Vekirina navenda rewşên awarete û lezgîn li Dêra Zorê
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê
Gelinin hedefi
Sîstema ambûlans û hawarçûnê ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Reqayê wek kevirê bingehîn tê dîtin di bersivdayîna lezgîn û rêkarên pijîşkî yên pêwîst ji bo rizgarkirina jiyanê ji destpêka rizgarkirina bajar û gundewarên wê di sala 2018an de. Ku di vê demê de gelek astengî hat kişandin , lê xizmet bê rawestandin xebitî û ev yek bû alîkar ji bo pakirina asta lênihêrîna tenduristî û pêşkêşkirina xebatên wê ji hemîyan re. Rola ku ev pergal dilîze ne tenê di peydakirina dermankirina demikî de ye, lê di heman demê de li ser bilindkirina hişmendiya civakê û astên amadekariyê ji bo rûbirûbûna rewşa awarte dixebit.
Heyva Sor a Kurd bi piştgirî û hevkariya Area Metropolitana de Barcelona (AMB) û Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus însiyatîfeke girîng ji bo avakirina du bîrên ku bi sîstema enerjiya rojê hatine amadekirin, pêk anî.
Armancên vê projeyê ew e ku çareseriyên domdar peyda bike da ku bigihîjin ava vexwarinê ya paqij li nêzî kampên Serdam û Berxdan û noqteyên bijîşkî li herêma Şehbayê ku ev herêm dibe şahidê aloziyeke mezin ji welatiyên koçber û bi taybet ji gelê Efrînê ji ber xirabûna rewşa mirovî .

Zehmetiyên ku rastî şêniyên Şehbayê tên gelek in, ji ber ku ev herêm di gelek rewşên tenduristî û hawîrdorî de bi bandor bûye, ji destpêka derketina pandemîka COVID-19 û heta erdheja ku sala borî li bakur û rojavayê Sûriyeyê rû da. Ji ber vê yekê peydakirina ava vexwarinê ya paqij pêwîstiyeke lezgîn e ji bo tenduristiya civaka herêmî û gaveke girîng e ji bo xurtkirina binesaziya bingehîn û başkirina rewşa jiyana rojane ya kesên koçber bûne, ji bilî kêmkirina bikaranîna cenetoran bi rêya bikaranîna sîstemên enerjiya rojê.



Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933
