Heyva Sor a Kurd dest bi projeyên ewlekirina avê li herêmên Şehba dike

 

 Ji ber germahiya zêde, û pê re kirîza avê li herêmên Şehbayê , Heyva Sor a Kurd dest bi hin projeyan kir ji bo kolandin û amadekirina bîrên avê ji bo zêdetirî 3,800 koçberin li kampa Serdemê peyda bike.

  Li kampa Berxwdan û taxa El-Ehdas jî projeyên bi vî rengî yên bên destpêkirin.

kampa Mehmûdlî

Xala tendurstî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li kampa Mehmûdlî yek ji xalên ku hejmareke mezin ji sûdmendan werdigire pêşkêş dike , ku di nava rojekê de 150 nexweşî dibîne bi rêya pêşkêşkirina gelek xizmetên bijîşk, ew tekane xala bijîşkî di hundirê kampê de ye ku 7/24’an bi armanca parastina tenduristiya fizîkî û derûnî ya koçberan.

 

 

Bi armanca belavkirina şahî û kêfxweşiyê

Bi armanca belavkirina şahî û kêfxweşiyê di dilê zarokan de û xêzkırına ken li ser rûyên wan, Heyva Sor a Kurd bi piştevaniya Rêxistina Parwîn û bi alîkarıya Komîteya Şlêr a Zarokan komek diyarî û lîstik pêşkêş kirin. , ji bilî pêşkêşkirina vexwarin û şêranıyê lı hıjmareke zarokên ku temenê wan jı 4- 6 salıye lı her dû bajarên Qamışlo û Hesekê.

Navenda Protez

Erdheja ku Sibatê li herêmê rû da bû sedema gelek xisarên mirovî û madî û birîndarbûna mayinde ya mirovan, Ya herî zêde jî ew bû qûtbûna lebatan ku birîdar bi saetên dirêj di bin kavilan de diman û yek ji wan kesan jî birêz Ebdulrezaq Hesen bû ku ji me re çîroka rizgarkirina jiyana wî û dermankirina xwe di nav Navenda Heyva Sor a Kurd a Protez, Dermankirina Fizîkî û Piştgiriya Psîkolojîk de vedibêje.

 

https://www.youtube.com/watch?v=4-xq70Rmv-U

Navenda Reşîd li Reqa

Li Navenda Reşîd li Reqa mehane nêzî 5000 Kes sûdê digirin.
Li Navenda Reşîd li bajarê Reqayê 24 saetan xizmetên lezgîn û tenduristiyê pêşkêş dike, navenda Reşîd mehane 4500-5000 sûdmend hene.
Ev lênêrînê sê klînîk dihewîne ( ya zarokan, ya jinan, ku jûreyek jidayikbûnê ya xwezayî heye, û ya hundurîn), ji bilî pêşkêşkirina analîzan di laboratuarê de, û dermanên ji dermanxaneyê, û du odeyên acîl û jûreyek Sedmê hene.
Li kêleka hemû van xizmetan di navenda Reşîd de xizmetên bûroya Parastinê û perwerdehiya tenduristiyê ya berdewam ji bo kesên serdan dikin pêşkêş dibe.
Li derve jî, ambûlans û awerte ku ji bo her qeza û acîlekî amade ye.
 
https://www.youtube.com/watch?v=VTOqzt9GX1U

bi hev re ji bo tenduristiyeke baş û hawirdoreke paqij

Em rêxistina Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çend sal in em projeyên xwe ji bo xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî pêş dixin , Hefteya borî me bi hevkarên xwe re rêxistina UPP, Desteya Tenduristiyê, Navenda Xizmetên Bijîşkan û Komîteya Tenduristiyê ya Girêdayî Şaredariyan re hevdîtin pêk anîn da ku planên nû ji bo xebatên li herêmê pêş bixin û bi awayekî sîstematîk bixebitin.
Ev proje bi armanca parastina tenduristiya giştî û hawîrdorê li herêma me û kêmkirina qirêjiya hawîrdorê û rîskên ku rastî me tên, tê pêkanîn. Em bi karê xwe serbilindin û em hêvî dikin ku ev proje bibe sedema armancên me yên hevbeş ji bo başkirina tendirustî û jîngehê.
Em we vedixwînin ku hûn bi me re di vê projeya girîng de cih bigirin û hişyariyê li ser girîngiya xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî belav bikin. Spas ji bo piştgirî û hevkariya we bi me re.

kampanyeke paqijiyê li Bakur û Rojhilatê Suriyê

Bi boneya roja kedkaran a cîhanî û di bin durişmeya ”Bi rihê kedkarên Gulanê em ê bajarên xwe paqij bihêlin” Komîteya Jin a Heyva Sor a Kurd îro Sêşemê kampaniya paqijkirinê li kolanên bajarên (Qamişlo – Hesekê – Dêirk – Minbic – Reqa) bi hevkariya Desteya Şaredariyan pêkanî ,armanca vê kampaniyê ku keda karkerên paqijiyê bidin xwuyakirin û teşwîqkirina gel li ser parastina paqijiya bajarên xwe.
 

Nûkirina nexweşxaneya Avrînê û başkirina rewşa tenduristiyê li Şehbayê

 
Tevî rewşên awarte yên ku herêma Şahba tê re derbas dibe, tîmên me di Heyva Sor a Kurd de dest bi projeya nûkirina nexweşxaneya Avrîn kirine, ku mehane 13 hezar nexweş ji herêm û gundên Şehbayê serdana wê dikin ku rewşên wan ji klînîk û ambûlansan, di nav de pêkanîna emeliyatan pêşwazî dike.
beşên nexweşxaneyê ên dê werin nûkirin ev in (odeya emeliyatê – laboratuar – lênihêrîna giran).
Xebatên nûkirinê wê heta 60 rojan bidome.