• العربية
  • English
  • Vacancies
  • Valahiyên Kar
  • شواغر
Heyva Sor A Kurd
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
  • Sereke
  • Piroje
    • Tenduristî
    • Awarte
    • Parastin
    • Beşê WASH
    • Geşepêdan
    • Perwerdehiya tenduristî
    • Valahiyên Kar
  • Rapor
  • Çîrok
  • Wêne
  • Derbarê
    • Em kî ne ?
    • Em çi dikin?
    • Li me bigere
    • Tevlî me bibe
  • Menu Menu

metirsiyên tenduristî û tedbîrên pêşîgirtinê li nuqteyên pêşwaziyê

6 December، 2024/in Beşê WASH, Perwerdehiya tenduristî/by neruda

Kombuyîna hejmarên mezin ji penaberan di xalên pêşwaziyê yên sereke de ,derfeteke mezin dide nexweşiyên belavbuyî yên weke zikçûn ,gurîbun,mîkitok , zerik ,kurmik û Laşmaniya û her wekî din ji nexweşiyan ku bi awayeke mestir û zûtir belavbibin ku ev yek dibe sedema metirsiyên tendurstî di vê rewşa dijwar de . Di vê çarçoveyê de tîmên hişmendiya tendurstî bi tîmên WASh ê re turkên paqijiyê bi hin têbîneyên paqijiê re belav kirin , lê hîn jî pêwîstiyeke mezin bi alavên paqijiyê û tamîrkirina kanalîzasyonê heye.

 

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/26772768-26f8-4430-b66b-be6ce9a11f85.jpg 1706 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-06 20:05:282024-12-06 20:05:28metirsiyên tenduristî û tedbîrên pêşîgirtinê li nuqteyên pêşwaziyê

Tîmê WASH ji bo pêşwaziya penaberan nirxandinên destpêkê dike

3 December، 2024/in Awarte, Beşê WASH, Tenduristî/by neruda

Ji ber girîngiya sektora av û paqijiyê di dema qeyranan de, tîma Heyva Sor a Kurd a WASH ji bo penaberên #Heleb û #Şehbayê nirxandina yekem depstpê kirin. Di van nirxandinan de destwerdanên awarte di bersivdayîna mirovî di nav sektora avê û paqijiyê de hatin diyarkirin. Di nava tedbîran de têstên ji bo şopandina kalîteya avê, tespîtkirina pêdiviyên paqijiyê hebûn ,Her wiha agahî û lîste bi rêxistinên hevkar û Ofîsa Karûbarên Rêxistinan re hatin parvekirin bi armanca kêmkirina êşa penaberan û lezgînbuyîna pêkanîna mudaxaleyan.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/774483ea-4078-4e5e-a3e7-dfb76797c6b6.jpg 1706 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-03 20:40:472024-12-03 20:40:47Tîmê WASH ji bo pêşwaziya penaberan nirxandinên destpêkê dike

Ji bo alîkriya gelê Şehbayê hun dikarin serdana vê lînkê bikin

3 December، 2024/in Awarte/by neruda

Hûn jî dikarin bi Miletên me yên Koçberbûne ji Şehba (Til rifat) û Helebê alîkarbin di riya Hevkarên me li Europa ser vî lînkî

https://l.facebook.com/l.php?u=https%3A%2F%2Flinktr.ee%2Fheyvasor%3Ffbclid%3DIwZXh0bgNhZW0CMTEAAR3HPfD8H7nRlGldGCK1w0TpKqu6Ki84c3Z4MSeKLfOeRz8U1aTHLDs4mUg_aem_qt1bX3X9fNHJ5IUzPMVteQ&h=AT39yQDDTSk0tgLtzLXdeIr8BQU5TPvriVVZmtWOkoWPrlguxRYqTSeMbnZLIDHCWrzUvuQP11KPhjpIVoSYrl-1e8pwsnfyy4MVLTW34t_FL8CwL4jIWMbqla_FL0CZPKm8&__tn__=%2CmH-R&c[0]=AT3BViRmWgOsuFsW9JeRP7oQlnBn7aFVWMy7zAt6NyE_u3fsvr5DvuQ-s0eELAr4VsGBWOZhDos5LFCNHkubh7haB3VRyVMwyC9Uw3L_3azOx-FHapXY2hrG8XvJwCP74yHEWG6_Qx4gft-jnOTVohAIeGxS8DBipphrfHE5GTDeRuYwV84k9Pb1VKF6YqTCN22rhzA8dvnBpugN7VYYtcQXPA

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/9e3403b7-e3d0-44f4-b257-1441566e50c9.jpg 1706 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-03 16:35:152024-12-03 16:35:15Ji bo alîkriya gelê Şehbayê hun dikarin serdana vê lînkê bikin

Ji ber zêdebûna hejmara penaberan gelek zehmeî derdikevin

3 December، 2024/in Awarte, Çîrok, Rapor, Tenduristî/by neruda

Ji bo pêşwazîkirina şêniyên ku derbasî noqteyên pêşwazîkirinê li bajarê Reqayê dibin, Tîmên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe ji bo danîna konên demkî didomînin. Lê belê ev hewldan ji ber zêdebûna hejmara penaberan û asta bilind a pêwîstiyê, rastî zehmetiyên mezin tên û ev hewldan ji bo bicihanîna pêwîstiyên her kesî têrê nake.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/93f7d67e-4d06-47e9-8604-f5d75b0fc4ac.jpg 2560 1706 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-03 13:58:472024-12-03 13:58:47Ji ber zêdebûna hejmara penaberan gelek zehmeî derdikevin

Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê

2 December، 2024/in Awarte, Çîrok, Rapor, Tenduristî/by neruda
Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê
Bajarê Helebê, gundewarê wê û herêma Şehbayê rastî kirîzeke mirovî ya mezin tê, ku di bûyerên leşkerî yên dawî li wan herêman ,ev kirîz dijwartir dibe. Ev yek jî bû sedem ku bi hezaran malbat tevî hejmareke zêde ji zarok, jin û extiyaran, di şert û mercên dijwar ên bêcihûwariyê û sermayê bi rojan rû bi rû dimînin.
Ji aliyê xwe ve û ji bilî amadebûna me ji bo peydakirina lênerîna tenduristiyê ya pêwîst di dema û heta gihaştina herêmên bi ewle li herêmên Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina alîkariyan ji şiyanan re, em bang li gelê xwe yê li hundir û derve dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin, ji ber ku hevgirtina di demên aloziyan de tiştê ku mirovahiya me nîşan dide û nirxên hevkarî û biratiyê di navbera me de zêde dike
Em hêviya aştiyê ji hemû gelê xwe yê li tevahî Sûriyeyê re dikin.
#Heyva_Sor_a_Kurd
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/9e3403b7-e3d0-44f4-b257-1441566e50c9.jpg 1706 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-02 20:08:562024-12-02 20:08:56Kirîza mirovî li Heleb û Şehbayê, bangewaziya hevgirtin û alîkariyê

Rojek sax ji dermankirina Feysel li nexweşxaneya Onkolojî , Şewat û Telasîmiya

2 December، 2024/in Çîrok, Geşepêdan, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda
Feysel ê 19 salî, ev nêzî salekê ye ku li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiyayê y a Girêdayî Heyva Sor a Kurd xizmeta bijîşkî distîne. Piştî ku wî ev tecrube jiyan kir, xwest ku em rojekê sax ji dermankirina wî wek beşekî ji jiyana wî ya rojane bibînin. Ne tenê ji bo balê bikişîne ser zehmetiyên ku rastî wan tên, herweha ji bo ku bala dê û bavan bikşîne ser lêpirsîna zû û destwerdana lezgîn, ku ji bo başkirina tenduristî û jiyana zarokên telasîmiyayê girîng e. parvekirina Fêsel ji serpêhatiya wî re bangeke lezgîn e di warê pêşkêşkirina lênerîna tenduristî û piştgiriya pêwîst ji van zarokan û malbatên wan re. Hêjaye gotinê ku nexweşxane xwînê rojên Duşem û pêncşeman digre.
 
 
https://www.youtube.com/watch?v=Zfw-iYljqmA&t=14s
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/MVI_5931-copy.jpg 1080 1920 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-02 19:56:212024-12-02 19:56:21Rojek sax ji dermankirina Feysel li nexweşxaneya Onkolojî , Şewat û Telasîmiya

Bi rasthatina zivistanê re nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên bêhnê zêde dibin.

2 December، 2024/in Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by neruda
 
Navendên Heyva Sor a Kurd li kampên koçberan li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam in li ser pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û xurtkirina mijarên perwerdehiya tenduristiyê yên girêdayî nexweşiyên demsalî û yên vegirtinê.
Ji bilî xizmetên lezgîn û peydakirina dermanan ku pêşkêşî sûdmendan dike .
Ev hewldan dê bibin alîkar ku êşa gelek kesan sivik bike, pêşî li nexweşiyan bigire heya radeyek mezin, û lênihêrîna tenduristî ya pêwîst di dema xwe de peyda bike.
 
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/12/467965224_874706031491364_8230972352462597885_n.jpg 1365 2048 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-12-02 19:44:182024-12-02 19:44:18Bi rasthatina zivistanê re nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên bêhnê zêde dibin.

Belavkirina avê li taxên bajarê Hesekê didomîne

19 November، 2024/in Beşê WASH, Tenduristî/by neruda
Berdewamkirina qutbuyîna avê ji stasyona Elok buye sedema berwamkirina kişandina Şêniyên Bajarê hesekê ji êş û azarên peydekirina avê re. Ji bo bersivdayîna vê aloziyê û sivikkirina vê êşê, Heyva Sor a Kurd bi koordîneya bi komînanan re li gorî tabloyeke navan û bi miqdarekî ji her malekê re belavkirina avê li taxên bajêr didomîne.
#Heyva_SoraKurd
 
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/11/952A2165-scaled.jpg 1707 2560 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-11-19 14:26:052024-11-19 14:26:05Belavkirina avê li taxên bajarê Hesekê didomîne

Desteya Hundirîn ,Heyva Sor a Kurd Spas dike

18 November، 2024/in Awarte, Çîrok, Rapor/by neruda

Desteya Hundirîn a kantona Gizîrê spasnameyekê ji Rêxistina Heyva Sor a Kurd re pêşkêş dike, li ser karûbarên wê yên tenduristî û mirovî li herêmê, taybet li ser xebatên pewerdekirina civakê di warê berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn ku endamên Desteyê jî tê de derbas bûne.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/11/466591525_865471782414789_562585679360059917_n.jpg 1365 2048 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-11-18 12:07:382024-11-18 12:07:38Desteya Hundirîn ,Heyva Sor a Kurd Spas dike

Berdewamkirina perwerdeyê Berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn

13 November، 2024/in Awarte/by neruda

Ji bo piştgiriya bersivdayîna lezgîn û lênihêrîna bijîşkî û peydakirina pêdiviyên gel ên ji ber karîsetên xwezayî bandor dibin , rêxistina Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Medico International û hevkariya gelek desteyên herêmî kampaniya xwe ya berfireh ji bo pêşkêşkirina perwerdeyê Berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomîne û Bi vê yekê hejmara kesên ku tevlî perwerdeya alîkariya yekemîn bûne  3987  kesin û 1068 kes ji perwerdeyên berevaniya sivîl .

Kampaniya ku armanca wê perwerdekirina zêdetirî 10,000 kesî li ser piştgiriya bingehîn a jiyanê, pilansazî û amadekirina ji bo rûdana karîsetan û krîzên xwezayî û sivikkirina bandorên wan, alîkariya di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, valakirin û pêşkêşkirina alîkariya pêwîst a tibî di kêliyên zordar de bi armanca kêmkirina ziyanên canî û madî, wê heta dawiya Cotmeha 2025’an dewam bike.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2024/11/IMG-20240902-WA0022.jpg 1080 810 neruda https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png neruda2024-11-13 18:34:542024-11-13 18:34:54Berdewamkirina perwerdeyê Berevaniya sivîl û alîkariya yekemîn
Page 17 of 36«‹1516171819›»

Meta

  • Log in
  • Entries feed
  • Comments feed
  • WordPress.org

Headquarter addresse

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood

Email addresses

[email protected]

[email protected]

 

Covid-19 Hotline

A1- 00963 935 288 541

A2- 00963 949 359 179

A3- 00963 949 356 870

A4- 00963 932 125 933

© Copyright - Heyva Sor A Kurd - Enfold WordPress Theme by Kriesi
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
Scroll to top Scroll to top Scroll to top