• العربية
  • English
  • Vacancies
  • Valahiyên Kar
  • شواغر
Heyva Sor A Kurd
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
  • Sereke
  • Piroje
    • Tenduristî
    • Awarte
    • Parastin
    • Beşê WASH
    • Geşepêdan
    • Perwerdehiya tenduristî
    • Valahiyên Kar
  • Rapor
  • Çîrok
  • Wêne
  • Derbarê
    • Em kî ne ?
    • Em çi dikin?
    • Li me bigere
    • Tevlî me bibe
  • Menu Menu

parastina maf û ewlehiya zarokan Li Kampa Newroz

24 August، 2025/in News, Parastin, Piştgirya pskologîk/by user55

Li Kampa Newroz, Ofîsa Parastinê ya Heyva Sor a Kurd, bi beşdariya 25 kesan ji saziyên xebatê yên li kampê, perwerdeyek hişyariyê li ser teherruş û tacîz di navbera zarokan de li darxist.
Armanca perwerdê ew bû ku bi rêya zanîndarî, şopandin û hişyarkirinê, beşdarên xebatê alîkar bibin li parastina maf û ewlehiya zarokan û şêweyên wan çavdêr bin.
Di civînê de broşûrên perwerdeyî hatin belavkirin ku tê de agahdariyên bingehîn li ser nasandina teherruşa zarokan, çawa pêşxistina şopandina wan û rêbazên raporkirinê hate danîn.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/WhatsApp-Image-2025-08-24-at-1.18.58-PM-1.jpeg 720 1080 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-24 13:46:232025-08-24 13:46:23parastina maf û ewlehiya zarokan Li Kampa Newroz

Gihandina alîkariyên awarte ji bo Swêda

24 August، 2025/in News, Rapor/by user55
Ji despêka krîza başurê Suriyê û Swêda de, me hewl da ku em bibin Alîkar bi kesên ku ziyan dîtin û koçberbûn ji ber rewşa şer, bi taybetî li parêzgeha Swêda yê.
Ji ber tensiona heyî û hestiyariya rewşê me ji despêkê de bi bêdengî kar kir ji bo ewlekariya hevkarên me û selametiya herkesî.
Tev rewşa giran û hemu astengiyan, û bi fedekariya civaka civîl li Swêda me karîbû di demên zû de bibin Alîkar, taybetî di van Aliyan de:
– piştgiriya malbatên Koçber bi xwarinê, bêtir ji 40.000 danê xwarinê.
– ⁠piştgiriya çotkaran bi Mazot û karê wan ta bibin Alîkar û Suka xwarinê ji bo milet heredem hebe.
– ⁠kirîna Mazot û piştgiriya ambulansan ji bo veguhestina birîndaran ji bo Nexweşxaneyan.
– ⁠Alîkariya peran bi 280 malbatê koçber re ji bo berdewamiya Jiyana wan di dema koçberiyê de.
– ⁠çêkirina têkiliyan di navbera hejmarek xwendekarên ji Swêda ku ji derveyî Swêda Dinah û piştgiria wan bi mesrefa wan di dema şerê bajarê Swêda de ta vegera wan.
Di dawi yê de em Spasiya xwe ji hemû civaka civîl û saziyên xwecihî li Swêda ku bi mere bun Alîkar pêşkêş dikin, Ku di rewşên giran de bûn Egera xelaskirina Jiyana mirovan. Emê jî ji hêla xwe de karê piştgiriya civaka Swêda bikin û herdem hazir bin ji bo çi deverên Alîkarî Lê bêne dwestin.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/سويدا.jpg 1280 960 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-24 09:06:532025-08-24 09:06:53Gihandina alîkariyên awarte ji bo Swêda

piştgiriya koçberên Şehba û Helebê didomîne

21 August، 2025/in Geşepêdan, News, Tenduristî/by user55
Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo koçberên ji Şehba û Helebê didomîne.
Di çarçoveya Projeya Bersiva Awarte ya Piştgiriya Koçberan de, 765 kitên paqijiyê li Qamişlo, Girgê Legê û Dêrikê hatin belavkirin.
Ev selik tiştên bingehîn ku paqijiya kesane û giştî biparêzin dihewîne ji bo tenduristî û ewlehiyê koçberan.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/IMG_2831-scaled.jpg 1707 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-21 13:58:412025-08-21 13:58:41piştgiriya koçberên Şehba û Helebê didomîne

Çêkirina şebekeyên kanalîzasyon û avê li kampa Newroz

20 August، 2025/in Beşê WASH, Geşepêdan, Parastin, Rapor, Tenduristî/by user55
Bı armanca piştgiriya penaberan, Heyva Sor a Kurdî bi hevkariya Volkshilfe, di nav projeya Improved Living and Health de, rêzek ji xizmetên jiyanî û tenduristî li kampa Newroz pêk anî.”
Di nava vê projeyê de serşok û tesîsên paqijiyê, û torên kanalîzasyon û avê hate avakirin, JI bo paqijkirinê, parastina rûmet û parastina rewşa tenduristiyê di şertên dijwar de.
Her wiha, klînîka bijîşkî ya kampê ji bo zêdekirina lênêrîna tenduristiyê hate berfirehkirin.
Hewceyên malbatên koçber jî hate berçavkirin. Di vê çarçoveyê de, sepetên metbexê hatin belavkirin li ser malbatên koçber ên ji Heleb û Şehbayê, ku di stargehên Qamîşlo, Dêrik, Hesekê, Reqa û Tebqayê de dijîn.
Ji bo ewle kirina ava paqij, depoyên avê hatin amadekirin – wek beşek bingehîn a bersivê mirovî ya yekgirtî.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/IMG_4495-scaled.jpg 1983 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-20 11:59:192025-08-20 11:59:19Çêkirina şebekeyên kanalîzasyon û avê li kampa Newroz

Belavkirina 754 Selikên Paqijiyê jı boKoçberan li Raqayê

18 August، 2025/in bê kategoriyan/by user55

Belavkirina 754 Selikê Paqijiyê Li Stargehên Koçberan li Raqayê

Di çarçoveya projeya bersivdayîna xwecî de, 754 selikê paqijiyê bo piştgiriya koçberên ji herêmên şehba û Helebê yên li stargehên koçberan li bajarê Raqayê hate belavkirin.

Di van selikan de pêdiviyên bingehîn ên paqijiyê hene, da ku bi awayekî rast parastina tenduristiyê were piştgirî kirin.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/IMG_7700-scaled.jpg 1437 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-18 12:59:592025-08-18 12:59:59Belavkirina 754 Selikên Paqijiyê jı boKoçberan li Raqayê

Belavkirina 700 pakêtên paqijiyê li bajarê Tebqayê

18 August، 2025/in News, Tenduristî/by user55

Di çarçoveya projeya bersivdayîna awarte de ji bo piştgiriya penaberên ji herêmên Heleb û Şehbayê û bi piştgiriya Foundation de France û bi hevkariya rêxistina UPP’ê li bajarê Tepqayê 700 kîteyên paqijiyê yên malbatan hatin belavkirin Her wiha zêdetirî 4 hezar kît li malbatên koçber ên li navendên stargeh û komînên Reqa, Qamişlo, Hesekê, Amûde, Dêrik û Qamişlo bên wê bên belavkirin.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/IMG_7613-scaled.jpg 1437 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-18 12:35:372025-08-18 12:35:37Belavkirina 700 pakêtên paqijiyê li bajarê Tebqayê

Ji ber bilindbûna germahiyê, 160 fanên elektrîkê Hatın belavkirin.

18 August، 2025/in News, Tenduristî/by user55

Di roja duyemîn de Heyva Sor a Kurd 160 perwaneyên elektrîkê yên bi pîlên navxweyî belav kir, ji bo malbatên me yê ku ji Efrînê koçber bûne û li bajarê Tebqayê dijîn.

Ev çalakya me bi armanca kêmkirina êşa xelkê me yê koçber di nav germahiyên bilind de.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/مراوح.jpg 1080 1080 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-18 12:10:012025-08-18 12:10:01Ji ber bilindbûna germahiyê, 160 fanên elektrîkê Hatın belavkirin.

Destek jı bo baştirkirina şert û mercên jiyanê yên koçberan

18 August، 2025/in News/by user55
Ji bo kêmkirina germahiya havînê li ser malbatên me yên ku ji Efrînê koçber bune û li Qamîşlo dijîn, Heyva Sor a Kurd 100 perwanyên elektrîkê yên bi bataryayên navxweyî li 100 malbatan belav kir.
Ev çalakî beşek ji hewldanên me yên berdewam e, ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê yên koçberan.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/IMG_7467-2-scaled.jpg 1437 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-18 11:54:402025-08-18 11:54:40Destek jı bo baştirkirina şert û mercên jiyanê yên koçberan

Werin em alîkariya xelkê xwe yê li Siwêdayê yê bikın

17 August، 2025/in Alîkarî, News, Tenduristî/by user55


Ji ber şert û mercên dijwar ên ku herêma Swêdayê rastî wan tê û bandorên wan li ser jiyana rojane ya niştecihan, pêdiviyeke lezgîn bi piştgiriya mirovî heye.
Ji bo bersiva vê rastiya bi êş, Heyva Sor a Kurd deriyê bexşan vedike bi rêya alîkariya darayî, wekî pirek ji bo gihandina alîkariya lezgîn ji bo kesên ku herî zêde hewcedar in.
kesên ku dixwazin alîkar bibin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd ên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Ji bo kesên ku li derveyî Sûriyeyê dijîn, hûn dikarin piştgiriya xwe bi rêya van hesabên taybet ên kampanyayê bidin:
Ji kerema xwe, li qada armanca şandina pereyê navê Sweida binivîsin.


Heyva Sor a Kurdistane e. V.
Bank: Kreissparkasse Köln
IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Paypal: https://www.paypal.com/donate/…
Paypal: [email protected]

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/تبرعات-السويداء.jpg 1834 1101 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-17 09:59:532025-08-17 09:59:53Werin em alîkariya xelkê xwe yê li Siwêdayê yê bikın

Rêwîtiya Ber Bi Vejînê Ve

17 August، 2025/in Çîrok, Parastin, Piştgirya pskologîk, Rapor, Tenduristî/by user55
Ibtisam Muhyeddîn Yûsif, jina 25 salî, piştî ku ji ber nexweşiya penceşêrê lingê wê yê rastê qutkirin, heft meh bi êş û dijwarîyan derbas kir.
Lê rêwîtiya Ibtisam nîşan da ku bi hêvî, îrade û alîkariya rast, dikare jiyaneke nû destpê bike. Piştî serdana navenda protez ya Heyva Sor a Kurd, Ibtisam piştgiriya psîkolojîk û terapiya fîzîkî jî li kêlek lingê protez wergirt.Van hewldanên yekgirtî alîkariya Ibtisam kir ku mehên zor û bi êş derbas bike.
Îro, Ibtisam gavên bi bawerî ber bi jiyaneke nû ve diavêje, ku bi hêviyek nû bi lingekî protez ku bû sembola serkeftina wê li dijî nexweşiyê.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/IMG_6262-scaled.jpg 1583 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-17 09:38:372025-08-17 09:38:37Rêwîtiya Ber Bi Vejînê Ve
Page 11 of 36«‹910111213›»

Meta

  • Log in
  • Entries feed
  • Comments feed
  • WordPress.org

Headquarter addresse

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood

Email addresses

[email protected]

[email protected]

 

Covid-19 Hotline

A1- 00963 935 288 541

A2- 00963 949 359 179

A3- 00963 949 356 870

A4- 00963 932 125 933

© Copyright - Heyva Sor A Kurd - Enfold WordPress Theme by Kriesi
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
Scroll to top Scroll to top Scroll to top