Heyva Sor a Kurd bi belavkirina pêdiviyên ji bo pitikan piştgiriya malbatên koçber berdewam dike.

Îro, ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve û bi piştgiriya Yekîtiya Bijîşkên Kurd li Almanya, pêdiviyên ji bo pitikan, di nav de şîr û pêç, li malbatên koçber ên herêma rojava hatin belavkirin.
Belavkirin berdewam dike da ku bigihîje gelek malbatên hewcedar.