Telasîmiya nexweşiyeke xwînê ya genetîk e ku ne tenê pêşberiyeke tendurustî ye, ew jî çîrokek têkoşîna rojane ya kesên ku pêwîstiya wan bi veguhestina xwînê ya birêkûpêk û lênihêrîna berdewam heye .
Bi wesîleya vê rojê girîngiya zûnaskirinê, keşfa genetîk a beriya zewacê û girîngiya tevkirina nexweşan di nava civakê de radixe ber çavan.
Em dikarin bi hev re bi rêya sindoqên alîkariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine belavkirin desteka madî bidin wan û xwînê bidin nexweşxaneya Onkolojî,şewat û Telasîmiyayê ya bajarê Qamişlo.
Her gotinek , her destekek , her bexşînek guhertinekê çêdike.
https://www.youtube.com/watch?v=IWjkYRFnsqE
Roja pîrikan a cîhanî
/0 Comments/in Awarte, Perwerdehiya tenduristî, Rapor, Tenduristî/by user55
Her sal di pêncê heyva gulanê de, cîhan roja pîrkan a cîhanî pîroz dike , û nirxandina rola wan di piştgiriya tenduristiya dayik û zarokan de , pêşxistina hişmendiya girîngiya xizmetên jidayikbûnê û lênerîna tenduristiya giştî û alîkariya kêmkirina rêjeyên mirina dayik û zaroka wê di qeyranan de dike.
Li Heyva Sor a Kurd em hewl didin ku jîngeha kar baştir bikin, perwerdeyên domdar ji bo pîrkan peyda bikin û xurtkirina zanista wan, ji bo peydakirina baştirîn lênihêrîna dayîk û zaroka wê, balê dikişînin ser pirsgirêkên ku tên jiyan kirin û çavkaniyên pêwîst ji bo pêşxistina encamên tenduristiyê peyda dikin. Em spasîya hemû pîrikên cîhanê dikin, li ser ked û rola wan a mirovahî û sereke di tendiristîya zayindî de.
Perwerdeyek li ser Başkirina Kalîteya Xizmetên Şopandina Avê
/0 Comments/in Beşê WASH, Perwerdehiya tenduristî, Rapor, Tenduristî/by user55Di berdewamiya bersivdayîna Heyva Sor a Kurd de ji bo bergirtina nexweşiya kolerayê ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di havîna 2022 ‘an de belavbuna wê li gelek deveran ragihand. Xebatên bersivdayînê yên herî berbiçav ku tîma WASH li Heyva Sor a Kurd û bi hevkariya Medico International Schweiz re ew bû ku pêşxistina kalîteya xizmetên şopandina avê dikir bi rêya pêşkêşkirina desteka pêwîst ji bo laboratuarên avê yên girêdayî mudîriyeta Avê ya gistî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bi dewamkirin û berfirehkirina çarçoveya pêkanîna testan re reaktorên pêwîst ên laboratuarê, kadroyên perwerdeyê, ewlekirina alavên laboratuarê yên pêwîst û pêşvebirina standartên xebatê yên pêwîst.
Di dema dawî de, ji aliyê tîma Medico ve ji bo xebatkarên beşa WASH a Girêdayî Heyva Sor a Kurd û karkerên di laboratuarên Mudîriyeta giştî ya Avê de dewreyeke perwerdeyê ya çar rojan hate birêvebirin, ji bilî serdanên meydanî ji hemû laboratûwarên navborî re, ji bo pêşkêşkirina têst û alavên pêwîst di demên pêş de.





diyarî û pêlîstok ji bo zarokên Telasîmiyayê
/0 Comments/in Çîrok, Geşepêdan, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk/by user55Bi înîsîyatîfeke hemû mirovahî û dayîn , Navenda Hîro ya Diyalog û nûavakirinê bi hevkariya rêxistina CARAVAN a Nemsawî komek pêlîstok û çenteyên dibistanê ji odeya piştgiriya psîkolojîk re li nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiyayê pêşkêş kirin.
Ku hawîrdoreke piştgir û rehet Ji bo zarokên bi nexweşîyên domdar ên wek Telasîmiya, hêvî û xweşbîniyê dide wan.




kilînkên gerok li Reqa û Tepqa
/0 Comments/in Awarte, Çîrok, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Rapor, Tenduristî/by user55
Serdana kilînkên bijîşkî yên gerok yên Heyva Sor a Kurd bi awayekî dewrî ji wargehên penaberan re li Reqa û Tepqayê ,dibe wesîleyeke aktîv di pêşkêşkirina lênerîna tendurstî ya pêwîst . ji ber ku gihaştina xizmetên bijîşkî ji bo her kesî hêsan dike , çi ji dermankirin,derman,pîştgiriya derûnî ,perwerdehiya tendurstî û şopandina nexweşiyên domdar û her wekî din ku rewşa tendurstiya wan û pakbûn jiyana wan bilind dike.
Însiyatîfeke însanî ji bo alîkariya gelê me yê li perava Sûriyeyê
/0 Comments/in Çîrok, Geşepêdan, News, Perwerdehiya tenduristî, Rapor/by user55
Ji ber bûyerên bi êş li berava Sûriyê û xirabûna rewşa mirovî li wir ji ber kêmbûna bersivdayina alîkariya mirovî , me Heyva Sor a Kurd bi insiyatîfa civaka sivîl li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û bi hevrêzkirina bi dezgehên pêwendîdar re, dest bi amadekariya karwaneke alîkariyên mirovî kir ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi berava Suriyê ve di zûtirîn dem de bighêje.
Em spasiya hemû saziyên sivîl , depo û kompaniyan dikin li ser alîkarî û insiyatîfê û bi hêviya aşîtiyê ji gelê me yên li beravê û hemû Suriyê re dixwazin.
belavkirina şîrê zarokan li Tepqa û Reqa
/0 Comments/in Geşepêdan, Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by user55pirojeya kilînka jinan a gerok di bin duruşmeya ” li tendurstiya xwe binêre , tu jiyanî ”
/0 Comments/in Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Rapor, Tenduristî/by user55
Heyva Sor a Kurd her tim piştgiriya pirojeyên jinan dike û xizmetên girêdayî jinan pêşkêş dike. Vê carê jî yekmîn pirojeyeke bi ekîpeke hemû jin dest pê dike û xizmetên tendurstî ji bo jinan li gundan bi rêka kilînkek gerok û embulansekê pêşkêş dike
Bi boneya 8ê Adarê roja jinên cîhanê bi durşmeya “li tendurstiya xwe binêre , tu jiyanî “ ekîpa vê pîrojeyê kêfxweîiya xwe tîne ziman û bi dilekê germ xizmetan ji jinan re pêşkêş dikin.
xizmetên Navenda Abu Xeşeb a lênerîna Tendurstî
/0 Comments/in Awarte, Beşê WASH, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by user55avenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a dikeve rojhilatê Dêra Zorê , rojane pêşwaziya 120 sûdmendan dike.
Her klînîkek li navendê (hundirîn, zarok, jin) rojane 40 sûdmendan werdigire, di nav de nexwşên lezgîn, û xizmetên û muayeneyên pizîşkî yên guncaw ji bo hemûyan pêşkêş dike.
Ji bilî klînîkan, dermanxane dermanan ji wan re peyda dike û li aliyekî din jî ambûlans 24 seatan ji bo rewşên awerte amade ye.





286 zarok sûdmend ji belavkirina şîr li bajarê Tepqayê
/0 Comments/in Geşepêdan, Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by nerudaHeadquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933