Heyva Sor a Kurd projeyek girîng ji bo piştgiriya tenduristî û avê li gundê “Til Ebûd” dest pê dike
Heyva Sor a Kurd, bi piştgiriya AWO International û bi hevkariya Volkshilfe, hewlên xwe ji bo baştirkirina şert û mercên jiyan û tenduristiyê li gundê Til Ebûd, nêzîkî Derbasiyê, bi armanca xurtkirina hevgirtina civakî û debara jiyanê bi rêya van awayan didomîne:
• Misogerkirina ava paqij: Sazkirina pergaleke avê ya bi enerjiya rojê ji bo bîran da ku xebata wan a domdar garantî bike û hilberînê zêde bike.
• Lênihêrîna bijîşkî ya birêkûpêk: Avakirina klînîkeke giştî ya mobîl li gund da ku xizmetên bijîşkî peyda bike û nexweşiyên ji ber ava qirêj an ne berdest çêdibin derman bike.
• Ev xizmet hemî niştecihên gund, ku tê texmînkirin 80 malbat in, di nav de bi qasî 17 malbatên koçber, jê sûd digirin.
