Heyva Sor a Kurd mehek tijî çalakî û kampanyayên hişyarkirinê bi dawî kir.

Heyva Sor a Kurd mehek tijî çalakî û kampanyayên hişyarkirinê li ser tespîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê bi dawî kir. Di nav wan de cûrbecûr çalakî hebûn wekî: maratonek werzîşê bi hevkariya tîma ez bisklêt dixwazim û rêxistina Hez; sêmînerên hişyarkirinê bi hevrêziya Desteya Tenduristiyê û Weqfa Jinan li Hesekê, Qamîşlo û Dêrikê û li hemî xal û komînên Heyva Sor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.
Nexweşxaneya onkolojiyê ya Heyva Sor a Kurd di wergirtina hejmareke mezin ji jinan ji bo pişkinîna zû de roleke mezin lîst, ku baweriya civakê bi hewildanên ku têne kirin nîşan dide.
Di vê mehê de, karmendên tenduristiyê ji bo nasandina fedakarî û pabendbûna wan a ji bo bilindkirina hişyariyê û teşwîqkirina jinan ji bo pişkinînê hatin xelatkirin.
Tevî bidawîbûna Meha Hişyariya Penceşêra pêsîrê, xebat di tevahiya salê de li nexweşxaneya onkolojiyê berdewam dike, ku heta niha ji 210 jinên bi penceşêra pêsîrê re derman peyda kiriye – ji ber ku hêvî qet bi dawî nabe.
0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *