyva Sor a Kurd ên gerok li bajarên Reqa û Tepqayê peydakirina lênerîna tendurstî berdewam dike ku di nav de beşên hundirîn,zarok,jin ,hişmendiya tendurstî û xizmetên lezgîn hene û rojane 150 nexweş sûdê ji van kilînkan digrin.

 

metirsiyên tenduristî û tedbîrên pêşîgirtinê li nuqteyên pêşwaziyê

Kombuyîna hejmarên mezin ji penaberan di xalên pêşwaziyê yên sereke de ,derfeteke mezin dide nexweşiyên belavbuyî yên weke zikçûn ,gurîbun,mîkitok , zerik ,kurmik û Laşmaniya û her wekî din ji nexweşiyan ku bi awayeke mestir û zûtir belavbibin ku ev yek dibe sedema metirsiyên tendurstî di vê rewşa dijwar de . Di vê çarçoveyê de tîmên hişmendiya tendurstî bi tîmên WASh ê re turkên paqijiyê bi hin têbîneyên paqijiê re belav kirin , lê hîn jî pêwîstiyeke mezin bi alavên paqijiyê û tamîrkirina kanalîzasyonê heye.

 

Bi rasthatina zivistanê re nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên bêhnê zêde dibin.

 
Navendên Heyva Sor a Kurd li kampên koçberan li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam in li ser pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û xurtkirina mijarên perwerdehiya tenduristiyê yên girêdayî nexweşiyên demsalî û yên vegirtinê.
Ji bilî xizmetên lezgîn û peydakirina dermanan ku pêşkêşî sûdmendan dike .
Ev hewldan dê bibin alîkar ku êşa gelek kesan sivik bike, pêşî li nexweşiyan bigire heya radeyek mezin, û lênihêrîna tenduristî ya pêwîst di dema xwe de peyda bike.
 

Navenda Tenduristiyê ya Sereke ya Şedadê pêşkêşkirina xizmetguzariyê didomîne

Bi klînkên hundirîn , zarok û jinan û beşê lezgîn, Heyva Sor a Kurd li Şedadê pêşkêşkirina xizmetên awarte û lênerîna tendurstî a sereke didomîne , ku her beşek rojane nêzî pêncî nexweşî pêşwaz dike, muayeneyên bijîşkî tên kirin û li gorî vê yekê hin rewş ji bo wan enelyiz tên çêkirin. Li gorî vê yekê dermanên guncaw ji dermanxaneya navendê tên dinivîsin, ev yek jî tevkarîyê li peydakirina lênihêrîna tenduristî ya berfireh dike.
Berdewambuyîna pêşkêşkirina van xizmetan tevkariyeke giring Ji bo başkirina tenduristiya gel, xurtkirina kalîteya jiyanê û bilindkirina hişmendiya tenduristiyê li herêmê dike, bi taybet cihên dûrî navendên bajaran.
 

Tîmên perwerdeya tenduristiyê li ser girîngiya zû naskirina pençeşêra pêsîrê rûniştinên hişmendiyê didomînin

Êkîpên perwerdiya tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd bi taybetî di meha Cotmehê de ku bi navê “Meha Pembe” tê naskirin, di hişyarkirina pençeşêra pêsîrê de rolek girîng dilîzin.
Bi organîzekirina çalakî û semîneran, ev êkîp hewl didin ku zanyariyan li ser girîngiya tespîtkirina zû û pêşîlêgirtina vê nexweşiyê zêde bikin.
Jinên li kampan û civakên herêmî ji van hewldanan sûd werdigirin, encama wê jî avakirina civakek saxlemtir û ewletir ji vê nexweşıyê.
ev çalakî ne tenê semînerên hişyariyê ye, lê di heman demê de jî serdanên malan jî hene, ku piştrast dikin jib o ku ku agahdarî bigihîje beşa herî berfireh ji civakê.
Hişyariya de barê penceşêra pêsîrê dikare jiyana gelek kesan biparêze , û dihêle hêza civakê lı dıjî vê metirsiya tenduristî xortir bibe.

Zûnaskirina penceşêra pêsîrê yek ji girîngtirîn karûbarên meha Pembe ye

 

Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.

Çalakiyên meha Pembehî

Bi boneya #meha_Pembehî Meha Çotmehê,nexweşxaneya Onkolojî , şewat û Telasîmiyayê ya girêdayê #Heyva_SoraKurd li bajarê Qamişlo pêşwazîkirina hemû nexweşan di beşa zûnaskirina #pençeşêra_pêsîrê de bi awayekî berfireh radighîne, ku bi riya teknîkên îkografî û mamografî , ji hêla ekîbeke bijîşkî ya pispor ve nexweş tên muayene kirin. Her wiha kampaneyke hişmendiya tendurstî ya berfireh li hemû xalên Heyva Sor a Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê despê kiriye û ji hêla tîmên perwerdeya tenduristiyê ve tê bicihkirin û li ser girîngiya zû naskirina penceşêrê welatî têne perwerdekirin.
Zû naskirina penceşêra pêsîrê yeke ji gavên herî giringe di kêmkirina rêjeya mirinê û zêdebûna derfeta dermanbuyînê di dema naskirina nexweşiyê di despêka wê de ye

Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.