bangewazî ji tîma Heyva Sor a Kurd li Kobanî ji rêxistinên mirovî re
Bangek ji tîmê Heyva Sor a Kurdî li Kobanê bo rêxistinên mirovahî û bo Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî bi rêberiya Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan, Barham Salih:
Bajarê Kobanê û gundewarên wê ji çend rojan ve di bin kampanyayek leşkerî ya tund û dorpêçkirineke giran de ne, ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya li Şamê . Tevî ku agirbest hate ragihandin, dorpêçkirin hîn jî berdewam e û qutkiria hewcedariyên bingehîn ên jiyanê ji aliyê van koman ve tê kirin .
Av, sotemenî û xwarinên bingehîn ji sivîlan hatine qutkirin, ku ev rewş bû sedema koçkirina hejmareke mezin ji malbatan bo nav bajarê. Gelek ji wan neçar in li derve an jî di erebeyên xwe de razên. Herî dawî jî înternet û amûrên têkiliyê li ser bajar hatine qutkirin.
Rewşa mirovahî pir girane e û bîranînên êşdar ên gelê Kobanê vedigerîne, dema ku bajar berê ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ve hat dorpêçkirin.
Em ji we dixwazin ku bi awayek bilez dest pê bikin û erkên xwe yên mirovahî û exlaqî li hember bajarê Kobanê û gelê wê bi cih bînin.



