• العربية
  • English
  • Vacancies
  • Valahiyên Kar
  • شواغر
Heyva Sor A Kurd
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
  • Sereke
  • Piroje
    • Tenduristî
    • Awarte
    • Parastin
    • Beşê WASH
    • Geşepêdan
    • Perwerdehiya tenduristî
    • Valahiyên Kar
  • Rapor
  • Çîrok
  • Wêne
  • Derbarê
    • Em kî ne ?
    • Em çi dikin?
    • Li me bigere
    • Tevlî me bibe
  • Menu Menu

Di meha pembehî de, em bi bîr tînin ku pişkinîna zû ya penceşêra pêsîrê jiyana te diparêze

19 October، 2025/in Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk, Tenduristî/by user55
Di meha Cotmehê de, em bi bîr tînin ku pişkinîna zû ya penceşêra pêsîrê  jiyanan rizgar dike.
Pişkinîn ne tirsnak e, ew yekî dil xweş dike.
Pênc deqe ji dema we dikare ferqek mezin çêbike, ji ber ku tespîtkirina zû mifteya dermankirina bilez e.
Li Nexweşxaneya Onkolojî û Talasemiyê, em pişkinînek tevahî ya belaş pêşkêş dikin.
Li benda nîşanan nemînin; îro tevbigerin.
Tenduristiya we hêjayî wê ye, û hişmendiya we hêza we ye
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-10-19 14:16:252025-10-19 14:16:25Di meha pembehî de, em bi bîr tînin ku pişkinîna zû ya penceşêra pêsîrê jiyana te diparêze

Heyva Sor a Kurd kampanya Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê destpêkir..

19 October، 2025/in bê kategoriyan/by user55

Bi boneya Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê, tîmên piştgiriya psîkososyal a Heyva Sor a Kurd ji 10ê heta 16ê Cotmeha 2025an kampanyayek meydanî pêk anîn, ku neh cihan vedihewîne:
Tel Temer, El-Hol 1, El-Hol 2, Ebû Xeşeb, Ma’beda, Waşokanî, El-Şedadê, Klînîka El-Reşîd li Reqayê, û kampên koçberan.
Armancên Kampanyayê:
* Bilindkirina hişmendiyê li ser tenduristiya derûnî û girîngiya wê
* Pêşkêşkirina piştgiriya psîkolojîk a rasterast û destwerdanên destpêkê
* Avakirina hawîrdorek diyalogê ya ewle
* Kêmkirina stîgmaya bi nexweşiyên derûnî ve girêdayî
* Çavdêrîkirina pêdiviyên psîkolojîk ên civakê
Zêdetirî 275 sûdmend beşdarî 57 rûniştinên hişmendî û piştgiriya psîkolojîk bûn.
Peyama me: Tenduristiya derûnî mafek ji bo her kesî ye, û piştgiriya psîkolojîk bi qasî xwarin û dermanan pêwîst e.
Ji ber ku hûn girîng in, dudilî nebin ku alîkariyê bixwazin.
Xalên me li vir in ku xizmeta we bikin.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/10/2.jpg 768 1024 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-10-19 13:43:402025-10-19 13:43:40Heyva Sor a Kurd kampanya Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê destpêkir..

348 kesan ji kampanyaya “Guhertina Helwestan li hember Xwekuştinê” sûd wergirtin

25 September، 2025/in Parastin, Piştgirya pskologîk/by user55
Bi boneya Roja Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya Cîhanî – 10ê Îlona 2025an, Heyva Sor a Kurd li navendên piştgiriya psîkolojîk kampanyayek hişyariyê ya neh rojî bi dirûşmeya “Guhertina têgihîştina serdest a xwekuştinê” da destpêkirin. Armanca kampanyayê şikandina damxeya civakî ya li dora vê mijara hesas, rastkirina têgihiştinên xelet û baştirkirina gihîştina xizmetên piştgiriya psîkososyal bû.
Kampanya li navendên li Hesekê (Şedadî, Hol, Waşokanî û Tel Temr), Qamîşlo (Ma’bade) û Dêra Zorê (Ebû Xeşeb) hate bicîhanîn. Di nav de rûniştinên hişyariyê yên takekesî û komî, belavkirina weşanên zanistî, pêşangehên perwerdehî û parvekirina çîrokên jiyana rastîn ên kesên ku ji xwekuştinê rizgar bûne ji bo belavkirina hêviyê hebûn.
348 sûdmendên rasterast hatin gihîştin, di nav de 56 mêr û 292 jin. Wan spasiya xwe ji bo rûniştinan diyar kirin, ku ji wan re bû alîkar ku xwekuştinê wekî diyardeyek psîkolojîk a bi tecrîd û stresê ve girêdayî fam bikin û fêr bûn ka meriv çawa alîkariyê dixwaze û piştgiriyê dide yên din.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/09/550057044_1090032149958750_6171888674763252921_n.jpg 1365 2048 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-09-25 09:46:232025-09-25 09:46:23348 kesan ji kampanyaya “Guhertina Helwestan li hember Xwekuştinê” sûd wergirtin

Hevalên Talasemiyê

21 September، 2025/in bê kategoriyan/by user55
Ji dilê Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd hevalên thlasimya yê ji mere dibêjin:
“Piraniyê nexweşiyan em ji bo saxlemiyê li himber wan şer dikin, lê nexweşiya talasemiya divê em pêre bibin heval da ku em jiyana xwe kêfxweş bidomînin”.
Ev zarok ne tenê bi nexweşiya xwe re jiyan dikin, di heman demê de evîn û hêviyê di nav hemî nexweşan de belav dikin.
Di beşa Talasemiyê ya HeyvaSoraKurd wateya hêzê di dostaniyê de ye û wateya jiyanê jî di hêviyê de ye.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/09/21.png 1080 1920 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-09-21 09:27:222025-09-21 09:27:22Hevalên Talasemiyê

Belavkirina alîkariyên mirovî li ser koçberan

18 September، 2025/in Geşepêdan, Rapor, Tenduristî/by user55
Heyva Sor a Kurdî berdewam dike bi xebatên xwe ya mirovahî, bi belavkirina seletedên xwarinê ji bo koçberên ji Serê Kaniyê ku niha li nav navenda penaberiyan li Hesekê dijîn.
Belavkirin li ser 37 dibistanên ku wekî navenda penaberiyan hatine tayîn kirin hate xebitandin, û ji wê re zêdetir ji 1300 malbatan bihesir dikin. Amanca vê pêşxistina, kêmkirina giraniya li ser malbatan ê koçber û piştrastkirina hewceyên bingehîn wan di van mercên dijwar de ye.
Heyva Sor a Kurdî dîsa jêder dike ku dê bi berdewamî alîkariya mirovahî pêşkêş bike, li gorî rêya xwe ya mirovahî ji bo xizmetkirina kesên hewce û kêmkirina êşên wan.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/09/IMG_8592-scaled.jpg 1707 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-09-18 14:59:432025-09-18 14:59:43Belavkirina alîkariyên mirovî li ser koçberan

Piştgiriya nexweşên penceşêrê li Swêdê

9 September، 2025/in Geşepêdan, Tenduristî/by user55
Gelê Swêda bi kêmasiya xizmetên bingehîn û dermanan jiyana xwe bi dijwarî derbas dikin. Ji ber ambargo yê, Peydakirina dermana û tedawiyê pir zehmet buye, çimkî amûr û alav ên tenduristî xirab bûne ji ber şer.
Di vê rewşê de, Heyva Sor a Kurd destê Alîkariyê dirêj dike ji bo kesên herî metirsî ser jiyana wan heye, wek nexwşên penceşêrê ku ew tedawiya xwe niha dibînin li Navenda Emel ya tenduristî de, ji ber ku ew heta niha nikarin dervî herêmê derkevin. Ev piştgirî bûye hêvîyek ji bo wan di vê rewşa dijwar de.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/09/سس.jpg 1350 1080 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-09-09 13:33:472025-09-09 13:33:47Piştgiriya nexweşên penceşêrê li Swêdê

Projeya Av û Jîngehê: Ber bi Perwerde û Tenduristiya saxlem ve

9 September، 2025/in Beşê WASH, Geşepêdan, Tenduristî/by user55
Heyva Sor a Kurd, bi piştgiriya “Area Metropolitana de Barcelona (AMB)”, Projeya Av û Jîngehê ji bo Civak û Navendên Perwerdehiyê di sala 2024/2025 an de bi dawî kir.
Di vê projeyê de:
• Nûjenkirina 15 baxçeyên zarokan li Kantona Cezîrê û du dibistanên li Şahbayê.
• Xebitandina bîrek li taxa “qenat El swês” bi pergala enerjiya rojê ji bo dabînkirina ava paqij û dabînkirina avê ji heft baxçeyên zarokan re bi rêya tankeran li Qamîşlo.
• Piştgiriya Komeleya (keziyên Kesk) bi alavên baxçevaniyê û perwerdehiyê ji bo karanîna li 80 dibistanên Qamîşlo.
Ev proje gavek serkeftî ye ber bi jîngehek perwerdehiyê ya domdar temsîl dike û pabendbûna Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya civakê nîşan dide.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/09/٢٠٢٥٠٥١٨_٠٩٥٧٤٠-scaled.jpg 1441 2560 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-09-09 12:29:522025-09-09 12:29:52Projeya Av û Jîngehê: Ber bi Perwerde û Tenduristiya saxlem ve

Talasemiya: zanîn..tedawî û hêvî

1 September، 2025/in Alîkarî, News, Parastin, Rapor, Tenduristî/by user55
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png 0 0 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-09-01 11:29:442025-09-01 11:29:44Talasemiya: zanîn..tedawî û hêvî

Radestkirina derman ji bo nexweşên penceşêrê li Swêdê

31 August، 2025/in Alîkarî, Geşepêdan, News, Parastin, Tenduristî/by user55
Nexweșên penceșêrê li Sweyda Rastî metirsîyek mezin ser jiyan xwe tên, ji ber șerê ku li wir rû da û dorpêça li ser herêma Sweyda û qutbûna riya navbera Wan û Dimeșq de, ku tenê li wir ew karin derman ê xwe yê taybet bibin.
Heyva Sor a Kurd bi kordinasion bi çend aliyan li derve û Hindur ê Sweyda, karîbû Derman ên taybet ji wan re peyda bike tev piștigireiya tendûristiya ya wekî din. Ev nexweș niha yên herî ku metirsî ser jiyan a wan heye, di vê dorpêça ku ew têde ne.
https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/سويداء.jpg 1350 1080 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-31 09:31:582025-08-31 09:31:58Radestkirina derman ji bo nexweşên penceşêrê li Swêdê

Ji bo dabînkirina pêdiviyên niştecihên bajarê Qamîşlo du bîr hatin kolandin

28 August، 2025/in Alîkarî, Beşê WASH, Geşepêdan, Tenduristî/by user55

Ji bo bersivdayîna pêdiviyên gelê herêmê û bi hevkariyê ya Rêveberiya Avê û Şaredariya Qamişlo, Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Àrea Metropolitana de Barcelona (AMB), projeya “Bersiva Awarte ya avê” pêk anî.

Di çarçoveya vê projeyê de, du bîr li taxên Alaya û Hilaliya hatin kolandin û bi pompên binavî yên bi hêza rojê dixebitin hate sazkirin.

Her bîrek bi qazanek sereke ya 5,000 lîtrî hate girêdan, ku ji wê qazanê pergala belavkirinê ya di nav de sê tankên 2,000 lîtrî li cihên cuda yên nav taxan hatine danîn, da ku gihîştina avê ewle ji bo herî zêde niştecihan bê misoger kirin.

Di vê rojeyê jî perwerdeyek taybetî ji bo karmendên şaredariyê û daîreya avê li ser van mijaran hat dayin:

* Parastina pergala rojhelatê (sistema rojê) û sererastkirina bîran.

* Sîstema xebitandina bîran di demsalan de.

* Rêbazên dezenfektekirina avê bi tabletên klorê.

Ev proje bersivek rast û demdemî ye ji bo peydakirina çavkaniyên avê yên ewle ji bo gelê bajêr re.

https://hskurd.org/wp-content/uploads/2025/08/اياؤ.jpg 720 1080 user55 https://hskurd.org/wp-content/uploads/2020/10/HEYVA-SOR-1-300x150.png user552025-08-28 12:36:322025-08-28 12:36:32Ji bo dabînkirina pêdiviyên niştecihên bajarê Qamîşlo du bîr hatin kolandin
Page 10 of 36«‹89101112›»

Meta

  • Log in
  • Entries feed
  • Comments feed
  • WordPress.org

Headquarter addresse

Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood

Email addresses

[email protected]

[email protected]

 

Covid-19 Hotline

A1- 00963 935 288 541

A2- 00963 949 359 179

A3- 00963 949 356 870

A4- 00963 932 125 933

© Copyright - Heyva Sor A Kurd - Enfold WordPress Theme by Kriesi
  • Link to Facebook
  • Link to Instagram
  • Link to Mail
  • Link to X
  • Link to Youtube
Scroll to top Scroll to top Scroll to top