Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo hewildanên awarte di dema şewata zeviyên çandiniyê de didomîne.
Di saet 03:25’ê piştî nîvro, tîmên ambûlansê yên Heyva Sor a Kurd bi lez bersiv dan ji bo piştgirîkirina tîmên agirkujiyê di agirê ku li zeviyên çandiniyê yên gundê Um El-Rabî‘ de derketibû.
Di dema destwerdanê de, tîmên me bi 6 rewşan re mijûl bûn; alîkariya yekem ji bo kesên ku ji ber dûmanê tengasiya nefesê (nobetên astimê) kişandibûn hate pêşkêşkirin, her weha birîn hatin paqijkirin û lênêrîna tenduristî ji birîndaran re hate dayîn.




