Bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, 2 hezar û 182 kîsên birinc li malbatên hewcedar ên li Tirbespiyê hatin belavkirin.
Di çarçoveya hewldanên me yên mirovî yên berdewam de ji bo sivikkirina barê giran ê jiyanê, û bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, tîmên me kempeyna belavkirina pakêtên birinc li devera Tirbespiyê bi dawî kirin. Di vê kempênê de 2182 kîsên birinc (ku giraniya her kîsekî 25 kg e) li ser malbatên hewcedar hatin belavkirin.



