Bi piştgiriya Medico Switzerlandê, xizmetên tenduristiyê yên mobîl ji koçberên li Kobaniyê re têne peyda kirin.
Ji gundekî heta gundekî din… û ji malbatekê heta malbatekê din, klînîkên gerok ên Heyva Sor a Kurd li Kobanê berdewam dikin ku xizmetên tenduristiyê bigihînin gundan û malbatên koçber ên ji Girê Spî/Til Ebyadê.
Bi piştgirîya Medico Switzerland, tîmên me xizmetên tenduristiyê yên bingehîn pêşkêş dikin, her weha li gorî şert û îmkanan şîr û pempersên zarokan jî belav dikin.
Dema ku gihîştina xizmetan dijwar dibe, em hewl didin ku xizmet bigihîje mirovan.




