Bersiva lez a ekîbên ambûlansê li gundewarê Til Temir
Ekîbên ambûlansê yên Heyva Sor a Kurd bersivek lez dan bûyerek qezaya trafîkê li Til Ehmir a gundewarê Til Temir. Piştî pêşkêşkirina alîkariya yekem a bijîşkî li cihê bûyerê, birîndar bi lez hate veguhastin Nexweşxaneya Tîşê li Qamişlo.
Lezbûna bersiv û destwerdana ekîbê me roleke girîng di gihandina birîndar de di demê guncaw de lîst.



