• العربية
  • English
  • Vacancies
  • Valahiyên Kar
  • شواغر
Heyva Sor A Kurd
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
  • Sereke
  • Piroje
    • Tenduristî
    • Awarte
    • Parastin
    • Beşê WASH
    • Geşepêdan
    • Perwerdehiya tenduristî
    • Valahiyên Kar
  • Rapor
  • Çîrok
  • Wêne
  • Derbarê
    • Em kî ne ?
    • Em çi dikin?
    • Li me bigere
    • Tevlî me bibe
  • Menu Menu

71 civînên hişyarkirinê wekî beşek ji kampanyaya dijî tundûtûjiyê

14 December، 2025/in Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk/by user55
Di çarçoveya kampanyaya ji bernameya 16 Rojên Çalakiyê li dijî Şîdeta li ser jinê û bi hevrêziya rêxistinên civaka sivîl û Desteya Jinan, Beşa Piştgiriya Psîkolojîk a Heyva Sor a Kurd 71 rûniştinên hişyariyê û piştgiriya psîkososyal li kampên Al-Hol û Waşokanî û navendên me yên cûrbecûr li dar xist. Bi armanca hişyariyê li ser şîdeta li ser bingeha zayendî û zorbaziya serhêl zêde bikin.
Di kampanyayê de 327 sûdmend beşdar bûn, di nav de 299 jin û keç. Rûniştinan ev tişt di nav xwe de girtin:
✨ Atolyeyên hişyariyê
✨ Çalakiyên înteraktîf ji bo pêşxistina bawerî û parastina dîjîtal
✨ Rûniştinên piştgiriya psîkososyal a takekesî û komî
✨ Parvekirina peyamên hêvî û hêzdarkirinê
Em bi baweriya jinan bi me û bi hevkariyên ku şiyana me ya parastina civakê û avakirina hawîrdorek ewletir ji bo her kesî xurt dikin serbilind in.
….
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-12-14 13:09:162025-12-14 13:09:1671 civînên hişyarkirinê wekî beşek ji kampanyaya dijî tundûtûjiyê

salvegera 13emîn a Heyva Sor a Kurd

14 December، 2025/in Rapor, Tenduristî/by user55
Di salvegera 13emîn a Heyva Sor a Kurd de, em vê rêwîtiya mirovî pîroz dikin ku di sala 2012an de dest pê kir û sal bi sal mezin dibe.
13 sal xebata berewam, bersivdayîna rewşên awarte, piştgiriya nexweşxane û navendên tenduristiyê, parastina jîngehê û di her şert û mercî de em li kêleka gelê xwe bûn.
13 sal ku nav de Heyva Sor a Kurd xwe îspat kiriye ku ji rêxistinek tenê bêtir e… ew pabendbûnek, hestek aîdiyetê û giyanek bêdawî ya hevgirtinê ye.
Spasiya me ya kûr ji tîmên me yên bijîşkî, paramedikan, dilxwaza û her kesê ku beşdarî vê rêwîtiyê bûye re.
Bi hêviyên ku Heyva Sor a Kurd her sal xurttir be, nêzîkî gel be û bikaribe cûdahiyek çêbike.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-12-14 12:58:472025-12-14 12:58:47salvegera 13emîn a Heyva Sor a Kurd

Konferansa Heyva Sor a Kurd li ser rewşa jiyanî û mirovî li Suweydayê

23 November، 2025/in News/by user55
Heyva Sor a Kurd îro bi beşdariya dezgehên ragihandinê konfaranseke çapemeniyê li dar xist da ku rewşa jiyanî û mirovî ya li Suweydayê, dorpêça berdewam a herêmê û sedemên ku rê li ber gihandina alîkarî û xizmetguzariyên mirovî digirin hate şîrovekirin.
Hevserokên Heyva Sor a Kurd, Hediya Abdullah û Dilgêş Îsa, beşdarî konferansê bûn û pirsgirêkên herî girîng destnîşan kirin. Peyamên ji niştecihên Suweydayê jî hatin pêşkêş kirin, ku aliyên êşên wan ên rojane nîşan dan.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-11-23 14:41:132025-11-23 14:41:13Konferansa Heyva Sor a Kurd li ser rewşa jiyanî û mirovî li Suweydayê

Çavên me li ser rê ne..

19 November، 2025/in Awarte/by user55
Li ser rêya “diwelî”, bi taybetî li Xala “Tahunê”, tîma Heyva Sor a Kurd 24 demjimêran amade ye ku di her kêliyê de bersiva her bangek awarte bide.
Ev xala kêleka rê ne bi tenê ye , xalên me yê din jî li ser rêya Hesekê (Xala orkêş) û li ser rêya Reqayê (Xala Sabah el-Xeyr) hene.
Xalên me yên li ser rê dirêjkirina pabendbûna me ya mirovî ya nêzîkî gel in, ji ber ku her deqe girîng e.
Ji bo gihîştina me: Hejmarên awarte yên Heyva Sor a Kurd ên li jêr bikar bînin:
📞 Hejmarên Awarte:
📞 0935288541
📱 WhatsApp: 0996877447
📱 WhatsApp: 0932125933
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-11-19 09:03:102025-11-19 09:03:10Çavên me li ser rê ne..

Heyva Sor a Kurd amadekarya pêşangehek xêrxwazî ​​ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêr û talasemiyê

9 November، 2025/in bê kategoriyan/by user55
Her tabloyek nameyeke…
Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên bi penceşêr û talasemiyê hazirtiya pêşangehek xêrxwaziyê dike, bi beşdariya zarokên hevalên jiyanê, da ku êşê veguherîne rengan û êşê veguherîne hevgirtinê.
Hemû alîkarya pêşangehê dê ji bo piştgiriya dermankirina zarokên bi penceşêr û talasemiyê û dabînkirina dermanên pêwîst were veqetandin.
Em li hêviya dîtina we ne roja Pêncşemê, 20ê Mijdara 2025an, li Parka Azadî li Qamîşlo, ji saet 5:00 PM heta 9:00 PM.
Werin û bi hev re bibin beşek ji şîfayê…
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-11-09 12:00:112025-11-09 12:00:11Heyva Sor a Kurd amadekarya pêşangehek xêrxwazî ​​ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêr û talasemiyê

Krîza mirovî li Siwêdayê: Zêdetirî 100 roj êş û dorpêçkirin bêyî çareserî an bersiveke guncaw.

2 November، 2025/in Rapor/by user55
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-11-02 14:30:532025-11-02 14:30:53Krîza mirovî li Siwêdayê: Zêdetirî 100 roj êş û dorpêçkirin bêyî çareserî an bersiveke guncaw.

Heyva Sor a Kurd mehek tijî çalakî û kampanyayên hişyarkirinê bi dawî kir.

30 October، 2025/in Geşepêdan, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by user55
Heyva Sor a Kurd mehek tijî çalakî û kampanyayên hişyarkirinê li ser tespîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê bi dawî kir. Di nav wan de cûrbecûr çalakî hebûn wekî: maratonek werzîşê bi hevkariya tîma ez bisklêt dixwazim û rêxistina Hez; sêmînerên hişyarkirinê bi hevrêziya Desteya Tenduristiyê û Weqfa Jinan li Hesekê, Qamîşlo û Dêrikê û li hemî xal û komînên Heyva Sor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.
Nexweşxaneya onkolojiyê ya Heyva Sor a Kurd di wergirtina hejmareke mezin ji jinan ji bo pişkinîna zû de roleke mezin lîst, ku baweriya civakê bi hewildanên ku têne kirin nîşan dide.
Di vê mehê de, karmendên tenduristiyê ji bo nasandina fedakarî û pabendbûna wan a ji bo bilindkirina hişyariyê û teşwîqkirina jinan ji bo pişkinînê hatin xelatkirin.
Tevî bidawîbûna Meha Hişyariya Penceşêra pêsîrê, xebat di tevahiya salê de li nexweşxaneya onkolojiyê berdewam dike, ku heta niha ji 210 jinên bi penceşêra pêsîrê re derman peyda kiriye – ji ber ku hêvî qet bi dawî nabe.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-10-30 14:35:512025-10-30 14:35:51Heyva Sor a Kurd mehek tijî çalakî û kampanyayên hişyarkirinê bi dawî kir.

Belavkirina selên paqijkirina malî û selên rûmetê ji bo penaberan li Tabqa û Reqa

20 October، 2025/in bê kategoriyan/by user55
Di nav projeya bersivê lezgîn ya Heyva Sor a Kurdî de, bi hevkarîya rêxistina AMB, selên paqijkirina malî, selên rûmetê ji bo jinan û selên paqijkirina kesane hatin belavkirin li herêma Tabqa – Parêzgeha Reqa.
Ev belavkirin penaberên ji herêma Şehba yên li malên demdemî hedef kir, bi armanca başkirina rewşên xwendinê û piştgiriya pêdiviyên bingehîn yên malbatên mexdûr bûne.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-10-20 12:18:322025-10-20 12:18:32Belavkirina selên paqijkirina malî û selên rûmetê ji bo penaberan li Tabqa û Reqa

Gavek Zû Jiyanek Nû

20 October، 2025/in Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by user55

#Gavek_Zû_Jiyanek_Nû

Di Meha Pembe de Nexweşxaneya Onkolojî û Talasemiyê – Heyva Sor a Kurd bangewazî jina dike ku pişkinîna zû jiyanan te diparêze. Bi gaveke hêsan a îro, hûn dikarin xwe û pêşeroja xwe biparêzin.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-10-20 12:09:232025-10-20 12:09:23Gavek Zû Jiyanek Nû

Gava Zû… Jiyaneke Nû

19 October، 2025/in Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by user55
Bi slogana “Gava Zû… Jiyaneke Nû”, ofisa Jin a Heyva Sor a Kurd kampanyaya xwe ya Meha Pembe ji bo hişyarkirina li ser tespîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê didomîne.
Di vê çarçoveyê de, îro li Navenda Çandî ya Mihemed Şêxo li Qamişlo ji bo jinan simînerek hişyarkirinê hate lidarxistin, ku ji hêla Dr. Orama goriyê ji Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd ve hate pêşkêş kirin.
Di semînerê de, ji bilî tekez li ser pêwîstî û girîngiya tespîtkirina zû di pêşîlêgirtin û dermankirinê de, girîngiya aliyê psîkolojîk û bandora wê li ser nexweşiyê hate nirxandin.
Tesbîtkirina zû gaveke piçûk e… lê ew dikare di rizgarkirina jiyanekê de ferqek mezin çêbike.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-10-19 14:28:482025-10-19 14:28:48Gava Zû… Jiyaneke Nû
Page 9 of 36«‹7891011›»

Meta

  • Log in
  • Entries feed
  • Comments feed
  • WordPress.org

Headquarter addresse

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood

Email addresses

[email protected]

[email protected]

 

Covid-19 Hotline

A1- 00963 935 288 541

A2- 00963 949 359 179

A3- 00963 949 356 870

A4- 00963 932 125 933

© Copyright - Heyva Sor A Kurd - Enfold WordPress Theme by Kriesi
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
Scroll to top Scroll to top Scroll to top