Çêkirina şebekeyên kanalîzasyon û avê li kampa Newroz
Bı armanca piştgiriya penaberan, Heyva Sor a Kurdî bi hevkariya Volkshilfe, di nav projeya Improved Living and Health de, rêzek ji xizmetên jiyanî û tenduristî li kampa Newroz pêk anî.”
Di nava vê projeyê de serşok û tesîsên paqijiyê, û torên kanalîzasyon û avê hate avakirin, JI bo paqijkirinê, parastina rûmet û parastina rewşa tenduristiyê di şertên dijwar de.
Her wiha, klînîka bijîşkî ya kampê ji bo zêdekirina lênêrîna tenduristiyê hate berfirehkirin.
Hewceyên malbatên koçber jî hate berçavkirin. Di vê çarçoveyê de, sepetên metbexê hatin belavkirin li ser malbatên koçber ên ji Heleb û Şehbayê, ku di stargehên Qamîşlo, Dêrik, Hesekê, Reqa û Tebqayê de dijîn.
Ji bo ewle kirina ava paqij, depoyên avê hatin amadekirin – wek beşek bingehîn a bersivê mirovî ya yekgirtî.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!