Heyva sor a kurd alÎkariyên tendurstî pêşkêşî 42,000 penaberî li kampa Erîşa dİke

 

 

Endamên heyva sor a kurd her roj ji seat 8an ta 4an alîKariyên tendurstî  pêşkêşî  penaberên kampa Erîşa ya girêdayî bajarê Hesekê dikin.

kamp  derdora 42 hezar penaberî  dihewîne û piraniya wan ji bajarê Dêra zorê ne.

Li kampê  Sê kilînkên girêdayî  nexweşiyên  ( jin -zarok- hundr(în) hene û ew kilînk her roj derdora 500 nexweşî dermandike  her wiha klînkek gerok her roj li kampê digere û nexweşiyên jinan derman dikin  .

 Endamên  heyva sor a kurd li her du xalên pêşwaziyê (Ebu Xeşeb -Maliha)   alîkariyên tendurstî pêşkêşî  penaberan dikin û bi nêzîkbûna  werzê zivistanî  Bangê  li saziyên navnetwî  dikin ku alîkariya wan bikin .

Yekem neştergerî di navenda Heyva sor a kurd Xala Şêx Meqsod

Weke gavên yekem , tevî ku tunebûna şiyan û xizmetên pêwîst di taxa Şêx Meqsod bi gîştî û navenda wê bi taybetî de , yekem neştergeriya Revîyê kor tê de hat kirin

Ev neştergerî destpêka neştergeriyên din bû , ji ber ku di rojên pêş de hin din dê bibin

Lê navend her dixwaze odeya aradiographic amade bike

Ev neştergerî di bin çavderiya bijîşkek pispor , alîkar û hemşîre bû

Em pîroz dikin ev gav li hêviya serkeftina bi berdewam

Heyva Sor A Kurd perwerdeya Hewarhatina yekemîn û Temrîd vedike

Heyva Sor A Kurd radighîne ku deryê tomarkirinê vekiriye ji bo her kesê buxaze beşdarî  perwerdeya (Hewarhatina yekemîn û Temrîd ) . Tê zanîn ku ev perwerde  tên pêşkêş kirin bê pere û kesê ku perwerdyê bi dawî bike wê bibe alîkar di nava xebatkarên Heyva Sor A Kurd de .

Tomarkirin tê despêşirin ji roja 1/6/2017’an di navenda rêveberya Heyva Sor A Kurd de li taxa Kornîş li bajarê Qamişlo .

Navenda Amûdê dermanê nexweşiyên giran ji 2984 nexweşî re peyda dike

Navenda me ya Amûdê dermanê nexweşiyên giran li Kantona Cizîrê û Kobanê peyda dike, ev navend ya yekemîne seranserî Rojava. Navendê derman da 2984 nexweşî di sala borî de û heta destpêka vê mehê.
Nexweşên ji navendê xizmet girtine ta nuha:
259 nexweşên ku dermanê çandina gurçikan girtine, 265 nexweşiyên Hormonî , 258 nexweşiyên genetik , 104 nexeşiyên Brucella , 32 nexweşên Kanserê , 212 nexweşiyîn xwînê , her wiha 1854 nexweşiyên cuda.
Navendê di 20.12.2015’an hate vekirin dermanan li gor derfetan ji nexweşan re peyda dike li seranserî Kantona Cizîrê û Kobanê.
Bîroya Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd

Heyva sor a kurd li şêrawel

Şêrewe herêmek ji herêmên yê ku heyva sor akurd ji aliyê tendirustî dinûxmîne , tê de hemû navend û xalên tendirustî hat avakirin weke 

Navenda Beradê ya tendirustî : ev navend di 10.8.2015’an de hatibû vekirin ,tê de sê bijîşk û alîkarek di rojên  ( Şemî , Dûşem û pêcşem ) berdewamin  ,rêjeya hejmarên nexweşan ên mehane derdûra (200 heya  250 ) nexweş û ji bo wan nexweşan dermanên heyî tên dandin

Navenda kampa Rûbar ya tendirustî :ev navend di 1.10.2014 ‘an de li gundê Basilê hatibû vekirin , tê de bijîşkek û alîkarek  di rojên Şemî û Dûşemê berdewamin  , rêjeya hejmarên nexweşan ên mehane (200) nexweş û dermanên wan jî tên dandin

Ji bilî wê jî , niha tê de Aşlekirina zarokan an ji pênc salî biçûktir û aşlekirina jinan ji bo kuzazê di rojekê ji her mehekê de tê dandin

li gel wê jî Bijîşgeha laşmeniye di rojên Şemiyê û Duşemê tê de kar dike û rêjeya hejmarên nexweşên wê yên mehane (15) nexweş

        

Navenda Basûtê ji bo Aşlekirina zarokan : ev navend di 13.2.2017 ‘an de hat vekirin , tê de karê Aşlekirina gîştî ji bo zarokan û jinan di rojekê de her hefte tê kirin , rêjeya hejmarên zarokan ên mehane (30)  û rêjeya hejmarê jinan (20) heftane

Navenda Heyva Sor Akurd Şaxa Efrîn

Yekemîn sazîyên mirovahî di Efrînê de bi Heyva Sor Akurd destpêkir , hemû xebatên alîkarî ji bo kesên belengaz kir .

Di sala 2013,an de heyva sor akurd alîkarên heyberî , rewanî û tendirustî  ji bo koçberên taxa Şêx Meqsûd ên di dibistanan û sazîyan de kir .

Di sala 2014,an de alîkarên tendirustî ji bo koçberên  Telhasêl , Telaran û Ehrezê yên di kampa Ş.Mezlûm Doxan li Kefrjenê de kir .

Niha navend karê tendirustî bi rêva dibe û tê de:

 Bijîşgeha diranan: du bijîşk tê de rojane  berdewamin

Û rêjeya hejmara nexweşan ya mehane (120) kes

Bijîşgeha Laşmaniye:  tê de dermansazek û du endam berdewamin û ew di rojên (şemî û çarşem ) kar dikin û rêjeyê hejmara nexweşan heftane (15) kes

Dermanxane: tê de dermansazek û du alîkar hene ,û kar tê de rojane berdewame , rêjeya reçetên tendirustî yên mehane (350)

Aşlekirina zarokan: ji bo zarokên kêmî pênç salî,  û zêdeyî wê jî Aşleyê Kuzezê ji bo jinan , rêjeya hejmara zarokan a heftane (80) zarok û (30) jin ,  ev kar heftane di roja çarşemê berdewame .

Navend her demekê perwerdeyên tendirustî ji bo hemî kesan dike û heya niha sê grop derxistine .

Navenda Şêx Meqsûd

Di aloziya suriyê de ya ku ziranên xwezayî ,mirovahî , û kêmbûna derfetên jiyanê ya rojane û zehmetiya heyîna wan di tax û herêman de ,para herî mezin ji van aloziyan di taxa Şêx Meqsûd de pêkhat , ji ber wê ,rêxistina Heyva Sor A Kurd navendeke tendirustî di dibistana Yesîn Yesîn , dîroka 1/6/2013 de , di bin nave nexweşxaneyê Heyva Sor A Kurd vekir , û piştî wê , ew nexweşxane bi navê

 Ş. Xelêd Fejir hat kirin , ya ku karê bijîşka zarokan dikir , û jiyana xwe li wir da .

Wê demê kar bi heft endaman û amûrên alîkariya destpêkê ya tendirustî destpêkir, heyanî bû nexweşxaniyek meydanî  tê de (35) endam hene:

( 4 bijîşk – dermansazek – 18 alîkar – du rêveber – 4 ajokar – 5 xizmetkar ) , û zêdeyî wê jî

( du beş ji bû Ambulansê – beşek Analîza tendirustî – Drmanxane – Bijîşgeha jinan – Bijîşgeha diranan – Bijîşgeha hidrîn )

Navend mehane: / 3640/  Nexweş derman dike tevî dandina dernmanên wan .

Di sala 2016,an  de hejmara kesên ku hatibûn nexwexaneyê Şêx meqûd / 36150/ kes .

Navenda Heyva Sor A Kurd Xala Bilbilê

Xala Bilbilê

Xala Bilblê li Efrînê li navçeya Bilbilê xebat dike , di cotmeha sala 2013’ an de hatibû vekirin .

Xala Bilbilê weke hemû xalên Heyva Sor A Kurd kar dike , destpêkê xebatên lêkolînê bi malbatên xizan û rewşên taybetî de dest pêkir , piştre xebatên li ser belavkirina madeyên alîkariyê weke ( xwarin , cil , madeyên saxlem , şîrê zarokan , pêlavan , konên mala , kursiyên astangdaran )  ji bû  kesên belengaz kir ,û heya niha tiştên ku tê bidestxistin  tên belavkirin .

Da ku navçeya Bilbilê 43 gund di nav xwe de dihewîne , lê mixabin navendeke tendirustî tê de nîn e , ji bilî navenda tendirustî ya heyva sor a kurd a di 10/10/2015 hat avakirin

, niha sê bijîşgeh berdewamin .

  • Bijîşgeha zarokan : tê de rêjeya nexweşan a rojane 35 kes , û ya mehane 150 kes .
  • Bijîşgeh hindrîn : tê de rêjeya nexweşan a rojane 40 kes , û ya mehane 75 kes .
  • Bijîşgeha pitika gîştî : tê de rêjeya nexweşan a rojane 75 kes , û ya mehane 250 kes .

Û ji bû wan nexweşan dermanên heyî tê dandin  .

  

Navenda Qamişlo xizmeta 21524 nexweşî dike di sala 2016’an de

Navenda Qamişlo ya Heyva Sor A Kurd xizmeta 21524 nexweşî dike di sala 2016’an de, li beşên Hundirîn, Zarok û Laşmaniya piştî dîtina txtorên pispor ji nexweşan re her wiha dermanê pêwîst tê dayin.

Beşê Zarokan 4991 nexweş dît û dermanê pêwist tê dayin.

Beşê Hundirîn 10624 nexweş ji xizmetê sûd girtin ji ECG, ICO û dermanên Rebû, Şekir û dil didin li gor pêwistiyê.

Beşa Laşmaniya 5909 nexweş hat derman kirin.

Her wiha navendê alîkarî da hin welatiyên ku pêdiviyên emelyata ji wan re lazim dibe û birînên hin birîndarên sivîl yên teqîna derman kirin.

Navend deriyê xwe her roj ji bilî roja În û Şemî ji sa’at 8’ê sibê ta sa’at 2’ê piştî nîv ro vedike.