Heyva Sor a Kurd projeyek girîng ji bo piştgiriya tenduristî û avê li gundê “Til Ebûd” dest pê dike
/in Beşê WASH, Tenduristî/by user55Heyva Sor a Kurd, bi piştgiriya AWO International û bi hevkariya Volkshilfe, hewlên xwe ji bo baştirkirina şert û mercên jiyan û tenduristiyê li gundê Til Ebûd, nêzîkî Derbasiyê, bi armanca xurtkirina hevgirtina civakî û debara jiyanê bi rêya van awayan didomîne:
• Misogerkirina ava paqij: Sazkirina pergaleke avê ya bi enerjiya rojê ji bo bîran da ku xebata wan a domdar garantî bike û hilberînê zêde bike.
• Lênihêrîna bijîşkî ya birêkûpêk: Avakirina klînîkeke giştî ya mobîl li gund da ku xizmetên bijîşkî peyda bike û nexweşiyên ji ber ava qirêj an ne berdest çêdibin derman bike.
• Ev xizmet hemî niştecihên gund, ku tê texmînkirin 80 malbat in, di nav de bi qasî 17 malbatên koçber, jê sûd digirin.
Heyva Sor a Kurd ava paqij ji bo stargehên awareyan li Hesekê peyda dike
/in Beşê WASH, Tenduristî/by user55Bi piştgiriya rêxistina MIS’ê û bi hevahengiya meydanî ya bi komînan re, tîma Heyva Sor a Kurd ava paqij a ku ji bo vexwarin û bikaranînê guncan e, gihand sitargehên koçberan li Hesekê.
Ji ber ku agahdarî xeta yekem a parastina tenduristiyê ye, li gel vê xebatê kampanyayeke berfireh a hişyarkirinê hate meşandin ku ev xalên li jêr li xwe girtin:
Heyva Sor a Kurd krîza avê ji bo 130 malbatên koçber li Kobaniyê bi dawî dike.
/in Beşê WASH/by user55Ji bo pêdiviyên penaberên li Kobanê, tîma Heyva Sor a Kurd, bi piştgiriya MIS û wekî beşek ji projeyek alîkariya awarte, bi hevrêziya Şaredariya Gel a Kobanê, ava vexwarinê ya paqij û ewle ji bo stargehên ku 130 malbat lê diman peyda kir.
Ev bersiv ji ber nebûna şebekeyek avê ya têrker di stargehan de hat, ku gihîştina ava paqij ji bo parastina tenduristiya koçberan, kêmkirina nexweşiyên bi avê ve girêdayî û baştirkirina şert û mercên jiyana wan girîng kir.


Tîmên ambulansê li gundewarê Qamîşlo bersivê didin agir û lênêrîna kesên bandordar dikin.
/in Awarte/by user55Di dû şewata ku îro 30/7/2026 li gundên Elwanik Şêx, Elwanik Ezîm, Kolîce, Şêx Îbrahîm, Qirxo û Kurdimêk derket, tîmên alîkariya lezgîn gihîştin herêmê da ku alîkariya bijîşkî ya yekem û piştgiriya mirovahî bidin kesên ku bandor bûne.
Ji bo gelek rewşan, wek tengiya nefesê, şewat, alerjî û kêmbûna oksîjenê, alîkariya pêwîst hate pêşkêşkirin li gorî hewcedariya her rewşê.
Em ji bo hemû kesên ku ji vê şewatê bandor bûne saxlemî û ewlehiyê dixwazin, û bang li hemûyan dikin ku di van şertên dijwar de bi yekîtiyê û piştgiriyê li hev bisekinin.



Heyva Sor a Kurd alîkariya malbatên şehîdan didomîne.
/in Alîkarî/by user55Di çarçoveya peyama xwe ya mirovahî ya domdar de, Heyva Sor a Kurd piştgirîya malbatên şehîdan didomîne.
Îro ji bo her malbatekê 18 kîlo birinc û 4 qutiyên dibeza firengan hatin belavkirin. Ev kampanya malbatên şehîdan li Çil Axa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Dêrik û Qamişlo digire nav xwe, û pêvajoya belavkirinê hîn jî didome heta ku bigihîje hemû kesên ku mafê wergirtinê hene.


Bersiva lez a ekîbên ambûlansê li gundewarê Til Temir
/in Awarte/by user55Ekîbên ambûlansê yên Heyva Sor a Kurd bersivek lez dan bûyerek qezaya trafîkê li Til Ehmir a gundewarê Til Temir. Piştî pêşkêşkirina alîkariya yekem a bijîşkî li cihê bûyerê, birîndar bi lez hate veguhastin Nexweşxaneya Tîşê li Qamişlo.
Lezbûna bersiv û destwerdana ekîbê me roleke girîng di gihandina birîndar de di demê guncaw de lîst.


Wekî beşek ji projeya Parastina Sivîl: Perwerdehiyek dijwar ji bo Heyva Sor a Kurd ji bo mijûlbûna bi karesatan re
/in bê kategoriyan/by user55bi awayekî pratîkî, klînîkî û senaryoyên rastîn yên li gor protokolên navneteweyî tê meşandin. Naveroka wê alîkariya yekemîn û pêşketî, derxistin û rizgarkirin, veqetandin û rêzkirin, vejandina dil, koordînasyon û birînên bi xwînrijandinê dihewîne.
Ev bernameya perwerdehiyê dê berdewam bike heta ku hemû xalên Heyva Sor a Kurd tê de cih bigirin.
Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo hewildanên awarte di dema şewata zeviyên çandiniyê de didomîne.
/in Awarte/by user55Di saet 03:25’ê piştî nîvro, tîmên ambûlansê yên Heyva Sor a Kurd bi lez bersiv dan ji bo piştgirîkirina tîmên agirkujiyê di agirê ku li zeviyên çandiniyê yên gundê Um El-Rabî‘ de derketibû.
Di dema destwerdanê de, tîmên me bi 6 rewşan re mijûl bûn; alîkariya yekem ji bo kesên ku ji ber dûmanê tengasiya nefesê (nobetên astimê) kişandibûn hate pêşkêşkirin, her weha birîn hatin paqijkirin û lênêrîna tenduristî ji birîndaran re hate dayîn.


Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933


