• العربية
  • English
  • Vacancies
  • Valahiyên Kar
  • شواغر
Heyva Sor A Kurd
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
  • Sereke
  • Piroje
    • Tenduristî
    • Awarte
    • Parastin
    • Beşê WASH
    • Geşepêdan
    • Perwerdehiya tenduristî
    • Valahiyên Kar
  • Rapor
  • Çîrok
  • Wêne
  • Derbarê
    • Em kî ne ?
    • Em çi dikin?
    • Li me bigere
    • Tevlî me bibe
  • Menu Menu

Kampanyek xêrxwaziyê piştgiriyê dide zarokên telasîmiyayê

4 November، 2024/in Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda
Wek kampaniyek xêrxwaziyê ku armanca wê piştgiriya zarokên telasîmiyayê bû,  komek ciwanên kurd li wîlayeta Vancouver, li Kanada, komek ji pêlîstok û dermanên pêwîst pêşkêşî Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasemiyê ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo kirin.
Ev çalakî nirxên dayîn û hevgirtinê nîşan dide, bi taybetî ji bo koma civakê ya herî hewcedar, mîna zarokên bi nexweşiyên kronîk ên wek nexweşiya telasemiyê, ji ber pirsgirêkên tenduristî û pskolojîk ên ku ew rojane pêre rû bi rû dimînin, pêşkêşkirina pêlîstok û dermanan ji bo van zarokan di rojên dijwar de cihê rihetiyê ye û dibe alîkar ku rewşa tenduristî û derûnî ya wan baştir bibe.
 
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/11/465655369_858427136452587_4768032065087841535_n.jpg 1365 2048 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-11-04 10:40:492024-11-06 14:38:12Kampanyek xêrxwaziyê piştgiriyê dide zarokên telasîmiyayê

Rapora Heyva Sor a Kurd li ser êrîşên dewleta Turkiyê û ziyanên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê – Cotmeha 2024

3 November، 2024/in Rapor/by neruda

rapora êrîşan çotmeha 2024

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/11/IMG_5252-scaled.jpg 1707 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-11-03 10:27:472024-11-03 10:27:47Rapora Heyva Sor a Kurd li ser êrîşên dewleta Turkiyê û ziyanên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê – Cotmeha 2024

Navenda Tenduristiyê ya Sereke ya Şedadê pêşkêşkirina xizmetguzariyê didomîne

31 October، 2024/in Beşê WASH, Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda
Bi klînkên hundirîn , zarok û jinan û beşê lezgîn, Heyva Sor a Kurd li Şedadê pêşkêşkirina xizmetên awarte û lênerîna tendurstî a sereke didomîne , ku her beşek rojane nêzî pêncî nexweşî pêşwaz dike, muayeneyên bijîşkî tên kirin û li gorî vê yekê hin rewş ji bo wan enelyiz tên çêkirin. Li gorî vê yekê dermanên guncaw ji dermanxaneya navendê tên dinivîsin, ev yek jî tevkarîyê li peydakirina lênihêrîna tenduristî ya berfireh dike.
Berdewambuyîna pêşkêşkirina van xizmetan tevkariyeke giring Ji bo başkirina tenduristiya gel, xurtkirina kalîteya jiyanê û bilindkirina hişmendiya tenduristiyê li herêmê dike, bi taybet cihên dûrî navendên bajaran.
 
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/465155306_855442716751029_8295762871801454754_n.jpg 395 593 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-31 12:11:432024-10-31 12:11:43Navenda Tenduristiyê ya Sereke ya Şedadê pêşkêşkirina xizmetguzariyê didomîne

Tîmên perwerdeya tenduristiyê li ser girîngiya zû naskirina pençeşêra pêsîrê rûniştinên hişmendiyê didomînin

28 October، 2024/in Geşepêdan, Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by neruda
Êkîpên perwerdiya tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd bi taybetî di meha Cotmehê de ku bi navê “Meha Pembe” tê naskirin, di hişyarkirina pençeşêra pêsîrê de rolek girîng dilîzin.
Bi organîzekirina çalakî û semîneran, ev êkîp hewl didin ku zanyariyan li ser girîngiya tespîtkirina zû û pêşîlêgirtina vê nexweşiyê zêde bikin.
Jinên li kampan û civakên herêmî ji van hewldanan sûd werdigirin, encama wê jî avakirina civakek saxlemtir û ewletir ji vê nexweşıyê.
ev çalakî ne tenê semînerên hişyariyê ye, lê di heman demê de jî serdanên malan jî hene, ku piştrast dikin jib o ku ku agahdarî bigihîje beşa herî berfireh ji civakê.
Hişyariya de barê penceşêra pêsîrê dikare jiyana gelek kesan biparêze , û dihêle hêza civakê lı dıjî vê metirsiya tenduristî xortir bibe.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/شهر-وردي.png 527 671 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-28 14:43:442024-10-28 14:43:44Tîmên perwerdeya tenduristiyê li ser girîngiya zû naskirina pençeşêra pêsîrê rûniştinên hişmendiyê didomînin

Bi dilopek xwînê hûn dikarin jiyanek xilas bikin

28 October، 2024/in Tenduristî/by neruda
Bexşîna xwînê kareke mirovahî ya hêja ye ku jiyana gelek nexweşan rizgar dike, taybet nexweşên telasîmiyayê yên ku ji bo domandina jiyana xwe bi veguheztina xwînê ya birêkûpêk ve girêdayî ne.
Nexweş ji kêmbûna domdar a hemoglobînê, proteînek ku alîkariya veguheztina oksîjenê di laş de dike, dikişînin, ku ji bo domandina jiyana wan bexşîna xwînê hewce dike.
Li Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê ya Heyva Sor a Kurd her ku diçe hejmara nexweşan zêde dibe, pêwîstiya bexşên xwînê gelekî zêde dibe. Ji ber vê yekê em daxwazê ​​ji civakê dikin ku beşdarî vê xebata xêrxwaz bibin, ji ber ku bexşîna xwînê ne tenê alîkarî ye, lê erkek exlaqî û berpirsiyarî ye li hember kesên din. Bi dilopek xwînê hûn dikarin jiyanek xilas bikin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/تلاسيميا.png 568 1088 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-28 14:26:562024-10-28 14:26:56Bi dilopek xwînê hûn dikarin jiyanek xilas bikin

penaberiya ji Lubnanê ber bi herêma Şehbayê ve, zordariyeke nû li zordariyên penaberiyê û koçberiyê yên kevin zêde dike

24 October، 2024/in Çîrok/by neruda

Rewşa penaberiya ji Lubnanê ber bi herêma Şehbayê ve, zordariyeke nû li zordariyên penaberiyê û koçberiyê yên kevin zêde dike. Gelek kes ji wan bûne şahidên heman senaryoyê ku berê di encama dagirkeriya Tirkiyê de neçar man ji bajarê Efrînê dekevin , ku paşê xwe di kampên li bajarên wekî Heleb an Lubnanê de bibînin û jiyaneke ewle ji malbatên xwe re dûrî şer û aloziyan bigerin. Di rewşa heyî de herêmên Şahbayê careke din deriyên xwe vedikin da ku kesên ji ber şerê heyî yên li Lubnanê direvin pêşwazî bikin û li wir rastî rastiyeke bi êş tên ku hin ji wan di kampan de bi malbatên koçberbûyî yên berê re dijîn, hin din jî ji ber tunebûna ti stargeh an jî piştevaniyê zehmetiyan dikişînin. Di vê çarçoveyê de insîyatîfên Heyva Sor a Kurd di xebatên mirovahî de berdewam dike û madeyên bingehîn ên wekî isfinc , betanî û selikên metbexê li malbatên koçber ên kampa Serdam hatin belavkirin û ev yek jî bû sedema sivikkirina êşa wan û nîşana rihê hevgirtina civakî.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/464067460_850832190545415_6507049548074775190_n.jpg 1365 2048 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-24 11:44:312024-10-24 11:44:53penaberiya ji Lubnanê ber bi herêma Şehbayê ve, zordariyeke nû li zordariyên penaberiyê û koçberiyê yên kevin zêde dike

Rapora encamên projeya hevgirtina civakî

21 October، 2024/in Geşepêdan, Rapor/by neruda

 

Beriya çend mehan Rêxistina Heyva Sor a Kurd dest bi rêbazeke piştgirî û hevgirtina civakî kir  ku tê de qutiyên alîkariyê li saziyên sivîl, dikan, xwaringeh û cihên din ên ku rasterast têkiliya wan bi civakê re hene danî , bi armanca piştgiriya nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê da ku bikaribin nexweşên penceşêr û telasîmiyayê ji hemû herêman werbigrin û wan derman bikin.

 Projeya hevgirtina civakî bi alîkariya aliyên mêvandar hatiye pêkanîn , lewra komîteya projeyê heta niha nêzî 70 sindoqên alîkariyê li hemû bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kiriye , ji ber wê jî yekem pêvajoya vekirina qutiyan ji  1/9/2024 heta 4/9/2024 bi rêya mekanîzmeyeke vekirinê yekbuyî li hemû herêman hat pêkanîn û miqdarên pereyên ku hatine danhev 67,026,000 lêreya Surî û  12,940 $  dolarê Emrîkî û 49 Ewro bû.

Ev xebata civakî ya mirovahî dê  alîkariya nexweşxaneyê bike ku nexweşan werbigire û dermanên kîmyawî û yên wekî din ji wan re peyda bike, ku ev alîkarî  60 %  ji hewcedariyên nexweşxaneyê derdora mehekê ji derman û pêdiviyên bijîşkî yên din peyda dike.

Tişta ku proje wek pêngavek destpêkê bi dest xist, destkeftiyek girîng e hêjayî pesindayînê ye, ji ber ku nîşan daye ku tevî hemû zehmetî û şert û mercan, bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin bigihîjin armancan. Berdewamkirina hewldanan û lêgerîna ji bo başkirina pêdiviyên mayî, girîngîya civakê di dagirtina valahiyên tenduristî de radixe ber çavan û şopeke serkeftî ya mirovahî dihêle.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/MVI_3438-copy-1.jpg 1080 1920 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-21 13:31:442024-10-21 13:31:44Rapora encamên projeya hevgirtina civakî

“Em ji bo nexweşên Penceşêr û Telasîmiyayê bibin alîkar” projeyeke civakî mirovahî ye

21 October، 2024/in Geşepêdan, Rapor, Tenduristî/by neruda
Alîkarî, yek ji karên mirovî yê herî pîroz e ku di piştgiriya saziyên tenduristiyê de dibe alîkar , bi taybet di warê lênerîna nexweşên kanserê de. Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiya ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo jî ,ji bo nexweşên ji hemû herêman stargeha hêvî û navnîşana dermankirinê ye. Lê ji bo peydakirina lênihêrîna pêwîst ,pêwîstî bi çavkaniyên madî yên mezin heye. Lewra alîkariya nexweşxaneyê, dermanên bi bandor peyda dike ,gihaştina hejmara herî mezin a ji nexweşan berfirh dike û hişmendî û girîngiya şopandin û dermankirina ji nexweşiya penceşêrê pêşdixe , ku bi awayekî erênî li ser civakê bi tevahî nîşan dide.
#Heyva_Sor_aKurd
#Cancer
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/لنساهم.png 728 1055 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-21 09:52:072024-10-21 09:52:20“Em ji bo nexweşên Penceşêr û Telasîmiyayê bibin alîkar” projeyeke civakî mirovahî ye

Heyva Sor a Kurd li kampa Berxwedan navendeke perwerde û şahiyê ji zarokan re vekir

16 October، 2024/in bê kategoriyan, Parastin, Piştgirya pskologîk/by neruda
Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/شهبااا.png 844 1475 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-16 12:36:212024-10-16 12:36:21Heyva Sor a Kurd li kampa Berxwedan navendeke perwerde û şahiyê ji zarokan re vekir

Zûnaskirina penceşêra pêsîrê yek ji girîngtirîn karûbarên meha Pembe ye

16 October، 2024/in Perwerdehiya tenduristî, Rapor, Tenduristî/by neruda

 

Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/10/مامو.png 841 1195 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-10-16 12:07:022024-10-16 12:07:02Zûnaskirina penceşêra pêsîrê yek ji girîngtirîn karûbarên meha Pembe ye
Page 18 of 36«‹1617181920›»

Meta

  • Log in
  • Entries feed
  • Comments feed
  • WordPress.org

Headquarter addresse

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood

Email addresses

[email protected]

[email protected]

 

Covid-19 Hotline

A1- 00963 935 288 541

A2- 00963 949 359 179

A3- 00963 949 356 870

A4- 00963 932 125 933

© Copyright - Heyva Sor A Kurd - Enfold WordPress Theme by Kriesi
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
Scroll to top Scroll to top Scroll to top