Piştî temamkirina projeya dirêjkirin û avakirina xetên kanalîzasyonê li kampa Berxdan ,Heman proje li kampa Serdam jî berdewam dike

Piştî temamkirina projeya dirêjkirin û avakirina xetên kanalîzasyonê li kampa Berxdan
Heman proje li kampa Serdam jî berdewam dike, ji destpêka avakirina kampê xetên kevin di dema bicihkirina gelê Efrînê li wir , ji wan re hatin avakirin . ev xetên kevin ji ber pirsgirêkên avaqirêj zehmetiyan dikişînin û ev yek bandoreke neyînî li ser tenduristiya giştî ya kampê dikir.
Ji ber vê yekê proje dê xetên kanalîzasyonê li kampê bi dirêjahiya 2700 metre û pîvana 10 înçan li şûna 4 înçan peyda bike û nêzî 4 hezar kes li kampa Serdamê jê sûd werbigire.
Ji xwe berî niha heman piroje li bajarê Helebê , taxa Şêx Meqsûd jî meşiya, li wê derê jî hinek xet temam bûn û hin ji wan berdewamin .
Hêjayî gotinê ye ku proje bi piştevaniya rêxistina bijîşkên Almanî (German Doctors) û bi alÎkariya desteya Şaredariyan a herêmên Şehbayê re tê pêkanîn.
0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *