Heyva Sor a Kurd alîkariya darayî dide 400 malbatên şehîdan li Kobanî
Bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd îro gihîştin 400 malbatên şehîdan li Kobanê û ji her malbatekê re 50 dolarî alîkariya darayî hate pêşkêşkirin.
Tîmên me herwiha berdewam in ku di nav taxan de bigerin da ku alîkarî bi awayekî rasterast bigihîje kesên ku mafê wergirtinê hene.
Hevgirtina me hêza me ye û bi hev re em hêviyê ava dikin.

