Di çarçoveya projeya “Zero Gemar” de dewreyên hişyarkirinê berdewam dikin

Projeya ” Gemar Zîro ” ji bo rêzkirin û vegerandina bermahiyên malan ku ji bajarê Hesekê dest pê kir û bi taybet ji taxa Miftî wekî modela pêkanîna projeyê, çalakiyên xwe didomîne, di nav de perwerdeyên bilindkirina hişmendiya civakê di derbarê parastina jîngehê, naskirina çalakiyên proja heyî, rêbazên sererastkirinê û girîngiya vegerandina çopê, her wiha di dewreyê de hin çalakî û pratîkên ku malbat û xwendekarên dibistan û zanîngehê hedef digirin hene.
Bi pêkanîna vê projeyê, Ji bo armanca “Gemar Zîro” û kêmkirina qirêjiya hawirdorê xebat tên kirin, di riya pêşvebirina çanda domdar û zîvirandinê di civaka herêmî de. Ev proje pêngaveke girîng ji bo bidestxistina jîngeheke saxlem û paqij tê dîtin û tekezî li ser giringiya beşdariya bi bandor a kes û saziyan di parastina jîngehê û parastina samanên xwezayî de dike.
 
0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *