Heyva Sor a Kurd konferansa xwe ya sêyemîn li darxıst û hevserokatiyeke nû hilbıjart

Îro Înê, Rêxistina Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo sêyemîn konferansa xwe bi dıruşmeya “Bi hêvî û hevkarî ji bo avakirina paşerojeke bı ronî ” lı darxıst bi amadebûna endam, kadroyên bijîşkî û rêxistinên hevkar di xebatên mirovî de li. Tevî hejmarek ji berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi nûnertiya Rêveberiya Tenduristiyê, herwıha Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-dem)û kongra star.
Xebatên Sêyemîn Konferansa Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên şer û karesatan destpê kir.
Paşê, li ser kar û xebatên Heyva Sor a Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di navbera salên 2022-2023’an de ku tijî zehmetî û astengî bûn, di serî de êrîşên dewleta Tirk, qurbaniyên Êrîşên wê, û ziyanên ku gıhştên binesaziyan, û herwiha karesata erdheja wêranker ku vê sibatê li herêmê qewımî bû.
Bi dawiya pêşkêşkirina belgefîlm, rapor ji aliyê ofîs û navendên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd ve hatin xwendin, piştre derî ji bo guhdarîkirina pêşniyarên endam û beşdaran ji bo baştirkirina rewşa tenduristî û alîkariyê li gorî rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibin.
Piştre rêziknameya Heyva Sor a Kurd hate xwendin û ji aliyê endamên beşdar ve hate nîqaşkirin û li gorî rewşê û kêşeyên wê guhertinên guncaw û hatin pêşniyarkirin. Piştî xwendina rêziknameyê û gotûbêjkirin lı se wê , birêz Dılgeş Îsa û Xedîca Mûsa wek hevserokatıya nû a Rêxistina Heyva Sor a Kurd hatin hilbijartin ku xebatên 2 salan wê bi rê ve bibin.
0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *