Heyva Sor a Kurd kampanyaya klînîkên gerok li gundên Dêrik, Qamişlo, Amûdê û girkê legê dest pê kir
Di çarçoveya hewldanên me yên berdewam de ji bo gihîştina gelê me yên gundewaran, Heyva Sor a Kurd dest bi kampanya klînîkên gerok li gundên Dêrik, Qamişlo, Amûdê û Girkê Legê kir.
Ev klînîk xizmetên tenduristiyê yên cuda pêşkêş dikin, di nav de lênerîn, dermanên ji bo nexweşiyên giştî û kronîk, her wiha belavkirina şîrê zarokan û pempers û di heman demê de bi rêya broşûran belavkirina hişyariya tenduristiyê li ser paqijî û tenduristiya giştî.
Kampanya me berdewam e ji bo ku em bigihîjin herî zêde kesên hewcedar, çimkî tenduristî mafê hemûyan e.

