Qurbanî û metrsiyên bermahiyên şer li Şehbayê

Êşa koçberên Efrînê û xelkên herêmên Şehba û rûbirûbûna wan ji metirsiya bermahiyên şer berdewam e, heta niha tîmên me yên pişîşkî li herêmên Şehba zêdetirî /104/ bûyerên di navbera qurbanî û birîndaran de tomar kirine. di encama teqîna bermahiyên şer û bombeyên teqemenî de. Duh, li gundên herêmên Şehbayê, mayînek ji malbateke koçber ên Efrînê teqiya û di encamê de bav û du zarokên wan bi giranî birîndar bûn. Bav tiliyên destê xwe winda kirin, laşê zarokan bi îşaretên ku jiyana wan dişopînin hatin nîşankirin.
 
 
 
 
 

 

Şehîd Basim Muhemed ” Şehîdê Mirovatiyê “

Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya şehîdbûna hevalê xwe Basem Mihemed wergirt, ku di encama gulebaranekê de dema ku wî li navenda sereke ya Heyva Sor a Kurd li Kampa Holê erkê xwe ye mirovî pêk di anî. Tevî hemû hewldanên ku hevalên me dan ta Basim jiyana xwe ji dest nede, mixabin ew hewildan bi cih nehatin.
Bassem ciwanekî di bihara temenê xwe de bû, li Hesekê ji dayek buyê, bavê du zarokaye û li benda yê sêyem e. Wî di gelek rêxistinên mirovî de kar kiriye beriya tevlî me bibe, ku her pênc salên dawî di nav Heyva Sor a Kurd ma.
Ji dema damezrandina rêxistina me û pejirandina xebatên me yên mirovî û tenduristiyê ve, hevkarên me bi berdewamî li cihên herî metirsîdar bi binpêkirinên cûda rû bi rû dimînin, lê herdem em pabendî rêzikname û prensîbên çalakiyên mirovî bûn.
Û di van salan de me rêhevalên xwe yên herî baş ji dest dan, ku herî dawî jî şehîd Basem bu ku di dema xebatên xwe yên mirovahî pêk di anî jiyana xwe ji dest da.
Li hemberî van êşan em sersaxiyê dixwazin ji malbata Bassem, hevjîna wî, zarokên wî, û hemû hevalên xwe û ji xwe re jî dixwazin.
Û ji hemû hezkiriyên wî re saman û sebrê dixwazin.

Nexweşxaneya Kovîd19 a nû li bajrê Reqayê dest bi kar dike

Bi hevkariya Desteya Tenduristiyê,  Navenda Kovîd19  a Heyva Sor a Kurd ji bo rewşên gumankirî û navîn hat veguhezîn û tevî  nexweşxaneya “Îadatên Şamel” a Covid 19 li bajarê Reqayê bû, nexweşxana ku herî dawî hat vekirin beşên “Triage- têst – rewşên tekez – rewşên  gumankirî – Lênihêrîna giran” pêşwazî dike.

 

Topebarane li ser xelkên Efrîn li Şehbayê berdewame

Iroj careke din, Artêșa turk û hevalbendên wê jı giopên îslamî, êrîș anîn Ser herêma Șehbayê, ya ku piraniya xwe penaberbune jı ber dagirkerên Efrin, di encam de du zarok bi temen 8 û 12 salî jıyana xwe jı dest Dan, herwiha 6 kes ku bêturê xwe jı yek malbatê ne birîndar bûn, Ev êrîșên berdewam jı hêla dewleta tirk û hevkarên wê, binpêkirineke mezine jı mav û zagonên insaniyetê ne.

 

#Topebarane_li_ser_xelkên_Efrîn_li_Şehbayê_berdewame

Navend û nexweşxaneyên Kovîd19

Bi belavbûna vayrûsa Kovîd-19 re bersiva me ya tendurstî ne tenê hejmarên germ yên girêdayî odeya emeliyatan, navendên rewşên awarte û lezgîn ji bo nexweşên Korona , konên tecrîda nexweşan li ber hemû navendên tendurstî yan jî kampaniyên perwerdekirnê bûn , hewcedariya navend û nexweşxaneyên taybet ji bo Kovîd 19 bû erkeke li ser milê me ku em di demeke tîpîk de wan ava bikin da ku di ruyê nexweşiyê de bisekinin.
Karmendên Heyva Sor a Kurd (200) bijîşk, musêf û hemşîreyên ku di nav van navend û nexweşxaneyan de dixebitin perwerdeyên dewrî dibînin da ku kiwalîta xizmetê bilind bikin û ji çavkaniyên berdest sûd bigrin û hejmara rewşên rehtbûyî zêde bikin.

Bi sedema mayîna çar zarok li Til Rifetê birîndarbûn

Roja Navneteweyî ya Zarokan di sala 1954-an de wekî minasebeta cîhanî ku her sal di 20ê Çiriya Paşîn de tê pîroz kirin ji bo zêdekirina girêdana navneteweyî, hişyarkirina zarokên cîhanê, û xweşkirina rewşa wan hate ragihandin.
Gava ku piraniya zarokên Sûrî mafên wan ên herî bingehîn tune, ji bilî bermahiyên fîzîkî û derûnî yên şer ku ew her roj hîn dibin.
Tam vê sibehê, mayinek ku di navbera zeviyên zeytûnê de li Tal Rifaat hatibû çandin, bi çar zarokan re ji yek malbatê, di navbera 9 û 14 salî de teqiya.
Çar zarok birîndar bûn ku dikarin ji bo jiyana wan bi wan re bimînin
Hêjayî gotinê ye ku serjimêriya qurbaniyên bermayîyên şer li deverên Şehba gihîşt /81/ heya îro.