Heyva Sor a Kurd alîkariya malbatên şehîdan didomîne.
Di çarçoveya peyama xwe ya mirovahî ya domdar de, Heyva Sor a Kurd piştgirîya malbatên şehîdan didomîne.
Îro ji bo her malbatekê 18 kîlo birinc û 4 qutiyên dibeza firengan hatin belavkirin. Ev kampanya malbatên şehîdan li Çil Axa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Dêrik û Qamişlo digire nav xwe, û pêvajoya belavkirinê hîn jî didome heta ku bigihîje hemû kesên ku mafê wergirtinê hene.




