Belavkirina şîr û pêçikan ji bo zarokên li stargehên bajarê Qamîşloyê bi piştgiriya mirovî ya berdewam

Di çarçoveya bersivdana mirovahî ya domdar de, îro şîr û pampers ji bo zarokên malbatên koçber ên li navenda bicihkirinê li Qamişloyê hatin belavkirin, bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê.
Ev gav ji bo bersivdana hewcedariyên bingehîn ên zarokan û kêmkirina zehmetiya malbatên koçber tê avêtin, di çarçoveya hewildanên me yên domdar de ku li gel wan bimînin.
Karên belavkirinê hîn jî berdewam in da ku bigihîjin herî zêde malbatên hewcedar.