• العربية
  • English
  • Vacancies
  • Valahiyên Kar
  • شواغر
Heyva Sor A Kurd
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
  • Sereke
  • Piroje
    • Tenduristî
    • Awarte
    • Parastin
    • Beşê WASH
    • Geşepêdan
    • Perwerdehiya tenduristî
    • Valahiyên Kar
  • Rapor
  • Çîrok
  • Wêne
  • Derbarê
    • Em kî ne ?
    • Em çi dikin?
    • Li me bigere
    • Tevlî me bibe
  • Menu Menu

Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

8 October، 2024/in Parastin, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda
Di krîzên mirovahî de, girîngiya xebatên komî û hevgirtina civakî tê nîşandan, ev yek jî Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de di kampanyayên xwe yên mirovî de ji bo alîkariya koçberên ji Lubnanê tên, pêk tîne.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd di bin silogana “Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin” li bajar û bajarokên sereke yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên alîkariyê vedan û xebata xwe didomîne ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji kesên ku neçar bûne dev ji malên xwe berdin û xwe li cihên ewleh bigrin , herwiha pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û lênerîna tenduristî ji bo wan, ev hewldan ruhê hevkarî û hezkirênê ku kampaniyê pê bang dike dide nîşandan .
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/DSC_1845-scaled.jpg 1707 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-08 11:23:182024-10-08 11:23:18Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

8 October، 2024/in Parastin, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda
Di krîzên mirovahî de, girîngiya xebatên komî û hevgirtina civakî tê nîşandan, ev yek jî Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de di kampanyayên xwe yên mirovî de ji bo alîkariya koçberên ji Lubnanê tên, pêk tîne.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd di bin silogana “Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin” li bajar û bajarokên sereke yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên alîkariyê vedan û xebata xwe didomîne ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji kesên ku neçar bûne dev ji malên xwe berdin û xwe li cihên ewleh bigrin , herwiha pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û lênerîna tenduristî ji bo wan, ev hewldan ruhê hevkarî û hezkirênê ku kampaniyê pê bang dike dide nîşandan .
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/DSC_1845-scaled.jpg 1707 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-08 11:20:572024-10-08 11:20:57Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

Çalakiyên meha Pembehî

7 October، 2024/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by neruda
Bi boneya #meha_Pembehî Meha Çotmehê,nexweşxaneya Onkolojî , şewat û Telasîmiyayê ya girêdayê #Heyva_SoraKurd li bajarê Qamişlo pêşwazîkirina hemû nexweşan di beşa zûnaskirina #pençeşêra_pêsîrê de bi awayekî berfireh radighîne, ku bi riya teknîkên îkografî û mamografî , ji hêla ekîbeke bijîşkî ya pispor ve nexweş tên muayene kirin. Her wiha kampaneyke hişmendiya tendurstî ya berfireh li hemû xalên Heyva Sor a Kurd ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê despê kiriye û ji hêla tîmên perwerdeya tenduristiyê ve tê bicihkirin û li ser girîngiya zû naskirina penceşêrê welatî têne perwerdekirin.
Zû naskirina penceşêra pêsîrê yeke ji gavên herî giringe di kêmkirina rêjeya mirinê û zêdebûna derfeta dermanbuyînê di dema naskirina nexweşiyê di despêka wê de ye
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/DSC_1828-scaled.jpg 2560 1707 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-07 14:52:232024-10-07 14:52:23Çalakiyên meha Pembehî

kampanyeke nû ji bo peydakirina ava paqij a vexwarinê ji gelê bajarê Hesekê re

2 October، 2024/in Beşê WASH, Tenduristî/by neruda

Di dema ku bajarê Hesekê kirîzan jiyan dike , xebatên Heyva Sor a Kurd wek mînaka xebatên mirovahî yên girîng derdikevin pêş. Ku rêxistin li hemberî rewşa heyî, bi hevkariya Medico Swîsre ji bo ava paqij a vexwarinê ji şêniyan re peyda bike, gelekî dixebite. Ev hewldan di demeke xerab de tê ku bajar tê re derbas dib ji ber qutbûyîneke giran a avê û ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya gel dike û ji ber kêmbûna avê ji stasyona Aloûk rewşa jiyanî dijwartir dike. Ev hemleyên berdewam giringiya hevkariya civakê û koordîneya di navbera civakan û rêxistinên mirovî de nîşan dide da ku pirsgirêkên derdikevin holê çareser bikin.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/wash-swetherland.png 577 979 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-02 14:44:072024-10-02 14:44:07kampanyeke nû ji bo peydakirina ava paqij a vexwarinê ji gelê bajarê Hesekê re

Li herêma Sebah El Xêrê navenda rewşên awarte û lezgîn hat vekirin

1 October، 2024/in Awarte/by neruda
Di çarçoveya berdewamiya hewldanên ji bo baştirkirina xizmetên pizîşkî û tenduristiyê, vekirina navendek nû ya lezgîn ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve li devera Sebah El-Xêr, gaveke girîng e ji bo bihêzkirina bersiva pizîşkî ya bilez li deverên ku pêwîstıya wan bı van xizmetên heya.
Ev navend li cihekî stratejîk e ku xizmeta herêmên Hesekê, Reqa û Dêrezorê dike, ku gihîştina xelkên van deveran hêsan dike û di rewşên awarte de alîkariya pizîşkî ya pêwîst ji wan re peyda dike.
Amadekirina navenda lezgîn bi ambûlansekê re berpisîyariya rêxistinê ya ji bo peydakirina lênihêrîna bi lez ji mexdûrên qezayên trafîkê û rewşên acil re nîşan dide, ku jiyana wan diparêze û dema gihiştına wan bo nexweşxaneyan kêmtir dike.
Ev gav girîngiya hevkariyê heyva sor a kurd bi civakên xwecihî re nîşan dide ji bo peydakirin xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û baştirkirina kalîteya jiyanê ji bo niştecihên li deverên ku herî zêde pêwîstıya wan bı wan xızmetan hene.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/09/461113795_831525005809467_2368347656913464966_n.jpg 1365 2048 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-01 11:09:532024-10-01 11:13:01Li herêma Sebah El Xêrê navenda rewşên awarte û lezgîn hat vekirin

Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

1 October، 2024/in Awarte, Beşê WASH, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda

Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/09/ابو-خشب.png 584 1042 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-01 10:38:362024-10-01 10:38:36Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

” Em ji bo nexweşên penceşêrê û telasîmiyayê bibin alîkar “

19 September، 2024/in Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by neruda
https://www.youtube.com/watch?v=NgMvX8IsKx0
 
https://www.youtube.com/watch?v=NgMvX8IsKx0
Bi armanca peydakirina pêdiviyên bijîşkî yên zêdebuyî û bi taybet ji bo nexweşên penceşêrê û zarokên telasîmiyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Heyva Sor a Kurd despêkirina rêbazeke piştgiriya civakî ji bo nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmiyayê û şewatê a li bajarê Qamişlo radighîne.
Piştgiriya civakî, ku sindoqên xwebexş yên li saziyên sivîl û civaka herêmî yên li nava bajar û bajarokan, di nav xwe de vedihewîne. Derfetê dide ku mirov bi berdewamî alîkariyê pêşkêşbike , û bi rêka vê alîkariyê lênerîna tenduristî û dermanên pêwîst, tevî dozên kîmawî, dê ji nexweşan re bên peydakirin.
Piştgirîya we tevkarîyê li dermankirina hejmareke mezin ya nexweşan dike û dîsa hêvîyê diafirîne.
 
 
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/09/MVI_3438-copy.jpg 1080 1920 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-09-19 14:05:222024-09-19 14:09:01” Em ji bo nexweşên penceşêrê û telasîmiyayê bibin alîkar “

Roja Xwekujiyê ya Cîhanî û xelekên hişmendiyê

17 September، 2024/in Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk/by neruda

Roja Cîhanî ya Xwekujiyê,dehê Meha Îlonê her sal tê pîrozkirin, buneyeke girîng e ji bo hişyarkirina pirsgirêkên derûnî û peydakirina rêyên rêgirtina li ber xwekuştinê ye. Di çarçoveya vê buneyê de Heyva Sor a Kurd rêzeçalakî li dar dixe ku girîngiya piştgiriya civakî û hişmendiya civakê der barê metirsiyên xwekuştinê de destnîşan dike bi rêya lidarxistina dewreyên hişmendiyê di bin durişmeya “Guhertina danû standina Li ser Xwekuştinê” ku di dirêjahiya 5 rojan de li pey hev jin û mêrên temen 18 salî û jo de , li gelek deverên wekî Til Temir, Şedadê, Ebû Xeşeb, Ebû Qelqel, Minbic, bajarê Reqa, El-Curniya, Girkê Legê, kampa El-Hol û kampa Waşkanî ku xizmetên piştgiriya derûnî di navendên tenduristiyê yên HSK de hene. Ev bune derfeteke bo baştir kirina têgihîştina me li ser sedemên xwekuştinê, ku beşdarî avakirina civakeke hevgirtî dibe ku bikare rastî zehmetiyên derûnî were, ji ber ku dabînkirina zanyarî û alîkariya pêwîst dikare cudahiyeke rastîn di jiyana gelek kesan de çêbike û bi vî awayî bi awayekî karîger beşdarî kirina rêjeyên xwekujiyê bibe.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/09/459589436_822863163342318_1884694217216305677_n.jpg 750 1000 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-09-17 14:36:212024-09-17 14:36:21Roja Xwekujiyê ya Cîhanî û xelekên hişmendiyê

Rola klînîkên hundirîn di peydakirina lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê de

9 September، 2024/in Tenduristî/by neruda

 

 

Klînîkên hundirîn di navendên Heyva Sor a Kurd de rolek girîng dilîzin, ku lênerîna tenduristî ya bingehîn peyda dikin û dibin alîkar di pêşxistina tenduristiya niştecihan û penaberan li hundur û derveyî kampan.

Li kampa Waşokanî ya penaberan, ku dikeve rojavayê bajarê Hesekê, klînîka hundirîn ya li navenda lênihêrîna tenduristî ya Heyva Sor a Kurd xizmetên xwe yên wekî muayene, teşxîsa echo, teşxîsa laboratorîk, şopandina nexweşên bi nexweşiyên kronîk, nirxandin û şandina nexweşiyên infeksiyonel, û pêşkêşkirina rênimayiyên bijîjkî, derûnî û yên din ji bo hemû kesan pêşkêşdike û di navbera 30-40 sûdmendî her rojê wedigire .

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/09/VID_20240908_123939_997-copy.jpg 1080 1920 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-09-09 13:00:152024-09-09 13:00:15Rola klînîkên hundirîn di peydakirina lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê de

Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Li bajarokê Ebû Qelqel

21 August، 2024/in Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Rapor, Tenduristî/by neruda

Noqteyên bijîşkî roleke girîng di xurtkirina pakbûna lênihêrîna tenduristiyê û pêşxistina kalîteya jiyanê de dilîzin , di nav de Navenda Lênihêrîna Tenduristiyê ya #Heyva_Sor_a_Kurd li bajarokê Ebû Qelqel ku tekane navenda herêmê ye , alîkariya lezgîn, dermankirina bingehîn, lênerîna dewrî pêşkêşî malbatan dike , ji bilî gelek xizmetên tenduristî yên din wek hişyariya tenduristiyê ji bo rêgirtin û kêmkirina belavbûna nexweşiyan û piştgiriya derûnî.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/08/ابو-قلقل.png 710 1364 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-08-21 14:42:462024-08-21 14:42:46Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Li bajarokê Ebû Qelqel
Page 19 of 36«‹1718192021›»

Meta

  • Log in
  • Entries feed
  • Comments feed
  • WordPress.org

Headquarter addresse

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood

Email addresses

[email protected]

[email protected]

 

Covid-19 Hotline

A1- 00963 935 288 541

A2- 00963 949 359 179

A3- 00963 949 356 870

A4- 00963 932 125 933

© Copyright - Heyva Sor A Kurd - Enfold WordPress Theme by Kriesi
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
Scroll to top Scroll to top Scroll to top