Qampanya ”banga Efrîn” li Başûrê kurdistanê dest pê dike

Heyva sor a kurd beşê Başûrê Kurdistanê îro dest bi qampanya “banga Efrîn “di riya xwendina vê daxwyaniyê re dike :

” Berxwedana Efrînê li dijî artêşa Turk a dagirker û çeteyên wê bi hemû çekên giran  , belafir , tang û topan û bikaranîna çekên kîmyawî   (navçeya Şiyayê)  li ser sivîlan û kok zemîna bajêr   di roja xwe ya 30yemîn de berdewamdike.

Wek Heyva sor a kurd  û bijîşkên sykolojîK  yên bê sînor em îro dest bi qampanya alîkaryê ya bi navê (banga Efrîn )dikin wek berdewamî ji kampanya ku  hemû saziyên sivîl û meclisên bajaran li Rojavayê kurdistanê pêk anîn .

Rengê alîkariyê(derman – şîrê zarokan – pere ) û çêtirê xwe ku alîkarî bi rengê madî be ji ber hesaniya şandşna wê  ji Efrînê re her wiha pêdivya welatyan bi bingehiyên jiyanî pir heye , di ancama benaberya piranya welatiyên  gundên li ser sînor  ku berê xwe didin navenda bajêr”.