Piştî du salan ji avakirin û amadekirinê, Heyva Sor a Kurd avahiyeke bijîşkî vedike

 

Ji ber şert û mercên ku gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kişandine ji zehmetiyên çûn û hatinê û lêçûnên zêde yên dermankirinê li herêmên din, Rêxistina Heyva Sor a Kurd vê êvarê nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiya li bajarê Qamişlo vekir, bi amadebûna heval, hevkar û çend saziyên rêveberiya Xweser a Demokratîk , ku piştî du salan ji xebatên avakirin û amadekirinê dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji bo nexweşên beşê onkolojiyê dike ku di nav de nexweşiyên hişk û yên xwînê hene, bi hevkarî û dilxwaziya hejmarek bijîşkên pispor ji bo wergirtina Nexweşan ji hemû herêmên Sûriyê.

 

Heyva Sor a Kurd damezirandina xwe ya 11emîn pîroz dike

Heyva Sor a Kurd damezirandina xwe ya 11emîn pîroz dike. Bi vê boneyê ew sipasîya hemû karmendên xwe dike, ku beşdarî pêşkêşkirina hemû xizmetên bijîşkî û mirovî bûne. ji her kesekî li hundir û derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji her dilxwazekî ku baweriya wan bi karê me hatî û di kirîz û karesatande destê alîkariyê dirêjî me kirîre sipasîyên xwe dişêne. ji ber ku hemû xizmetên hatine pêşkêşkirin bêyî hezkirin û hevkariya wan hemûyan ne gengaze temam bûba.

Roja cîhanî a astengdaran

 

Bi boneya roja cîhanî a astengdaran û di bin drûşmeya “min ji astengdariya min dadgeh neke, bihêle ez karînên xwe nîşanî we bidim” Heyva Sor a Kurd bi hevkarya rêxistina nûdem çalakiyek ji zarokan re lidarxist , di çalakiyê de şano û stranbêjî ji zarokan re hat pêşkêşkirin, ji bilî xêzkirina rûyê wan û belavkirina diyariyan , bi armanca tevlîkirina zarokên astengdar bi ên ne astengdar re.

Belavkirina cilên zivistanê li ser koçberên kampa Waşokanî

Bi hatina demsala zivistanê û zehmetiyên ku koçberên kampan rastî wan tên, Heyva Sor a Kurd li kampa Waşokanî ya koçberan, li rojavayê bajarê Hesekê, komek cilûberg ji bo hemû temenan bi taybet zarokan belav kir.
belavkirinê di navbera navenda Heyva Sor a Kurd a li kampê û komînan de hat koordînekirin, da ku cilûberg bigihêje hejmareke baş jı sûdmendan.

kampanya erê ji bo jiyanê bidawî bû

Ji bo pêkanîna bandoreke erênî di civakê de bi rêka perwerdekirina ciwanan, pêşxistina hişmendiya xetereyên madeyên hişbiriyê, teşwîqkirina jiyana tendurist û dûrxistina ji kişandina wan , Û pêşxistina nirxên erênî û hevkariya civakê ji bo têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê, Heyva Sor a kurd însiyatîfa li dijî dermanên hişbirî bi navê “Erê ji jiyanê re”lidardixe
Ev insyatîf bi hevkariya Komeleya “lemesat Al Xeyr re Ji bo Alîkarî û Pêşvebirinê li bajarê Reqayê hat despêkirin , înîsiyatîf 5 taxên bajarê Reqayê hedef digire “Taxa Bedû, taxa Diriya, taxa muxteleta, taxa Firatê, taxa Rumayla” ku di riya rûniştinên dirêj re ji bo ciwanan pêk tîne ku Ji her taxeke herî kêm bîst ciwan û jin têde amade dibin .
 

Belavkirina ava vexwarinê li ser xelkê bajarê Hesekê berdewam e

Di çarçoveya projeya Mediko Swîsreyê de, Heyva Sor a Kurd bi alîkarıya meclîs û komînan, hîn jî avê li xelkê taxên bajarê Hesekê belav dike, ku ji ber qutbûna wê krîzek zehmet di peydakirina ava vexwarinê de jıyan dıkın ew jî jı ber qıtbûna wê jı sıtasıyona Elok a li bejahiya Serêkanıyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.
Ekîbên Heyva Sor a Kurd ku çavdêriya proseya belavkirinê dike, berî ku avê li ser xelkê belav bikın bı rengekî rêxistinkirî , kalîteya wê kontrol dikın û guncawbûna wê ji bo vexwarinê piştrast dike.
 

Heyva Sor a Kurd konferansa xwe ya sêyemîn li darxıst û hevserokatiyeke nû hilbıjart

Îro Înê, Rêxistina Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo sêyemîn konferansa xwe bi dıruşmeya “Bi hêvî û hevkarî ji bo avakirina paşerojeke bı ronî ” lı darxıst bi amadebûna endam, kadroyên bijîşkî û rêxistinên hevkar di xebatên mirovî de li. Tevî hejmarek ji berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi nûnertiya Rêveberiya Tenduristiyê, herwıha Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-dem)û kongra star.
Xebatên Sêyemîn Konferansa Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên şer û karesatan destpê kir.
Paşê, li ser kar û xebatên Heyva Sor a Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di navbera salên 2022-2023’an de ku tijî zehmetî û astengî bûn, di serî de êrîşên dewleta Tirk, qurbaniyên Êrîşên wê, û ziyanên ku gıhştên binesaziyan, û herwiha karesata erdheja wêranker ku vê sibatê li herêmê qewımî bû.
Bi dawiya pêşkêşkirina belgefîlm, rapor ji aliyê ofîs û navendên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd ve hatin xwendin, piştre derî ji bo guhdarîkirina pêşniyarên endam û beşdaran ji bo baştirkirina rewşa tenduristî û alîkariyê li gorî rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibin.
Piştre rêziknameya Heyva Sor a Kurd hate xwendin û ji aliyê endamên beşdar ve hate nîqaşkirin û li gorî rewşê û kêşeyên wê guhertinên guncaw û hatin pêşniyarkirin. Piştî xwendina rêziknameyê û gotûbêjkirin lı se wê , birêz Dılgeş Îsa û Xedîca Mûsa wek hevserokatıya nû a Rêxistina Heyva Sor a Kurd hatin hilbijartin ku xebatên 2 salan wê bi rê ve bibin.